Şoreşa Rojava

            

Şoreşa Kurdistanê; di pevçûn û tevlîbûna destpêkê de bi gelek zorî, zehmetî, êş û kêfxweşiyan heya roja me ya îro hatiye. Perçeyek ji Şoreşa Kurdistanê, Şoreşa Rojava jî bi gelek çîrokên berxwedanê yên balkêş, xweş û bi êş heya roja me ya îro hatiye.  Li ser esasê vê xeta berxwedanê, di Şoreşa Rojava de jî qehremantî û lehengtiya keç û xortên Kurd li tevahî cîhanê deng veda. Ev ked û lehengî di heman demê de bû mîrasa berxwedaniya mirovahî û civakê. Lê em gelek kes, tenê navê wan qehremanan yan jî nav û dengê YPG û YPJ‟ê nas dikin û em gelek jî nizanin ku wan çawa û bi çi awayî ev şoreş bi ser xistine û bi çi hestan li berxwe didin. Ji ber wê jî di vê pirtûkê de hest û jiyana şervanên ku ev şoreş bi ser xistine û di oxira vê Şoreşê de perçeyek ji laşê xwe dane, hatiye ziman.  Di Şoreşên cîhanê de pênaseyek bi vî avayî heye; „piştî Şoreşê hemû kesên ku di nava şer de ciyê xwe girtine wek „Gaziyên Şoreşê‟  hatine bi navkirin.‟ Lê hîna Şoreşa me bi dawî nebûye û didome. Di Şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê de jî her mirovekî ku di vî şerî de birîndar bûye, ber endamê Gazîbûnê ye. Ji ber wê pêwîste em li bersiva vê pirsê bigerin ku; di Şoreşê de Gazîbûn û xeta Gazîbûnê çiye? Ji bo em bersiva vê pirsê fêr bibin pêwîste em li jiyan, têkoşîn û berxwedana hevalên Şehîd temaşe bikin ku em di Bakurê Suriyê de karibin bigihîjin pênaseya rast a Gazîbûn û şoreşgertiya xeta APOGER. Wexta ku em li jiyan û berxwewdana Şehîd Dêrsim Amed, Şehîd Deştî Amanos, Şehîd Hedar Amed, Şehîd Eylem Tolhildan û herî dawî jî Şehîd Polat Efrîn temaşe dikin; em rastî jiyanek fedaîyane û fedakartiyek pir mezin tên. Her wiha em dibinin ku ger mirovekî xwe bi azadiyê re kilîd kiribe, tu tiş nikare li pêşiya wî bibe asteng. Ev hevalên me behsê kirine, her yek ji wan 2 yan sê car birîndar bûne, lê ruxmê wê jî di meşa azadiyê de israr kirine û heya herî dawî li hemberî dagîrkeriyê sekinîne. Em ji jiyana wan hevalan û rêhevalên wan yên têkoşînê ku hîna têkoşîna xwe didomînin û perçeyên ji laşê xwe dane Şoreşê, dikevin ferqa vê rastiyê; madem ku mirov jiyan dike, ew mirov dikare afrîner be û bixuliqîne, wê demê pêwîste em bi awayek felsefîk li Gazîbûnê temaşe bikin. Ji ber wê jî nêzîkatiyên weke „lingek min, destek min, çavek min û hwd. çûn êdî ez xilas bûm‟, şaş e! Ger lingek min çûbe, ezê bi destên xwe kar bikim, ger dest û lingê min çûbe ezê bi çavên xwe kar bikim, ger çavên min çûbin ezê bi mêjiyê xwe xebat bimeşînim. Ew heval heya kêliya dawî a jiyana xwe jî bi vê ferastê tevgeriyan û li ser esasê vê ferasetê xebat meşandin. Lewra di vê pêvajoya ku şoreş didome de, Şehîd Gaziyên heqîqî ne. Bi heman awayî Gaziyên Şoreşa Bakurê Suriyê; ew Gazî ne ku tu carî meş û têkoşîna xwe ya azadiyê nasekinînin û 24 saetan dixebitin. Her Gaziyek û her Mirovek di vê Şoreşê de bedel dabe; pêwîste li ser vî esasî, di felsefa jiyanê û azadiyê de kar bike. Berovajî vena, hemû hewildanên jiyanê felsefa mirinê ye ku binketinê îfade dike. Her wiha kesê ku di bin navê birîndarî û Gazîbûnê de xwe bide jiyandin jî; xizmetî felsefa mirinê dike ku tu têkiliya wê bi Şoreşê û meşa şoreşgeranre nîne. Ji ber wê em dikarin bêjin ku; di Şoreşê de Gazî ew kese ku rojane xwe diafirîne, ji civakê re çareseriyê pêş dixe, ji bo civakê xebat dike û meşa heqîqetê nasekinîne.  Ev pirtûk bi bîranîn û serpêhatiya Gaziyên Şoreşê di heman demê de rêbaza berxwedan û çawaniya meşa milîtanek ku ji bo civaka exlaqî û polîtîk şer dike û li ber xwe dide, nîşanî me dide. Ji ber wê jî bi xwendina her çîrok û serpêhatiyekêre emê bibînin ku wan şervanan ne tenê li dijî çeteyên hov -ku nirxên bi sedan sal yên mirovahiyê binpê dikin- şer kirine, dibe ku wan, bi berxwedanî û bi bîr û baweriya xwe mirin binxistine û bûne Şehîdên zindî. Yek ji mijarên herî giring a di pirtûkê de jî bawerî û hestên azadiyê ye. Esas em di vir de digihîjin rastiya berxwedana Şoreşa Rojava û kesê şoreşger. Di şerê ku heya niha hatiye meşandin de her şervanek ku berê xwe daye eniyê; baweriya xwe bi fikir û ramanên Rêber APO aniye û ji dil ji hevalên xwe yê têkoşînê bawer kiriye. Esas yê ku di her tengasî û zorî û zehmetiyan de jî gihiştiye hawarê; ew bîr û bawerî û ew girêdana bi nirxên gel ve ye. Ji ber wê, tevî wan şervanan û bi sedan rêhevalên wan gelek perçeyên ji laşê xwe dane Şoreşê û ruxmê wê jî xwe li ser lingan hiştine, nehiştine mirin wan teslîm bigre û di heman kêliyên di çeperên şer û berxwedanê de, bi dijmin re mirin jî binxistine û ji bo civakek exlaqî û polîtîk, li şûna mirin û teslîmiyetê, jiyanek bi rûmet hilbijartine. Weke ku em di çîrok û serpêhatiya hevalên me yê Gazî de jî rastê werin; di tevahî salên Şoreşê de êrîşên li dijî Şoreşê ku bi armanca tunekirinê hatin meşandin, gelek caran xeyalê mirovan nagihîje wê astê ku bikaribe dijwariya şerê dihat meşandin û berxwdana şervanên Şoreşê a li hemberî wan êrîşan fam bike. Ji ber wê jî; şerê li Rojava hat meşandin, her çîrok û serpêhatiya hevalên Gazî a di hundir vê pirtûkê de ku wê berxwdanê îfade dike, cardin serpêhatiya her şervanekî di şerê Rojava û Bakurê Suriyê de efsaneyeke ku derbasî rûpelên dîrokê bûye. Kesên di vê berxwdanê de cî girtine jî bê guman di berxwedana sedsalê de ciyê xwe girtine. Em bawerin ku hemû civak û zarokên Bakurê Sûriyê; serpêhatiya şoreşger û têkoşerên xwe, ji bo berdewamî û serkeftina Şoreşê bikin mînak û her yek ji wan bibin berdewamiya berxwedana efsanewî a şervan û Gaziyên Şoreşa Azadiyê.

 

NÛRÎ MEHMÛD

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button