“Heval Azadî dixwast projeyan ji bo hevalên gazî bi pêş bixîne”

Ridvan Qamişlo:

“Ez hevalek Gazî me. Di Federesyona Gaziyen Şer de kar dikim. Heval Azadî demeke ne dirîj hatibû gel me. Em dikarin bibîjin qederê salek bû hatibû gel me. Di vê salê de me pir hevdû naskir. Me ji şehîd Azadi re tim digot hevala dev ken. Me navê wî kiribû hevala dev ken. Ji ber ku me tu car heval Azadi xemgîn nedîtibû. Hertim devken bû. Heval Azadî dil êşî hevalê xwe yên gazî bû, dilsozê hevalê xwe yên gazî bû. Brastî tu car planlame ji bo xwe nedikir. Hertim planlame ji bo hevalên xwe yên gazi çêdikir. Dixast projeyan ji bo hevalên xwe yên gazî bi pêş bixîne. Her sibeh em bihewra diçûn cihê xwe yê kar. Dest bi dest me paqijiya wêderi dikir. Dest bi dest hevalek çi kar dikir heval Azadî xwe dawît kêlaka wî alîkariya wî hevalê dikir. Tu carî xwe ji hevale xwe nedida alî, xwe ji kar nedida alî. Heval Azadî ji malbatek welatparîze. Heval Azadî di malbatek welatparîz de tewlî refên şoreşî bû. Dema me heval Azadi mêzedikir û kar xebatî ku dikir rastî li gor felsefeya Rêber Apo jiyan dikir. Em çiqas ji bo heval Azadî bêjin wî kêm bimîne. Raste zêde em bihewre neman, lê hertim hevalek ku hertim semîner didan ji bo hevalên xwe yên gazî. Hertim dixwast gazîbûn bi hevalên gazî bide naskirin û gazîbûn çiye û wateya gazîbûnê çiye. Wek me got dil êşî hevalê xwe bû. Dilsoz bû hevalê xwe re.

Bi Şahadeta Wan Hevalan Em Soza Xwe No Dikin

Heval Azadî dema hevalek didît rewşa wî pir zehmete xemgîn dibû. Dixwast hertim tiştek ji bo hevalên gazî bike. Hertim nîqaşên me ew bû. Hertim dixast projeyan bi pêş bixe. Dixwast ew hevalên gazî yên malde bûn dixwast wan ji mal derxîne. Tim digot bila derkevin û bibînin. Brastî proje hebûn lê encam nebûn ji ber rewşa ku niha em tê de ne. Heval Azadî hertim bi hevalen xwe re daxiviya digot baldar bibin. Yanî hertim dilê wî ser hevalê wî bû. Brastî em çiqas ji bo heval Azadî bênin ser ziman hindike. Dema şahadeta wan hevalan em gel hewbûn dîsa. Em pir xemgîn bûn. Bi şahadeta wan hevalan em soza xwe no dikin. Dijmin roj bi roj hevalên me şehîd dixe, lê xwîna wan ji bo me dibe îradeyek ku em kar xebatî xwe daha bêtir berdewam bikin ku  heya dawî û heya azadiyê.

Em Şehîd Sorxwîn û Şehîd Azadî Bibîr Tînin

Hevalên gazî di şerê Rojava da her hevalekî perçeyek ji canê xwe da ji bo wî miletê. Pêwîste milet xwedî birîndar û gaziyên xwe derkeve. Pêwîste gel şerê xwe yê gelê şoreşgerî pêk bîne. Eger ku em desti hew negrin dewleta tirk şerê xwe û êrîşên xwe berfireh dike li ser me. Ji bo wî bangawaziya min ji gel re em piştgiriya hew bikin, wek gel pêwîste piştgriya hevalên gazî bikin, hêzên xwe yên leşkerî YPG û YPJ ê bike. Em şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî bibîr tînin û dilê me de saxin. Em malbatên wan re sersaxî dixazin û şehîdên Kurdistanê tewahî. ”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button