Jibo Raya Giştî

 

Bi navê saziya gaziya û bi dûrişme ya xwîna me fedayî Efrînê bajarê aştiyê.

Em berxwedaniya gelê me û tekoşîna wan li hember dijminê herî hov,di serdema nû de,her wiha berxwedaniya wan a 58 rojan û parastina axa xwe silav dikin. Piştî kû hukûmeta Tirk a faşist pilana xwe di nava bêdengi yeke navnetewî de pêk anî û wek komployekê navnetewî polîtîkaya guhertina demografîk û derxistina hem welatiyên resen ji warên wan her wiha bi cih kirina çete ûmalbatên wan di herêmê de pêkanîn.Dewleta faşîst di hizire kû civaka demokratîk bi vî awayî tune kir,lê belê tiştê kû bûye û dibe berevajî wê ye.Civaka azad a demokratîk karîbû yekîtiya yekîneyên xwe pêk bîne û jinû ve xwe bi rêxistin bike di herema şehba de bimîne ji bo kû bibe hembêza efrînê û nameyên xwe bigihîne civaka nevneteweyî kû dewleta tirk bi darê zorê gel koçber kir,Ev jî ne li gorî zagonên mafên miraovan e û divê kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên ku bi teşeyên herî hov dest dirêjiyan li ser heremê dikin werin eşkere kirin.Em jî bang li civaka nav neteweyî dikin kû berpirsyariya kiryarên kû li efrînê dibin,rakin ser wijdanê xwe û li hember van kiryaran bibin bend û bi erkên xwe yên mirovatî rabin û çareseriyekê li gorî daxwaza civaka efrînê yên kû li şehba bi cih bûne û vegera wan ji herêma wan re bi siya civaka navneteweyî de û karibin nûnertiya xwe bi riya desteyên parastin û saziyên rêveberiyê bikin.Her wiha em li bendê ne kû hêzên gelê me yê rewa û di serê wan de Hêzên Rîzgarkirina Efrînê têkevin liv û tevgerê û bi agirê eniyan bi awayekî fermî em dest bi cenga rizgar kirina efrînê bikin jiber kû hêzên me ew hêviya me ya tekane ne yên kû pêşengiya ji me re dikin em jî weke saziya gaziyan li seranserî van salan ji dîroka dagirkirina efrînê de dest girêdayî ne sekinîne û ji vir û pê ve em bêden namînin.Em Soz didin kû em amade ne di Cenga Rizgarkirina  Efrînê de li kêleka şervanên xwe şer bikin.Gazî bûna me tu carî li hember tekoşîna me di riya rizgarkirina bajarê aştiyê nabe bend û xwiyna me ji efrînê ne bihatir e.Em jî wek hevalên gazî cara pêşî me perceyek  laşê xwe feda kir û amade ne careke din jî bê dudilî  percê laşê xwe diyarî bikin,di dawiyê de em bi gelê xwe yê hêja re dibêjin  di ser dagirkirina efrînê re du sal derbas bûn û vê demê jî kir kû ji nûve şervanên me werin birêxistin kirin û niha hazir û amade ne kû pêvajoya duyemîn ji şer berdewam bikin li ser vî bingehî em ji gelê xwe daxwaz dikin kûbaweriyeke mezin bidin keç û xortên xwe yên leheng û nekevin bin bandora şerê teybet yê kû gihiştiye asteke bilind û armanc jê ewlehiya di nava civakê de xerab bikinû bihêlin kû civaka demokratîk koletî û paşverûtiyê qebûl bike da kû em nikaribin axa xwe rizgar bikin.

Armanca me Rizgarkirina Efrînê ye û liser vî bingehê li hember gelê xwe em soza xwe nû dikin bê efrîn jiyan nabe.

 

HEYA KU AXA ME DAGİRKİRÎYE WATEYA JİYANE TUNE YE

BİJÎ BERXWEDANA SERDEMÊ BİJÎ GELÊ BERXWEDÊR

BİJÎ HÊZÊN RİZGARKİRİNA EFRÎNÊ BİMRE FAŞÎZİM

15.03.2020

 

 

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button