Çavdêriyeke zanistî

Cûdî Cizîr

Mirovahiyê ji serdemên herî kevnar, dest bikaranîna hiş û aqil kiriye da ku derdora xwe nas bike, şîrove bike. Ronîkirin taybetmendiya mirovan a wan ji zindiyên din cuda dike. Zanist ji meraq û hewcedariyên mirovahiyê derketiye holê. Mirovan her dem xwestine sedema bûyerên xwezayî weke birûsk, baran, nexweşî û gerstêrkan fêm bikin. Helbet armanca zanistê ne tenê berhevkirina agahiyan e, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanê û avakirina pêşerojeke bi ewle ye jî. Yanî ew hewldana hişê mirov e ku bi rêyên sîstematîk, ceribandin û çavderiyê gerdûn, xweza û civakê fêm dike û li pey heqîqetê diçe. Zanistê jiyan bi her awayî guhertiye û pêşve biriye. Ji lewra zanist çavkaniyeke bêdawî ya fêrbûnê ye.

Heya kesayet xwe negihîne zanista azad, wê nikaribe ji xwe re bawerî û hêviyê biafirîne.  Zanist bingeha pêşketin, raman û pêşveçûnê ye hemû şaristanî li ser koka wê tên avakirin û bi wê re hemû gel û civak pêş dikevin. Zanist ne tenê raman û bîrdoziya tê hînkirin e. Ew rêyek jiyanê ye. Rêyek e ji bo nezanîn, paşverûtî û tundî ji holê rabe. Zanist rêya ber bi ronahiyê ve diçe. Yanî zanist ronahî ye, nezanî tarîtî ye. Zanîn wek kaniyeke berhemdariyê ye, tenê dikare qenciyê bîne û bi wê jiyan watedar dibe.

Zanist ji bo hemû mirovan girîng e. Ji ber nezanan, zana dike, zanayan bêhtir ber bi ronahiyê ve dibe. Zanist hewldana mirov a ji bo têgihiştina cîhanê û qad û pergalên cihêreng e. Zanist rê li ber bidestxistina mafên mirovan û başkirina çawaniya jiyanê vedike. Welatên xwedî bernameyên zanistî yên bi hêz di warê aborî de, ji welatên din baştir in. Divê her mirovek bi qasî ji dest tê ji zanînê hez bike, bi wan kesên li zanînê digerin re bibe yek. Belê zanist nûbûn e, herdemî ye. Her kêlî vedîtinek nû çêdibe û her roj tiştek di zanistê de, li benda vekolîn û lêkolînê ye. Mirov bi rêya zanistê vedigerê cewherê xwe yê civakî. Zanist bi hiş û hizrê hevpar, civakê pêş dixe. Tenê ev dikare civakê bigîhîne heqîqet û armanca wê.

Zanist hewldana herî bi rêkûpêk, hûrgulî û sîstematîk a mirovahiyê ye ku ji bo fêmkirin, ravekirin û serwextbûna li gerdûn û xwezayê tê meşandin. Ew ne tenê berfirehiya agahiyên amade ne. Lê belê rêbazeke ramanê ye ku xwe disipêrê aqil, guman, çavderî û ceribandinê. Rêwîtiya zanistê bi dîroka mirovahiyê re yek e. Mirov her tim xwestiye derdora xwe fêm bike. Zanist hêzeke mezin dide mirovahiyê. Mînak, zanist ne encamek e ku gihiştiye dawiyê, ew rêwîtiyek e ku ti carî naqede. Her bersiveke ku zanist dibîne, gelek pirsên nû yên balkêş derdixe pêşiya mirov. Ew yekane amûr e ku mirovahiyê ji nezanînê rizgar dike û pêşerojê ava dike.

Di dîroka mirovahiyê de hin sedem hene ku zanistê paradîgmaya şêwazê dîtina cîhanê ya mirov bi temamî guhertine. Em bi girêdaneke zanistî, hêza wateyeke kûr û rastiya milîtaniyeke li ser heqiyê dimeşin. Yên durist, girêdayî, fedaî, heta dawiyê bi îdealên xwe ve girêdayî, bi zanistî li ser bingehê fêmkirinê bi xeta parastina rewa, nirxên şoreş, gel û mirovahiyê diparêzin.  Ew kes ji Rêbertiyê hez dikin, ji bo gel û azadiyê her zehmetiyan didin ber çavan. Demokrat, azadîxwaz û adil in. Ji derewan, zîhniyeta dewletperest û serdestiyê dûr in. Bêyî berjewendiyên şexsî têdikoşin,  xwedî nêrîneke cîhanî ya berfireh in. Li ser bingehê paradîmaya Rêbertî bi coş û hêviyeke mezin beşdarî xebatên jinûve avakirinê dibin

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button