Di navenda bahozê de hişê şoreşgerî û sebra stratejîk
Gaziyê Şer Hozan Serhed

Em li ber pifkirina bahozeke mezin û bêveger in. Nîzam û pergala derewîn a ji aliyê serdestên vê axê dikin gola xwînê ve hatibû avakirin, ji her derê xwe ve diqelişe. Ne tenê li ser axa me, li tevahiya cîhanê em di ber deryaya serûbinkirinê de ne ku têde wê kevir li ser kevir nemînin û hêzên serdest ji bo parastina textên xwe, ti carî ji şewitandina cîhanê xwe paşde nedin.
Gotina, “Ev xwîn wê birije. Dê qiyamet û bahoz rabe” kurteya jeopolîtîk a herî rût û tal, lê rast a serdema pêşiya me ye. Em ev Kurd in ku tam di navenda vê qiyameta mezin, serûbinkirina herêmî û dilê bahozê de disekinin. Weke gelekî ku di nav dilê vê erdnîgariyê de cih digire, ne mimkun e em ji vê bahozê birevin an jî xwe jê nezan bikin. Lê belê parastina gelê me ji vê şewatê û bi serketî derketina ji nav vê kaosê bi tevahî bi vîn û îradeya me bi xwe ve girêdayî ye.
Dîrokê gelek caran nîşanî me daye, her cara serdest bikevin nav şerekî mezin, herî zêde bindestên pişta xwe nadin hêza xwe ya cewherî û bi bayê kesên din ve diçin, berdêl dane. Hêzên di qesrên xwe de rûniştine, ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganî û siyasî ti carî ji berdana zarokên gelê feqîr a ber bi eniyên şer û paşve gav navêjin. Ji ber vê yekê helwesta şoreşgerî ya herî mezin a gelê Kurd dê di vê qonaxa serûbinkirinê de nîşan bide, ne hilbijartina aliyekî, di navbera serdestan de ye. Ne ketina dû dûvikê serdestekî ye ne jî hilgirtina fîşekan ji bo şewata yên din pêxistin e. Helwesta rast, bi tevahî serbixwe tevgerîn e. Serbixwe tevgerîn, bawerî anîna gelekî ya bi hişê xwe, bi zarokên xwe û hêza xwe ya cewherî da ku bi xwe navika xwe bibire.
Heke em biryarên xwe li gorî yên li dora maseyên kesên din hatine girtin, bigirin dest û gavên xwe li gorî sînorên serdestan xêz kirine biavêjin, em nikarin behsa azadiya xwe bikin. Di vê pêvajoya bahozî de, serbixwemayîn û plankirina siyaseta xwe bi tenê li gor berjewendiyên gelê me biryara herî saxlem, herî bi aqil û herî bi rûmet e. Digel vê yekê, di van kêliyên bahoz herî tund e, mirov bêdeng bimîne, qet nayê paşvekişîna quncikan, tirsê yan jî teslîmbûnê.
Berevajî vê, ev bêdengî bi xwe stratejiyeke şoreşgerî, hişmendiyeke kûr û gava herî mezin a leşkerî û siyasî ye. Dema bahoz radibe, gava hêzên statukoparêz ên herêmî û aktorên gerdûnî li hev dixin û hêza hev diqedînin, parastina bêdengiyê, parastina enerjiyê ye, xurtkirina tifaqa navxweyî ye, sazkirina nîzama mala xwe ye û bendemana dema rast e.
Di serûbinkirinên mezin de, yên gava yekem diavêjin û bêyî zanibin ka piyan datînin ku derê dikevin nav şer, bi gelemperî yekem kes in ku belawela dibin. Bêdengiya me ya di vê qonaxê de, sebra stratejîk e ku dema serdest hevdu biqedînin û westiyayî bin, em weke aktorên herî amade, herî dînamîk û herî bi hêz, derkevin ser dika dîrokê.
Gelê Kurd pir baş dizane ku yên di bin siya kesên din de dimeşin, gava ew sî bikişe wê di bin tavê de bişewitin. Ji ber vê yekê em mecbûr in siya xwe û paşeroja xwe bi destên xwe ava bikin. Qiyamet rabe jî, bahoz her cihî bigire nav xwe jî, stratejiyeke serbixwe ya Kurd a bi hiş, mantiq û îdealîzma şoreşgerî hatiye xemilandin, yekane misogeriya dê gelê me ji nav vê serdema kaosê ber bi azadî û paşerojeke ronî ve bibe.




