Di Civaka Xwezayî De Parastin û Derketina Tundî Yê

Divê em destpêkê li ser mijara zext, şer û tundî bisekinin. Mirovatî kengî bi tundî re rû bi rû maye an jî kengî tundî nas kiriye? Tundî çawa girtiye dest? Şer, çawa derketiye holê û şer çiye? Şer ji bo çi tê kirin? Divê em destpêkê van mijaran zelal bikin .

Wekî hemû tiştî, di mijara tundî de jî divê mirov biçe civaka xwezayî. Ji ber heqîqeta mirovatiyê di wir de veşartî ye.  Cardin tiştên di hundirê dîrokê de derketine holê, şekil girtine û heya roja îro hatine, esas bingehê wan di civaka xwezayî de ye. Ji bo mirov îro bikaribe bi danasîneke rast mijarekê pênase bike, divê mirov şîdet çawa girtiye dest? Ev pirs jî ji bo me girîng e. Esas hînbûn di wir de ye. Mirov dikare heqîqetê ji wir hîn bibe.

Di civakê xwezayî de li gorî zanista dîrokê, li gorî zanista arkeoloji, teoloji û mîtolokiyê di civaka xwezayî de tundî, zext û şer nîn e. Şîdeta heyî ji bo parastinê ye. Mirov dikare bibêje xwe parastin heye. Ku mirov nav lê bike û jê re dikare bibêje ” tundî” ev tundiya parastinê ye. Esas tundiya ji bo parastinê heye. Her wiha xwe parastin di cewherê hemû zindiya de heye. Ev ne tenê ji bo mirov, di civaka xwezayî de bi şêwazekî xwezayî ji bo tevahî zindiyan parastin heye. Di wê demê de tundî bi wê awayî hatiye bikaranîn.

Çawa? Di civaka xwezayî de pergala dayîksalarî heye. Di pergala dayîksalarî de parvekirin, parvekirina kar heye. Kilan hene û di navbera kilanan de parvekirina kar heye. Jin çi bike diyar e. Her qebila tiştan kom dike an ji neçîra ku dike têre wan dike. Ji ber wê demê neçîr û komkirin heye. Ji bo jiyanê ev  pêwîst in. Heman demê tiştê ji bo jiyanê pêwîst , parastin e. Her zindiyê ku parastina xwe tune, jixwe nikare hebûna xwe bidomîne.

Ji bo ku zindiyek jiyana xwe bidomîne hinek tiştên esasî hene. Ji vana yek; xwedî kirine ango pêwîste xwe xwedî bike. Didu; ji bo  cinsê xwe berdewam bibe zêdebûn pêwîst e. Sisê; parastin pêwîst e. Çi mirov dibe çi jî wekî xwezayî keskahî dibe  ji ber cinseke zindî re ji bo ku nemire, tune nebe û bi hebûn be ev her sê tişt pêwîst in. Lewre vana wekî parçeyek ji jiyana xwezayî ne û ev mafekî xwezayî ye.  Pêwîst e her cinsek xwe xwedî bike. Xwe xwedî kirin mafekî rewa ye. Jixwe ger xwe xwedî neke, nikare bi hebûn be. Pêwîst e zêde bibin ango divê têkiliya nêr û mê hebe, zêde bin û xwe biparêzin. Ev ji bo hemû zindiyan pêwîst e. Ji bo ajal pêwîst e û ji bo hemû zindiyên de xwezayê de pêwîst e. Ji bo mirov jî wisa ye. Di encamê de ji bo her hebûna zindi ev pêwîst e.

Xala din ji bo xwedîkirinê neçîr û komkirin pêwîst e lê belê êrîşên ajalên hov hene.  Ji bo ajal di hundirê xwezayê de jî jiyan pêwîst e.ajal neçîrê dikin û dikarin mirov jî neçîr bikin. Wek mînak şêr û piling. Li hemberî vana parastin pêwîst e. Li hemberî ajalên hoên zirarê didin mirov, parastin pêwîst e.

Carna dibe ku kilanek rastî kilanek din bê. Rast e, hevdû nakin kole, di kolekirinê de feydeya wan tune ye. Ev ne sistematîk e lê ji bo ku ji herema xwe û cihê xwe derbixe, di kilanê de li hemberî kilaneke din xwe  parastin heye. Disa ji şer pir bi pêş nakeve. Ji ber ku xwe diparêze, cihê xwe diparêze.  Parastina kilanê di wê çarçoveyê de ye. Her kes jixwe li cihê xwe ye. Kes bi kesî re pir mijûl nabe û kes qesta kesî nake. Ji ber ku ger qestê bike, warîdateke(servet) wî tune ye. Rojane neçîrê dike her wiha têra wî dike ango zêde namîne. Lewre şerê mirov bi mirov re zêde nîn e. Dibe ku hev rast werin û zirar bidin hev. Ew jî zû diqede. Tê wê wateyê ku, ji bo kilanek xwe li hemberî kilana din biparêze, parastin jê re pêwîst e. Li hemberî xwezayê ango li hemberî xeteriyên xwezayî yên wekî serma, germahî, bahoz, zelzele, lehiyê, avê, agir û hwd ji xwe parastin pêwîst e.

Di zanista mirov de tundî cara yekemîn bi rêya xwe parastinê bi cîh dibe. Wê demê mirov tundî tenê ji bo parastinê fehm dike cuda wek dinê fehm nakin. Yek jî ji bo neçîrê bike, hêdî hêdî amûrên wê bi pêş dixe. Berê kevirê tuj heye, pişt re gav bi gav lajwerdî(maden) tê dîtin ango lajwerdê sifir(bakir) dibînin û wê tûj dikin û hêdî hêdî amûrên şer pêş dikevin. Tundiya heyî ji bo xwe parastinê kar tîne ûwisa nas kiriye. Ev jî bertekê xwe parastinê ye.

Ev tenê ne ji bo mirov ji bo ajal jî wisa ye. Mînak, ajal; her yek xwe bi rengekî diparêze. Ajal bi hêza xwe şer dikin û xwe diparêzin. Jî vî qismî re dibêjn, ” ajal dirende(yırtıcı) “. ev şêr e, piling e, gur e, keftar e û hwd. Ajalên bi wê awayî xwe bi hêza xwe yê şer diparêzin. Dibe ku hinek di warê bihêzbûnê de li ser hinekan re ne lê xwe bi şer diparêzin. Tu dinêrî, hinek ajal hene ku hêza xwe yê şerkirinê nîn in, xwe bir ev û beze diparêzin.tenê dema xeteriyê dibînin, direvin. Ji bo wê jî ajalên wisa pir direvin, kes zû bi zû nagihe wan a. Mirov ji bo bigîhin wana xefkê datînin û bi wî awayî digîhin wan. Mirov bi awayekî asayî nagihe wan a. Mînak, xezal wisa ne. Ajalên din zû bi zû nikarin bigîhin xezal a. Ajal heye ku bi veşartinê xwe diparêze. Mînak, mar e.

Wekî din mirov dikare pir ajalan bi hejêmêre. Ajal  xwe vedişêrin, kûnên wan bin erde de ne. Minak, sivorî xwe çawa diparêze? Diçe li ser darê. Xwe parastina sivorî jî wisa ye. Xwe dike hundirê darê. Pisîk tê dorê dizivire dizivire, diçe ber deriye wê rûdinê lê sivorî di cihê xwe de ye. Parastina sivorî jî wisa ye; ji kuna xwe dernakeve. Sivorî li hemberî  pisîkê li hemberî ajalê din li hemberî mirov xwe dixe koka darê. Heman demê mişk ji xwe dixe kunê kê xwe diparêze. Ajal heye ku rengê xwe li gorî wê dere ye. Mirov kul ê dinêre ji ber wê renge wî nabîne. Bi giştî xwezayî yê wê ajalê wisa ye.

Parastina xwezayî ji her wisa ye. Keskahî ji parastina xwe heye. Destpêkê ji bo jiyan bike roj jê re pêwîst e. Tu dinêrî, dar heye ku li cihên wekî  daristanên gur bilind dibe. Çima bilind dibe? Ji ber  ku divê rojê bibîne. Beyî rojê nikare bijî ji bo wê bilind dibe. Ya girîng keskahî ji wisa ye. Jixwe hinek keskahî temenê wan kin in, hinek keskahi ji demsalî ne. Her wiha keskahî de ji zêdebûyîn heye, tov heye. Keskahî wî rêbazê xwe diparêze.  Tenê ne keskahî  hemû zidiyên nebatî xwe wisa diparêzin lê li hemberî xwezayî heya cihê kê xwe dikarin biparêzin. Keskahiyên demsalî xwe dikarin biparêzin ji ber ku hêza xwe ji rojê digirin. Av ku jê re pêwîst be wê demê li ber avê çêdibe û li cihek din çênabe. Yê ku girîng ev giştî xwe parastin e.

Bi kurtahî hevsengiya xwezayê wisa hatiya sazkirin. Hevsengiya xwezayê li ser esasê parastinê hatiye çêkirin. Jiyan bi xwarin, zêdebûn û parastinê hatiye avakirin. Ev hevsengiyek e. Jixwe îro ku pirsgirêka ekolojiyê derketiye holê, sedema xwe ji xirakirina hevsengiya di navbera xwezayê de digire. Minak, ji ber ev hevsengî xirab dibe, êdî jiyana mirov liv ê cihê dikeve xeterî yê.  Îro tê gotin ku, tebeqaya ozon kun dibe, cîhan germ dibe, atmosfer tê guhertin. Çima? Ji ber ku ev hevsengî tê guhertin. Nexwe civaka xwexayî de çi heye? Di civaka xwezayî de giştî re jiyan dibe û her kesekê mafê xweyê parastinê heye. Vî mafê xwe bi kar tîne û wisa jiyan dibe. Yê ku nikari be vê pêk bîne, ew jiyan nabe.

Li gor wê tiştê em ji fehm bikin çi ye? Parastin ji bo jiyanê tiştekê pêwîst e. Ji bo her hebûneke zindî parastin pêwîst e. Di vê wateyê de parastin pîroz e. Wekî tê zanîn fîlozofê Yûnanî Sokrates dibêje: ” Parastina xwe bizane!”  Ev ji vir derketiye. Ger mirov wekî kes, wekî netewe, wekî civak nikaribe xwe biparêze, mirov wê tune bibe.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button