Di Avêtina Her Gavekê De Nas Kirinên Nû

Di kesayeta gelek hevalên ku niha şehîd bûne de ez ji hevaltiya wan bandor bûm. Kesayeta şehîd Rizgar, şehîd Eylem şehîd Zinar û şehîd Bêrîtan dihişt ku ez xeyalê xwe yê heyî bi awayekî rast bijîm. Min YPG’ê û YPJ’ê nas nedikir tenê min bihîstibû lê herdemê jî behsa hevaltiya wan ya bi hevdûre dihat kirin. Di şênberiya kesayeta wan hevalên ku min navê wan got ew tiştên ku min bihîstibûn êdî bûbûn rastî. Nêzîkatiyê hevalan yê ji min re di her gav avetineke xwe de jiyan fêrî min dikirin. Di asta hêstiyarî be jî bi saya sekna wan hevalan ez fêrî jiyanê bûm. Weke wan hevalan bi dehan heval min nas kirin. Hebûna wan ya li gel xwe min herdemê hewil da ku ez di cewher de bijîm. Bi desrbas bûna demê re min jiyan nas kir. Gotina xwîna ku diherike dara azadiyê şîn dike min herdemê ji bona xwe esas girt da ku di nava wê darê de ez jî bibim pelek. Heft sal ne kêm in. Ji ber ku di nava her kêliya van heft salan de min pir tişt dît û jiyan kir. Ew 20 salên ku min li pergalê jiyan kirin ji bona min wateya van heft salan zêdetirî wan 20 salane.

Dema ez tevlî bûm malbata min jî hestiyar nêz bû. Bi taybet di nava civakê de jin ne xwedî ti mafane. Lê ev jiyan her çiqas aliyên xwe yên zehmet jî hebin lê malbata min tevlîbûna min pîroz didît. Tevlîbûna her keçeke Kurd ji nava tevgera Azadiyê re malbat ji xwe re weke serbilindahî didîtin. Her çiqas aliyên malbatê yên feodal jî hebûn lê belê wek keçeke wê malbatê çek rakirina min rûmet dida malbata min jî.

Şerê min yê yekemîn di jiyanê de dest pê kir. Wek pêngav jî dest pê kê min di şerê Rimêlan Paşa de cihê xwe girt. Lê xwesteka me ya li beramberî vê jiyanê mirin jî li ber çavê me biçûk kiriye. Ji ber ku tevgera me wateyeke mezin dide vê têkoşînê. Gelê me jî dema ku di oxira vê têkoşînê de zarokên xwe dide, ji bona wan dibe cihê serbilindahiyê. Tişta ku ji tevahî mirovan re zehmet tê mirine lê rêhevalên me yên ku Şehîd jî bûne bi şehadetên xwe jînên nû afirandin. Ez bi xwe jî mirineke hêsan ji bona xwe qebûl nakim. Dest pê kê dema ez tevlî şer jî, bûm min di aliyê derûnî de tirs jiyan nekir. Hevalên ku me nas dikir li ber çavên me şehîd bûbûn. Ji bona vê jî dilê min bi hêrsa tolhildanê tije bûbû.

Bi kelecana hevalên kêleka xwe re û bi tilîliyên hevala ez gelek bandor bûm. Piştî ku em ji kemînê derketin, dijmin windahî dabû bi vê re kelecana hevalan zêde bû. Min jî ji wê kelecanê hêz digirt. Ji Rimêlan Paşa destpêkir heta Dêrik, Til Koçêr, Serêkaniyê, Cezaa, Minbic, Şengal û heta Dêrazorê me gelek danehev bi dest xistin. Vîna ku min li ser linga dihişt misyona ku rêxistin dida jinê bû.

Dema ku ez birîndar jî bûm min birîndariya xwe ji bona xwe nekir asteng. Ez li Serê Kaniyê birîndar bûm. Dema ez birîndar bûm şehîd Çiya li kêleka min bû, em di heman komê, koma êrişê de bûn. Ji xwe piştî birîndariya min bi rojekê heval Çiya jî şehîd bû. Dest pê kê heval Çiya ne di koma me de bû. Carekê de min mêyze kir ku B7’a wî di dest da û hat. Dema hat ji kelecana re min digot qey em ne di nava şer de ne. Tişta ku di wê kêliyê de heval Çiya bi rûkenî ji min re got wiha bû; “li aliyê we şer germtire’’ me hem şer dikir û hem jî dikenînin. Carekê de bombe hat li navbera me ket. Ez wê demê ji destê xwe birîndar bûm. Tişta min destpêkê got jî; “Çiya tu baş’’ bû. Lê em gîhiştin armanca xwe cihê ku me ji xwe re kiribû armanc me girt bin venêrîna xwe.

Dijminê li beramberî me dijminekî wisa bû ku navê mirov bûnê qirêj kiribû. Li gor baweriya wan jî bi destê jin mirina wan wê bibe sedem ku neçin bihûştê. Ji bona vê jî bi taybet dema ku tilîliyên hevalên jin dibihîstin tirsa wan zêde dibû. Lê bi vê re jiyana me nedisekinî. Perwerdeyên me berdewam bûn. Ji ber ku mirovek nikare tevahî jiyana xwe di nava şer de derbas bike. Ji bona ku di şerê xwe û jiyana xwe de jî serkeftî be pêwîste xwe di her alî de perwerde bike. Cara 2. Dema ku li Serêkaniyê şer qewimî hat gotin ku navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê qut kirine. Ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ve jî alîkarî ji çeteyan re dihat dayîn em bi xwe jî hin caran bi astengiyan re rû birû dihatin. Bi taybet li ser gel êrişên di aliyê aborî de dihatin kirin. Ji bona wê jî em neçar bûn ku pêngavên xwe zêde bikin. Wê demê ji ber rewşa min ya birîndarî hevalan destur neda ku ez jî beşdar bibim. Min dema amadekariyên hevalan dişopand ji min re zehmet bû ku heval biçin û ez neçim. Piştre min bi serê xwe lêda û ez çûm li panzêrê siwar bûm. Dijmin hem heval û hem jî gel xistibû nava dorpêçê. Ji bona wê jî min nekarî ez xwe bigrim. Wê demê cardin rewşa min ya birîndarî qewimî. Birîndariya min ya vê carê ji ya cara destpêkê girantir bû. Wê demê beriya ku ez biçim heval xwestin bibin asteng lê ez çûm. Wê kêliyê min nedifikirî ku ez bi çi rewşê re rû birû werim. Wê demê cara yekem dijmin li beramberî me Fuze bikar anî. 2 panzêrên me tine bûn. Wê demê windahiyên me jî çêbûn. Armanca wan ew bû ku me dîl bigrin, ji ber dijmin pir nêzî me bûbû. Piştî wê hevalan parastin kirin û alîkarî dan ew çembera teng hat şikandin. Lê encam çidibû jî vîna me nedişkest. Ji ber ku me dizanî eger em hestiyar nêz bibin, em ê winda bikin. Yê ku herî zêde jî hişt em hestiyar nêz nebin yek jê jî şehîd Seydo Rojhilat bû. Piştî şerên dijwar heval gîhiştin armanca xwe. Wê demê nêzî 25 hevalan şehîd bûn lê encamê ku hat girtin me xwe gihand xeyalê wan hevalan. Lê heta vê demê jî bermahiyên wî şerî hene. Ji ber ku şerekî ne hêsan bû, salên dirêj jî di navberê re derbas bibin wê xwîna wan hevalên me her demê li ser wê axê bimîne. Lê ya girîng tolhildana wan hevalane û xeyalên wan pêk anîne. Bê destûra hevalan ez çûm û beşdarî wî şerî bûm. Min bedel jî da lê ez ne poşmanim. Lê poşmantiya ku ez dijîm di aliyê ku min dikarî hîn zêdetir heval biparastana.

Heval Bêrîtan hebû. Di şerê Cezaa de em bi hevdûre bûn. Hevalan pîlansaziya çalakiyê kirin. Wê demê min û heval Bêrîtan got em ê destpêkê biçin. Ji ber ku me ala YPJ’ê girtibû gel xwe da ku em destpêkê ala YPJ’ê li Cezaa hildin. Cezaa gund bû. Lê ji bona me xwedî girîngiyeke mezin bû. Ji ber ku dijmin li wê derê herdemê zext li ser gel dida meşandin û aliyên xwe yên stratejik jî hebûn. Dema destpêkê em ketin Cezaa di koma me de 2 heval bi awayekî sivik birîndar bûn. Em çûn ketin hindirê mektebê em û hevalên xort ketin pêşbirkê. Hevalên xort gotin ku emê destpêkê ala YPG’ê hildin me got emê destpêkê ala YPJ’ê hildin. Em gîhiştin hindirê mektebê me alên xwe hildan. Ketina me ya wê pêşbirkê jî bi serê xwe kelecanek cûda bû. Piştre me û hevalên xort ala YPG û YPJ bi hev re hilda.

Piştî bi dawîbûna DAIŞ’ê jî nayê wê wateyê ku wê şerê me bi dawî bibe. Ji ber ku şerê me yê hişmendî herdemê hebû û wê berdewam jî bike. DAIŞ’ê şerekî pir qirêj dida meşandin. Me jî bi serkeftî destpêkir û me bi serfti jî bi dawî kir. Her çiqas aliyên xwe yên zor û zehmet jî hebûn lê em bi ser ketin. Ji bo me dawîbûna DAIŞ’ê, moralekî mezin bû. Ji ber ku me tola salan hilda. Pewîst bû encam bi vî rengî buna. Lê belê li beramberî desthilatdariyê xilas nabe. Ji vir şûnde wê zarok xeyalên xwe azad bijîn. Ji ber ku zarokeke keç dibû deh salî di nava çerşefên reş de dihat pêçandin. Ji vir û wiha de wê gel, civak jiyanê nas bike û li ser wê nas kirina ronahî û heqîqetê wê jiyan bikin. Wê jin êdî fêm bikin ku jiyan ne tenê zewace. Bi xilasbûna DAIŞ’ê re wê mirovahî jiyaneke rast û bedew bijî.

Cîhanê tevahî jî dema ku dît jin û xort bi hev re mil bi mil çawa şer dikin. Di şênberiya têkoşîna YPJ’ê û YPG’ê de hat dîtin ku jin û xort ne tenê ji bona zewacê tên gel hev di heman demê de hat dîtin ku bi yekbûna hêza jin û xortan re rastiyên ku di cîhanê de qet nehatine dîtin derdikevin holê. Ew jî bi hev re tekoşîna ji bo azadiya welatê xwe ye.

Amara Şervan

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button