“Dewleta Tirk di nava siyaseta serdemê ya şerê cihanê yê sêyemîn de xeniqiye”

Dewleta Tirk di nava siyaseta serdemê ya şerê cihanê yê sêyemîn de xeniqiye.

Laleş Êzîdê:

“Di serî de em cejina vejînê û zayina ya Rêber APO, li Rêber APO, hevalên şehîd, hevalên li zîndanan, jin û gelê me, li hemî hevalên ku bê navber ked û xûdanê didin pîroz dikin, zayina mezin a Rêbertiya me hemî ropelên dîrokê dane gohertin, ew zilm û ro reşiya hezarên salan ku xwe li ser gelê me dayî jiyankirin, bi zayîna Rêber APO re dawî lê hate kirin, ked û berxwadana azadî û heqîqet ya Rêbertiya me carekî dî gelê me ji xewa mirinê şiyar kir, ger mirov li pergala şerê cîhanê bimeyzîne, ka hişmendî û feraseteke çawa ya baviksalarî ku xwe li ser keda mirovan dide jiyan kirin, pergala şerê qîrkirinê di roja me de her ku diçe li cîhanê girantir dibe, dewletên hegemon bi pêşengiya modernîta kaptalîst şerê gerim li cihanê belav dike, dema ku em şerê di navbera ROSIYA û UKRANIYA de bigirin ber çavan, ji şer û nakukiyên ku di roja me de li rojlihata navîn ro dide ne cûda ye, şer di navbera ISRAL Û HEMASA FILISTÎNÊ, ÎRAN Û ISRAL, ÎRAN Û AMARÎKA de tê jiyîn heman pîlan û hişmendiya pergala serdest a dewletên cihanê ye, ev pîlan û nakokiyên heyî tev pîlan û pirojeyên hêzên desthilat ên cîhanê ne.

Dewleta Tirk di nava siyaseta serdemê ya şerê cihanê yê sêyemîn de xeniqiye.

Her çendî em behsa şerê li cihanê ro dide bikin jî, lê dema ku em şerê li Kurdistanê ro dide bi gire ber çavan, mirov dibîne ku, netewpersetiya şûven û çina serdest vê konseptê didine bi rêvebirin, daku pîlan û pirojên lozana kevin bibin serî, dewleta Tirk di nava siyaseta serdemê ya şerê cihanê yê sêyemîn de xeniqiye, nizane siyaseteke çawa bi rêve bibe, lê tevî vê yekê jî dev ji hişmendiya xwe ya êrîş û şerê li dijî gelê me bernade, bi salan dewleta tirk siyaseta imha û qîrkirinê li ser gelê me dide meşandin, tişta ku ji destê vê faşîzma tê li dijî gelê me dide dumandin, faşîzma erdogan baxçelî bi desteka hêzên nav netewî û NATO, ji her demê zêdetir êrîşên xwe yên li dijî Rêbertî û partiya me dide berfireh kirin, zextên li zîndana, gel û êrîşên li ser qadên çiya ji êrîş û tecrîda girankirî ya li ser Rêberitiya me ne cûdaye, ji her demê zêdetir li ser rêbertiya me êrîş û zextên derûnî têne bi rêvebirin, li milekî zext û êrîşên derûnî yên li ser rêberitya me tê dumandin, li milê dîjî êrîşên dagirkerî û qîrkirinê li Kurdistanê dide bi rêvebirin.

PDK rê û barargehên leşkerî ji dewleta tirk re çêkirin

Dewleta tirk û faşîzma AKP, MHP ê di bin navê têkiliyan de lez daye lêgerîn û itîfqên nû yên bi ÎRAQ û SÛRIYÊ re, da ku wan jî tevî şer û êrîşên li dijî partiya me bike, ji xwe siyaseta xayînnane a PDK û mala berzanî hemû destkeftiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê xistiye xizmeta dewleta tirk a faşîst û gelê me bi feqîrtî û hejartiyê re ro bi ro hîştiye, tevgera PDK ya rê û barargehên leşkerî ji dewleta tirk re çêkirin, raste rast nûkertî û êrîşên li dijî piradîgma û bîrdoziya Rêbertî û partiya me ye, niha jî PDK li milekî bi dagirkeriya tirk re amadakariya êrîş û operesyonên nû li ser qadên çiyan dike, da hemî herêmên parastina medya ji hev qût û tejrîd bike û rê li pêş pêşketinên gêrîlayên azadiya Kurdistanê bigire, ev rastiye ku PDK bi awayekî şênber ketiye nava êrîşên li dijî partî û destkeftiyên gelê me, PDK ê bi al hildana ala tirkiyê li ser kela hewlêrê û êrîşên li dijî metîna û şêlededizê re, rêyê xwe yê veşartî raxiste ber çavan.

Bi hezarê salane gelê me li beramberî êrîşên îmha û qîrkirinê li berxwe dide

Îtîfaqa faşîst a AKP, MHP dixwast pîlan û konsepta çûk danînê di hilbijartinên xwe cihî de careke dî li ser gelê me bide pêk anîn, berxwadana gel û di serî de gelê me yê wanê bi berxwadan û xwedî derketina li vîna xwe bû sembola baweriyê, ku wê ticar dev ji îrade û vîna xwe ber ne de, ev hişyarî û hayadariya gelê me asta wan a rêxistinkirî derdixîn berçawan ku çendî girêdayî Rêbertî û partiya xwe ye. Bi hezarê salane gelê me li beramberî êrîşên îmha û qîrkirinê li berxwe dide, gelê me niha jî hêz û berxwadana xwe bi berxwadana Rêber APO, hevalên li zîndana û gêrîlayên azadiya Kurdistanê ve daye girêdan û hêza xwe ya berxwadana ji paradîgma Rêber APO a azadiyê digre, ev 25 salin Rêbertiya me li beramberî tecrîd, zext û êrîşên deronî, berxwadaneke herî pîroz dide meşandin, pêngava ji Rêber APO re azadî ji pirskirêka kurd re çareseriya siyasî her ku diçe li cîhanê berfireh dibe, berxwedana hevalên li zîndana û çalakiyên gêrîlayên azadiyê, berxwedana gel û jinan bersiva herî bi romet a li beramberî tecrîda li ser rêbertî û êrîşên dagirkeriyê ye.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button