Dayikeke Kedkar û Şareza: Yadê Sêvê Gulê

Dayika me Sêvê Gulê ji gundewarê herêma Dêrika Hemko, gundê Semsaxê ye. Dayê Sêvê di şoreşa Kurdistanê de weke gelek dayikên me yên welatparêz, fedakar, jîr û jêhatî bû. Gelek xizmet ji şoreşa Kurdistanê re kir û bûye cihê qedirbilindî û hurmetê.

Şoreşa Kurdistanê xwedî gelek dayikên wiha nimûne ye ku ji welatê xwe re fedakarî û xizmet kirine. Bûne, dayikên şoreşê û em jî weke ewladên wan her dem ji dayikên xwe re xwedî hûrmet in. Ji bo me dayik her çavkaniya hêza bawerî û manewiyatê ne û her dem em ji wan re rêzdar in.

Dayê Sêvê Gulê dayika hevriyeke me ya gerîla ye. Weke her dayikan çavên Yadê Sêvê jî li rêya serkeftina şoreşê bû ku wê careke din keça xwe ya li ber dilê wê pir delalî û qedirbilind bibîne, wê jêre bîranînên xwe dirêj dirêj û bi aramî vebêje. Lê çavên feleka malikxerab û mirina tal kor be ku dayika me ya kedkar û têkoşer ji nava, me bir. Wê felekê nehişt Yadê Sêvê careke din keça xwe bibîne. Wê ji dil û can hembêz bike da ku hesreta wê ya salan bi dawî bike û li ba keça xwe rûnê, xeyal û bîranînên xwe pêre parve bike, ji dil û can geş bibe û bikene.

Dayika me Sêvê Gulê gelek caran ew bîranîn û xeyalên xwe, ji heval û hogirên keça xwe re gotine,  gelek caran jî lorandiye û rondik ji çavên wê hatine xwarê.  Her di nav xewn û xeyalan de jiyaye û hêvî kiriye rojekê keça wê li gel Rêber Apo û hevalên xwe were û bibêje, “Dayê were ba me rûnê û ji me re bîranînên xwe beje. Ji bo em raberdûya te binasin.” Weke ewladên wê dayika nazdar û dilşewat em jî dibêjin, “Dayê em soz didin te xewn û xeyalên te pêk bînin. Em ê Rêber Apo di warê, fizîkî de azad bikin û werin ber serê qebra te. Em ê bang bikin û bibêjin, ‘Vaye Rêber Apo û vaye keça te û heval û hogirên wê hatine û te silav dikin û xeyalên te pêk anîne.’”

Em ê ji bo dayikên xwe yên pîroz têkoşîn bikin  da ku xewn û xeyalên wan pêk bînin û wan serfiraz bidin jiyandin. Em dizanin ku gelek dayikên me wiha bi hesreta li ser zarokên xwe,  welat, Rêbertî û azadiyê jiyana xwe ji dest dane, çûne ser dilovaniya xwe. Belê welatê me bindest e û divê em ji bo welat û gelê xwe têkoşîn bikin.  Em ê hew bihêlin ku dayikên me di nav hesretan de bimînin. Em soz didin mafê gelê xwe bistînin. Em ê bibin xwedî al, ziman û vîn ku hew ji hevdu veqetin. Em ê bi serbilindî û rûmet bijîn. Ez careke din sersaxiyê ji malbata dayika Sêvê Gulê re dixwazim û dibêjim sed rehmet le be û cihê wê bihuşt be.

Ji Pênûsa Jinên Têkoşer

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button