Hêza rihê mirov

Cûdî Cizîr

Hêza mirov ne tenê bedenî ye. Hêza fikrî î îradî jî pir girîng e. Mirov dikare bi îrade û hişê xwe zehmetiyên herî mezin derbas bike. Ev hêz dihêle ku mirov hestên xwe bide nîşandan û bandorê li dilê mirovên din bike. Mirov bi hêza xwe li hemberî astengiyan têdikoşe û armanca xwe pêk tîne. Bi hêza fikir cîhanê nas dike. Mirov dikare bêje ku hêza rastî ji hundirê mirov bi xwe dest pê dike.

Gava mirov dibin yek, hêza wan bi hezaran carî zêde dibe. Gelek caran di demên tengasiyê de hêza mirov radibe ser piyan û nû dest pê dike. Ji lewra hêza mirov sînoran nas nake. Her tişta hatiye afirandin, ji teknolojiyê bigire heta huner, zanist û îdeolojiyê hemû berhemên vê hêza bêsînor in. Her mirov xwedî hêzeke mezin e ku dikare jiyana xwe û derdora xwe ji nû ve biafirîne. Divê mirov zehmetiyan veguherîne hêz û azadiyê.

Mirov heyîneke wisa ye ku dikare bifikire, fêr bibe û pirsgirêkan çareser bike. Bi saya hişê xwe, mirov dikare sînorên deman derbas bike, bûyeran binirxîne û pêşerojê plan bike. Zanist û pêşketinên mezin bi tevahî bi kûrahiya hêza hişê mirov derketine holê. Hêza herî mezin a mirov di demên zehmetiyan de diyar dibe. Dema mirov bi karesat û nexweşiyan rûbirû dimîne, hêza mirov a hundirîn yanî îrade dibe rênîşandar. Naxwe mirov dikare di nav şert û mercên herî dijwar de jî rabe ser piyan û ji nû ve dest pê bike. Hêza mirov a şexsî dema digihêje hev, dibe hêzeke civakî ya mezin. Şaristanî ne bi kesekî, lê bi hevkariya mirovan hatine avakirin. Ziman, çand û parvekirin bingehê hêza mirov e.

Di encamê de, hêza mirov zeryayeke kûr a sînorê wê tineye. Wexta mirov ji xwe bawer be û hişê xwe ji bo armanceke pîroz û pêşketinê bi kar bîne, ti astengî nikare li ber bisekine. Hêza herî mezin, naskirina mirov a ji xwe re ye. Em şoreşger rasterast bi demê re dijîn, li hember pirsgirêkan têkoşîn dikin. Di van mijaran de em xwedî tecrûbe ne.

Hêza mirov, dînamîka herî mezin û piralî ye ku rûyê gerdûnê guhertiye û pêşerojê ava dike. Hêza herî pîroz a mirov, taqeta wî ya manewî ye. Gotinek, pirtûkek an jî tabloyeke resman dikare hişmendiya civakê biguherîne û bibe sedema şoreşên mezin.

Bala xwe bidinê hêza fikrî ya Rêbertî feraseta civakê guhert û li qada siyasî jî her tişt serûbin kir. Hêza mirov, mîna çemekî bi coş e. Ew ne tiştekî statîk e. Her ku mirov fêr dibe û xwe nas dike, ev hêza mirov mezin dibe. Sînorên vê hêzê tenê sînorê xeyalên mirov e. Dema mirov hişê xwe bi wijdan û vîna xwe jî bi qenciyê re bike yek, hêza mirov dibe ronahiyek ji bo tarîtiya gerdûnê. Ev jî di rastiya mirov û xwezayê de heye. Mînak di zemînê têkoşînê de hêz, eger bi dahûrandina rast neyê pêşxistin, dê nebe çavkaniya ronahîbûnê.

Tevgera me bi avaniya xwe ya îdeolojîk, di wê bawerî û îdîayê de ye ku di sedsala 21’an de ji pirsgirêkên hemû mirovahiyê re bibe hêza çareseriyê. Ji ber vê jî têkoşîna me ji bo me pir girîng e. Tevgera me niha di asta her çar beşên Kurdistanê de hêza sereke ye. Me bi avakirina hêza xwe ya cewherî ev hîn zêdetir pêş xist. Em di wê astê de ne ku karibin li hemû qadên Kurdistanê îspat bikin ku em hêza azadiyê ya sereke ne.

Ji bo bigihêjim feraseta milîtantiyeke rast û bibim xwedî pratîkeke ji dil, bi hemû hêza xwe têkoşîn bikim. Ez ê bi hêza ku min ji Rêbertî, şehîdan, gel û ji rastiya jina azad girtiye, bi berdewamkirina lêgerînên xwe, heta bigihêjim kesayeteke demokratîk û sosyalîst, bi dilsoziyeke mezin bê ku rawestim bixebitim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button