21 ê Adarê Gelê Kurd Pîroz Be

 

Roja Newrozê li seride Reber Apo hemû gelên kedkar, gelên bindest û mezlûman pîroz dikin. Roja Newrozê rojeke pîroz e, roja  yekîtiye û bi teybetî jî roja yekîtiya netewa ne. Ji bo vê em bikaribin roja newrozê bikin serkeftin û serfirazî. Ev roj di kevneşopî û dîroka Kurdan de heya roja me ya îro hatiye, di sala 612’an de Kawayê Hesinkar dema li hemberî dihakan serî hilda û serkeftin bidest xist, ji bo vê yekê jî em ji bo vê rojê dibêjin “Rojeke nû li Kurdan hilat.” Heya roja îro weke çand û edet ev roj di nava gelê Kurd de rojeke pîroz e, her çi dibe bila bibe gelê Kurd dê vê rojê her û her pîroz bikin, her çiqas şer û mirin jî hebin disa jî dadikevin meydanan û pîroz dikin. Ev roj bi taybet destpêka biharê ye, ev roj rojên sar û tarî li dû xwe dihêle, ango mirov dikare bêje bi destpêka biharê re ji bo civakê xemleke, weke vekirina ronahiya jiyanê ye, roja êş û azarên xwe derbaskirinê ye, roja xwe nas kirinê ye. Feqed roja Newrozê ne rojeke ,sê rojin di hundirê sê rojan de Kawayê Hesinkar li hemberî Dehakan bi serket. Sê roj û sê şevan şahî tên çêkirin, disa mirov dikare bibêje dirêjiya biharê weke şahiya jiyanê ye, yek girtina jiyanê ye û serkeftina jiyanê ye.
Birastî mirov di vê rojê de xwe azad hîs dike, ji ber ku di vê rojê de bi hemû gelê xwe ve bi şahî pîroz dike. Her wiha di salên 1980’î de jî yê ku ev roj kirin îradeyeke azad weke berxwedaniyekê bêdawî ji bo sozdayina serkeftinê, di sala 1982’an de Mezlûm Doxan agir bedena xwe xist disa jî di hindirê zindanê de bi sê darên kibrîtê Newroza xwe pîroz dike, piştî wê grubên dawî vê berxwedaniyê bilind dikin û mirov dikare bêje ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê hemdem Mezlûm Doxan ev roj xweş û geş bû, lê ev roj di her welatekî de bi pênaseyên curbecur binav dikin û dixwazin bikin malên xwe, lê di resen û bingeha xwe de ev roj roja serkeftina Kurda ye û dîsa wê gelê Kurd di vê rojê de wê yekîtiya xwe ava bike û bi vê berxwedaniyê neteweyên dinre jî bibe yek. Di vê rojê de gelê Kurd li ser esasê neteweya demokratîk bi jiyaneke azad û hevbeş dadikevin meydanan û Newroza xwe bicoş û keyfxweşî pîroz dikin. Dîsa di vê pêvajoyê de virusa weke corona derketibe jî wê ev yek pêşiya gelê Kurd wê nebe asteng, em dikarin bibêjin ên ku behsa vê virusê dikin di mejiyê wan de virûs avabûye û ji bo vê yekê jî her çi dibe bila bibe em ê vê rojê pîroz bikin, bi komên biçûk be jî em ê bi gelê xwe re bin û em ê Newroza 2020’an pîroz bikin. Li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê careke din cejna girtiyên di girtîgehên dewletên dagirker de û cejna hemû gelên berxweder û gelên azadîxwaz û bi teybetî jî malbatên şehîdan, hevalên gazî yên ku bedel dane pîroz dikin û kesên ku tevlî Newrozê dibin serkeftinê ji wan re dixwazin û em dibêjin emê serbikevin û li hemberî dijminê dagirker bi ruhê berxwedaniyê têkoşînê bilind bikin û bi vê şiyarê em ê Newroza xwe pîroz bikin.

Rewan Mihemed

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button