Agır Cemidi

AGIR CEMIDÎ
Berf bi têhna agire
Ezman bi heyv û roj tarîne
Havîn bê roj maye
Payîz bablîsoke heval
Zivistan zûha maye
Dest û lingê mirovahiyê hatiye girêdan
Lîstokê zarokê welatê min tenê di xewnê şevan de maye
Qêrînên dayîka gîhiştin erd û ezmana
Her tişt li benda rojê ye
Her tişt li benda xweşiya ronahiyê ye
Îro roja min di nava çar dîwaran de maye
Demsal bê roj û ronahî mane
Zarokên welatê min di xemgîniya xwe de difetisin
Ez zanim, wê qêrînên dayîka li ser dile neyaran de bibe xezeb
Ez zanim rihê APO yî wê agir berde dile zaliman
Edesa Întiqam
25. 09. 2017

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button