EY ASÎMAN
Ji pênûsa şoreşgereke azadîxwaz

Şînahiya te bû ku min evîndar dikir
Yan jî ew ewrên te bûn ku bi azadî wenda dibûn?
Yan jî ev stêrkên te bûn ku
Min li her yek ji wan navê hevalek xwe yê şehîd lê kiribû?
Bêrîkirin e ya min bi te ve dide girêdan
Yan jî ev evîna min a ji azadiyê re ye ku
Ez di şînahiya te ya bêdawî de dibînim?
Ey asîmana muhteşem!
Ey rengê evîna min a şîn!
Ez niha li te mêze dikim
Û di her nêrandinê de ez evîndarê te dibim
Çavên min di nav evîna te de wenda dibin
Weke ku evîndarek li evîna xwe temaşe dike
Ez di şînatiya te de wenda dibim
Û diçim serdema navîn
Diçim wê kêliya ku dest û lingên Babek têne jê kirin
Ez temaşeyî Şêx Bedredîn dikim
Ez dibim şahîdê li sêdaredana wî
Ez li wî temaşe dikim û dibêjim!
Ez jî di rêya heqê de bi te re me
Ez jî hevalê Borkluce û Torlak Kemal im
Di wê kêliyê de Manî porê min dike kezî
Û ez li kêlek jina çeleng Denag dibim şopdarê Manî
Ez ji bo Xellacê Mansur digirîm
Ji ber ku nim jî bi wî re li çarmixê didin
Lê bi înad ez jî bi wî re dibêjim, “En El Heq’’
Paşê diçim çiyayê Elburzê
Bi Zerdeşt re dikevim înzivayê
Û li wê derê rastî û şaşî, tarîtî û ronahî çi ye ez fêr dibim
Weke ku di xewnêkê da bim
Diçim Îmraliyê
Û ez ji Rêberê xwe re dibêjim
Rêberê min, ez zarokek im
Û tenê tu dikarî min fêrî jiyanê bikî
Ez keçek Kurd im
Asî me, bi cesaret im, lê her tiştê min ji dest min hatine girtin
Îmralî dibe agirgeha min
Û ez bi wî agirî qirêjiya bi hezarê salan di xwe dişewitînim
Û ez ber bi rêya azadiyê ve dimeşim
Êdî kî dikare li pêşiya min bibe kelem?
Ji ber ku êdî ez di rêya azadiyê de me
Her çiqas laşê min qetqetî be jî
Ez bi evîna xwe re dikim yek
Bi înad ber bi azadiyê ve dimeşim
Bêsekn ez dibezim ber bi heqîqetê ve
Di her gavek xwe de ez xweşiktir dibim
Û çavên min dibiriqin
Ez dibim hevala rojê
Û digihîjim stêrkên xwe
Li wê derê em hemû bi hev re qîr didin
Yan azadî yan azadî
Wê demê dinya bi dirûşma Bijî Serok Apo diheje
Û em zarokên rojê dibin hêviya hemû mirovahiyê û gerdûnê.




