Heval Elîf
Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Di rêwîtiya jiyanê de
Min hevrêyek nas kir
Kîn ji dijmin digirt
Di her kêliya jiyanê de
Tecrûbeya xwe bi hevalan re parve dikir
Heval Elîf bîranîna te pêşiya min ronî dike
Ez ê bîranînên te bi tîpên zêrîn bineqişînim
Li ser rûpelên spî
Te fedayîtî di ruh û cewherê xwe de hildigirt
Û bi fedakariya xwe di jiyanê de bi ser dixist
Tu yek ji rêwiyên heqîqetê bû
Xwedî hêzeke guhertin û veguhertin bû
Uslûba te ya ku bala hevalan dikişand hebû
Şehadeta te ji min re giran hat hevrêya min
Tu bû heqîqeta bêdawî ya jiyana bedew
Wêneyê rûkeniya te li ber çavên min tê û diçe
Çavên min timî li rêya te digere
Di kûrahîya asîmanan
Di nava stêrkan de li te digerim heval Elîf
Her teleke porê te bû stêrkek
Di eniyeke welê cîhaneke wisa de
Çûyîna te hêrseke ku nikarim pênase bikim kir nav ruhê min
Xwezî niha tu li gel min ba û min ji te re vegotiba
Tu rûheyva dilê min bû
Şehadeta te dilê min lerizand hevala min
Tu mîna şelaleyekê bi coş bû
Hevrêtiya te wek elmasekê dibirîqî
Timî dilê te ji bo azadiyê lê dida
Rihê min mîna çemekî mezin bêriya te dike
Tu bihara hişê min î heval Elîf
Weke melodî, tu bû ahenga hişê min hevrêya min
Te xwe ji rojê re pêçand
Çûyîna te stêrka şeva min rijand
Bi av, ax û agir re tu ji Amedê re bû diyarî hevala min




