Şîlan Perıya Min a Por Zêrîn

Tu dizanî buhar hatiye çiyayên welatê min

Her der bi keskahiyan ve xemilî ye

Her devera welatê min bûye bihuşt û periya por zêrîn tê de dilîze

Periya min xweşika tevahî Kurdistanê ye

Periya min por zêrîn û çav reşe

Periya min bedewa hemû jinên Kurd e

Nazdara tevahî hevalên xwe ye

Periya min hîna keçek 15 salî ye

 

Çi bedewî û keskahî hebin di nav de dibeze

Ez dibêjim: periya hevala xwe, ka were piçek li cem min rûne!

Lê nayê

Periya min yan topê dilîze

Yan ji xwe re li zarokatiya ku dijmin jê standiye digere

Yan jî şoreşger e û

Di wê emrê xwe yê biçûk de ji bo azadiya welatê xwe şer dike.

Erê periya min por zer û dil zêrîn e.

Periya min delala hemû hevalên xwe ye.

Periya min şoreşgerek ciwane û

Li benda zarokatiya xwe ye.

Periya min gula herî xweşik yê çiyayê Qereçoxê ye.

Periya min keça herî bedew ya Rojava û

Şîlana Kurdistanê ye.

Bindeste welatê periya min

Her kes li benda dagîrkirina welatê periya min e

Her kes ji şewqa periya min hesûd dibe

Û di şevek reştarî de

Dijminê hov bi ser wargehê periya min de digre

Periya min direve

Lê mixabin dijminê me Kurdan xedare

Zalime

Bê ruhme

Xwînxware

Wê şevê periya min dibeze lê

Dijmin bi xayînî bi ser de tên

Periya min teslîm nabe

Difire ezmanan

Û periya min wê şevê

Dibe stêrka herî bi şewq

Dibe hevala tavaheyvê

Dibe rêhevala rojê

Periya min dibe gula sor a Çiyayê Qereçox

Periya min wê şevê dibe şehîda Kurdistanê

 

Zîlan AGIR

 

 

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button