Jina Têkoşer: Welat Efrîn

Hevrê û çalakvana siyasî Welat Efrîn bi wêrekî û ji xwe bawer, li hember êrîşan rabû. Xwe û hevalên li dora xwe parast. Weke jineke Kurd û têkoşer bi vîna xwe li ber xwe da û ji wan êrîşkaran re got: “Hûn nikarin me bitirsînin.”
Jina wêrek û dilêr Welat Efrîn û yên pêre qet serê xwe ji hêzên êrîşkar re netewandin. Ew sekna wan ji êrîşkaran re bû sîleyekê ku wê qet ji bîr nekin.
Di wan kêliyên şer ên zor û zehmet de hevrê û jina çeleng Welat Efrîn dîl ket destê hêzên hikûmeta veguhêz. Çar heyv û 15 rojan di destê wan de man. Bi hevrêyên xwe re li ber xwe dan. Di encama lihevhatina QSD û hikûmeta veguhez de serbest hatin berdan.
Hevrê Welat Efrîn di pêvajoya êrîşên destpêka sala 2026’an de li bajarê Tebqayê di nav dorpêçê de dimîne. Paşê tevî hevalên xwe yên asayîşê dîl dikevin. Di pêvajoya dîlgirtinê de bi gelek zor û zehmetiyan re rûbirû dimînin. Heval Welat li wir hevalên xwe rêxistin dike û hemû bi hev re li ber xwe didin.
Di pêvajoya esaretê de vîna jina azadîxwaz bi ser ket û heval hatin berdan. Em jî pir kêfxweş û dilşad bûn bi serbestberdana hevalên xwe yên giranbiha û çavên me rohnî bûn.
Weke tê zanîn di her zindanê de kiryarên zordar û zext hene. Rêbazên şerê taybet jî hene ku hewl didin mirovên xwedî armanc ji rê derxin û wan teslîm bigirin. Lê hevrêyên me bi bîr û bawerî têkoşîn kirin, li ber xwe dan û ew kiryar pûç kirin.
Hevrê Welat Efrîn her weke jineke xwedî hêz, bîr û bawerî hevalên li kêleka xwe hişyar dike. Qet derfetê nade ku kes şaş nêzî wan bibe. Di pêvajoya dîlgirtinê de helwesta wan yekpare ye.
Hêzên hikûmeta veguhêz wan gelekî digerînin û hewl didin wan radestî Tirkiyeyê bikin. Lê helwest û hevgirtina hevalan û rêxistinbûna wan projeyên xêrnexwaz bêencam dihêle.
Heval Welat Efrîn a her tim serhildêr, pêşenga jinan Sara Dêrsim tîne bîra xwe. Qet ji ser biryara xwe venagere. Bi sebir û tehemuleke pir mezin têkoşîn dike. Ji bo heval û hogirên xwe dibe mînaka jina berxwedêr.
Çeleng û şareza Welat Efrîn qet carekê jî ne kir qîrîn û hawar. Her dem serê xwe li hember xêrnexwazan bilind kir, meydan li wan xwend. Wiha li wan kir ku ew bi xwe ji kesayeta wê ya bi hêz re hurmetê raber bikin. Dizanîn ku wê jina serhildêr, qet ji wan re xwe netewîne. Lewma li hemberî wê kesayeta ji pola bêçare man. Hevrê Welat Efrîn bi sekna xwe ji wan re bû weke bersiveke pir tûj. Herî dawiyê jî heval serbest hat berdan.
Niha jî heval Welat di nav me de ye û em bi hatina wê gelekî kêfxweş û serbilind in. Ji me re qala wan rojên bi jan û şewat dike, dilê wê tijî qehr û kîn dibe. Lê bi sekn û helwesta xwe ya li wir serbilind û bi xirûr e.
Ya girîng ew e ku îro hevala Welat careke din vegeriya nav hevrê, hogir û nasên xwe. Heval Welat bi serbilindî ji bo azadiyê û demokrasiyê têkoşîn dike. Ez careke din bi rêya vê nivîsê ji hevrê û serkêş Welat Efrîn re dibêjim, “Tu, bi xêr hatî. Em gelekî kêfxweş bûn ku careke din tu hat nav hevalên xwe. Tu kar, xebat û têkoşîna xwe ji bo azadî, û demokrasiyê didomînî. Ez ji te re serkeftinê dixwazim.
Asya Weşûkanî, hevala Welat Efrîn a têkoşînê




