15’ê Tebaxê hebûna gelekî li ber tinebûnê ji nû ve zindî kir
Gulbend Efrîn

Em bi newala kûr a deng jê bilind dibe ve diçin. Ev dengê hezar salan e. Nalîna birîna reş a miriyên me ye. Geriyaye… Di nav şikeftan û pelên daran de veşartî maye. Lê tovên wê welê ne ku ti sir û seqem, bablîsok nikariye wê têk bibe. Ji bo neyaran dengekî tirsê ye. Ji bo me zindîbûn, xeyalên nîvçemayî yên neteweya me, gelê me, ya hemû bindest û azadîxwazan e. Her wiha ya miriyên dixwazin careke din rabin, bijîn, bibihîzin e.
Dengê tifinga fermandar Egîd, çiyayên Kurdistanê hejandin. Sazûmankarê senfoniya awazên azadiyê, vejînê û zindibûnê. Çiyayên me ewqasî pîroz in ku dema rêwiyek xwe lê bigire, bi heybet û cesaret şerê dagirker û xêrnexwazan dike. Dikare tarûmar bike hemû kirêtiyan û di nav stêrkan de xwe biparêze.
Ev çiyayên bilind ên ji berê de dergûşa mirovatiyê ne, hêlîn û stargeha egîdan e. Çavkaniya zanistê ne. Ji bo projeyên neteweya demokratîk, hişmendiya mirovên azad, hilberînên jiyana komîn, civaka azad û wekhev, milîtanên sosyalîst û mirovatiya azadîxwaz bihuşteke herî bedew e. Şaneşîna evîndarên heqîqetê, gulistana zarokên lêgerên jiyana nûjen in.
Kesên berê xwe dane van çiyayan destpêkê guhên xwe bi dengê senfoniya fermandar Egîd kedî kirine. Xwe li ber heybet û kesayeta xwedawend Bêrîtan, Zîlan, Sara, Asya tewandine. Xwe bi kenê Rûkenan, keziyên Şengalê xemilandine. Bi bayê Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, bi cesareta Simkoyê ciwan, bi bişirîna Şêrîn Elemhulî, silav dane Meydana Çarçira. Bi govenda Viyan herêma Soran, Silêmanî, Şekîf, Helgurt şiyar kirine.
Belê Egîdên me pir dibin. Rustem, Elîşêr, Çîçek Kiçî, Qasim Engîn, Helmet, Mihemed Goyî, Reşîd Serdar, Apê Hus, Zekî Şengalî, Delal, Hêlîn, Nalîn û bi sedan leheng û fermandarên wekî wan ji bo rûmet û kerameta gelê xwe têkoşîn kirin.
Li ser vî bingehî şoreşa Rojava efsane û destanan xêz dike, ji heqîqetê û nifşên pêşerojê re. Li Rojava em ê behsa kê bikin, kê nekin. Em ê behsa Arîn, Rêvan, Avesta, Silava, Bêrîvan, Sînan, Gelhat Perweran bikin. Em ê behsa Berxwedana Bendava Tişrînê ya “Em ji mirinê mezintir in” bikin. Yan jî li Helebê em ê qala fermandar Ziyad, Mordem, Denîz û komên ku bi keziyên xwe destanên lehengiyê, yên bi sedê salan wê werin vegotin bikin. Ev rêwiyên heqîqetê yên timî bi Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejînê re xwe gurçûpêç dikirin, wê ti carî neyên jibîrkirin.
Dema mirov behsa Pêngava 15’ê Tebaxê û fermandar Egîd dike, mirov nikare behsa van leheng û pîroziyan neke. Helbet min Egîdê serdemê Nûreddîn Sofî jî ji bîr nekiriye. Egîdiya bêhnê li neyaran diçikîne. Weke ava di her cihê têre dibihure zindî û geş dike. Bi sedan şervanên cenga rûmetê perwerde kirin. Ligel şerkeriya xwe hunermendekî giranbiha, helbestvanekî qedirbilind bû. Hevrê Sofî, heval û dilsozê gaziyên şer, ewladê xwedî keramet ê tevahî dayik û bavên şehîdan. Bi sebra xwe ya mîna Eyûb ti pirsgirêkek nedima ku çareser nedikir.
Di cîhana egîdiyê ya di nav Tevgera Azadiyê de bi sedan şoreşger û pêşeng bi felsefe û ramanên Rêber Apo xwe pêş xiştin û rola xwe ya dîrokî bi rûmet heya dawiyê pêk anîn. Bi şev û roj têkoşîn kirin û di rêya Egîdiyê de bi serbilindî meşiyan. Hevrê Riza, Fuad, Delal Amed, Doktor Jiyan, Gulan, fedaiya fedaiyan Nalîn Mûş û hwd. bi sedan fermandar û lehengên canbexş dengê Pêngava 15’ê Tebaxê bilind kirin. Ala Mazlûm, Ferhad, Kemal, Xeyriyan li çiyayên azad bi heybet li ba kirin. Van Egîdan ji bo armanc û xeyalên Îbrahîman, Mahîr û Denîzan jî têkoşîneke herî bi rûmet pêş xistin. Hevaltiyeke layiqî bîranîna Hakî Karer di asta herî bilind de pêk anîn.
Em îsal salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê di qonaxeke pir girîng de pêşwazî dikin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di pêşengiya Rêber Apo de ber bi serketinê ve diçe. Dema proje û pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bi ser bikeve, wê tevahî mirovatî jê sûd bigire. 15’ê Tebaxê hebûna gelekî li ber tinebûnê ji nû ve zindî kir. Lewma 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hebûna Kurdan misoger kir.
Di nav têkoşîna bi Pêngava 15’ê Tebaxê re pêş ket, bi dehan hevrêyên enternasyonal jî cih girtin. Gelek ji wan ji bo armanc û xeyalên hemû gelan gihiştin şehadetê. Bi wesîleya vê roja pîroz em van hevalên xwe yên hêja jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê heya dawiyê xwedî li destketî û mîrasa şehîdên me ava kirine derkevin.




