Bilbilê Çiyayên Botanê: Mihemed Arifê Cizrawî (Arif Cizîrî)

Ji Pênûsa jinên lêkolînvan

Ez îro roj dilşad û kêfxweş dibim ku der heqê hunermendê Kurd Mihemed Arif Cizîrî de van çend gotinan ji xwendevanên xwe yên delal re berhev bikim û bibêjim. Mihemed Arif Cizîrî yan jî Cizrawî ku berî 114 salan, havîna sala 1912’an li bajarê Cizîra Botanê Taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyayê ketiye. Wî jî wek tevayî zarokên Cizîra Botanê ji bav û kalên xwe, çîroka Memê Alan û serboriya Mîr Bedirxanê Ezîzî û kurên wî bihîstine. Li gor biryara Mîrê Cizîra Botanê tevgeriyaye. Biryara Mîr jî ew e her Kurdekî li Cizîrê qesîdeyekê yan jî stranekê zanibe.

Mihemed Arîf Cizîrî di Cenga Cîhanê ya Yekemîn de weke zarokekî ji bajarê Cizîrê bi xizmên xwe re sirgûn bûne. Dema ji Cizîrê ber bi deşta Hesinan û Mêrdînê ve diçûn gelek çîrokên kuştin, ferman û bidûrxistina Kurd û Ermenan bihîstiye. Bavê wî yek ji wan kesan bû di seferberiya cenga cîhanî de çûye şer û neziviriye. Digel ku feqîrtî û hejariyeke zor mezin dîtiye, di wî heyamê ku xelkê têr nanê garis nedixwar. Her wiha, Mihemed Arif li Cizîra Botanê, di wê hejariyê de, li gor urf û adetên Botanê zarokatiya xwe derbas kir û serwextî pêmayê bav û kalan bû.

M.A. Cizîrî di jiyana xwe de, di gelek qonaxên çetîn û dijwar re derbas bûye. Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd Efendî bi tawanbar kirina şoreşê, çar sal ji temenê xwe di zindana Amedê de derbas kirine. Heta sala 1928’an, di nav efûya giştî de azad bûye  û ziviriye Cizîrê. Dibe ku di zindanê de û di pey re li Cizîrê dest bi dengbêjiyê kiribe. Nexasim jî bandora dayika wî ya stranbêj gelekî li ser hebû û gelek sûd ji stranên dayika xwe wergirtine. Piştî ku rê li ber teng bûye ji Cizîrê, berê xwe daye Zaxo. Ji Zaxo çûye Duhokê û li herêma Behdînan wek sinetçî kar kiriye. Ligel vê stran di koşk û dîwanên axa û began de gotiye heta ku rewşa wî hinekî pak bûye.

Li Duhokê dikaneke weke restorantekê vekiriye. Sala 1949’an berê xwe daye Bexdayê. Di Radyoya Bexdayê de, di beşa Kurdî de dor 100 stranî tomar kiriye. hem jî çav bi Almas Xan, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Nesrî Şêrwan, Meryem Xan û Elî Merdan ketiye û dostanî di nav wan de çêbûye. Li gorî nêrîna min bi çûna Bexdayê re qonaxeke nû û berfireh li pêş M. A. Cizîrî hatiye vekirin. Nav û dengê wî li Kurdistanê belav bûye. Nexasim bi van stranan: Çûme Urfayê, Bavê Seyro, Xezal Xezal, Xerabo, Derwêşê Evdî, Eyndîwerê Paytexte, Yar Dilo, Pismamo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Koçerê û Çiyayê Şengalê, Eyşana Elî û hwd.

Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin.  Dîroka gelan li ser pişta navdaran tê nivîsandin. Çi di warê şer û cengê de be, çi di warê zanîn û pênûs û xameyê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. 50 salan gotin û awazên strana Kurdî ya resen ji talanê parastine, di heyamekê de ku kesî newêrî bû du gotin, bi Kurdî bigota û bibêje em Kurd in. Ji ber zimanê Kurdî qedexe bû. Digel wan mercên dijwar, ew bi dû gotina Kurdî ya resen de geriya. Ew gotin di tûrikê xwe de parast û tovê wê di nav gel de belav kir. Sala 1968’an de M.A. Cizîrî tê bajarê Qamişloyê. Li nav Kurdên Binxetê û li seyrangeha Gerbîsê ahengekê digerîne.

Di wê şevê de dilmanî ket nav Kurd û Ermenan, de li ser mêvandariya wî û dawî bû mêvanê Ermenan, Kurdan jî li xwe ne xweş anîn û dilê xwe jê girtin. Di wê ahengê de gelek stranên xweş gotin û ew, hatina wî ket nav bîranînên xelkên Qamişloyê. Jixwe navê Mehmed Arif gelekî ji zû ve hatibû bihîstin û navê wî ji kesên ku wî dinasin, hatibû bihîstin. Sala 1972’yan de M. A. Cizirî diçe nav Kurdên Lubnanê. Ligel şagirtê xwe Îsa Berwarî, bi Seîd Yûsif re ahengekê di sînemaya Rîvolî de li Beyrûdê ji Kurdan re li dar dixîne. Di baweriya min de Mihemed Arif Cizîrî dibistaneke bi serê xwe ye, mirov dikare bibêje; Dibistana Mihemed Arif Cizîrî û ji şagirtên wî, mirov dikare van her du navan berî gelek navan bîne zimên: Îsa Berwarî û Tehsîn Taha…

Dengê Mihemed Arif Cizîrî dengekî merd e, dengê mêraniyê ye.  Tevî ku stranên evîndariyê jî dibêje, lê mêranî ji dengê wî difûre. Bilbilê çiyayên Botan û Behdînan bû. Di dijwartirîn rojên çetin û dijwar re, ku di ser Kurdistanê re derbas bûn, mayîn û têldirî di nav de hatin danîn û ji hev parçe bûn. Mihemed Arif Cizirî, bi dengê xwe sînor derbas kirin û Kurdistan yek parçe hişt. Hem jî bi saya wî gelek stranên me ji windabûnê hatin parastin û gelekan dane ser şopa wî… Sed rehmet li giyanê wî bibare di goristana Duhokê de. Ev in gotinên strana Bavê Seyro ya ku Mihemed Arif, ku gelekî navdar bûye û gelek mirov ji Mihemed Arîf fêre bûne û dibêjin.

 Li min lo lo li min lo lo li min lo lo…

Li min lo lo Bavê Seyro

Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê

Kum û kolozê xwe xwar kiriye pala xwe daye cencerê

Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim

Heta li ser sînga min karê karxezalê

Bibe zîqîna vê xincerê

Li min lo lo li min lo lo…

Li min lo lo… Bavê Seyro

Neqeba min û Bavê Seyro tak dîwar e

Pihînkê lêxe bîne xwar e

Sîng û berê min karê karxezalê

Tiberka mala bavê Kal e…

Li min lo lo li min lo lo…

Li min lo lo Bavê Seyro…

W’ez diçûm sûka van hedada

Min dî Bavê Seyro çixare pêça

Simbêlê reş î qeytanî ba da

Heçî neqeba min û Bavê Seyro

Bi ne qencî xeber bide

Rebî negihîje tu meqseda tu mirada

Li min lo lo li min lo lo… Bavê Seyro…

Tekez wê dengên wiha nemirin û wê her zindî bin. Ji ber di nav xwe de hebûna çanda Kurdî ya resen dihewînin û pêş dixin. Ez jî bi vê mebestê careke din hunermend, wêjevan û dengbêjê Kurd ê resen Mihemed Arîf Cizrawî bi bîr tînim. Hunermendên wiha ji bo me sened û tomarên dîrokî ne. Em sozdarê we û mîrateya we ji me Kurdan re hiştine.  Em ê we her bidin jiyandin. Hûn ê her hebin û zindîbin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button