Jinên xwedî hêz rûmeta me ne

Cûdî Cizîr

Her cihê jin lê be, çavkaniya jiyanê ye. Li cihê jin lê hebe pêşketin xurtir dibe, jiyan dewlemend dibe. Li cihê jin lê nebe, jiyan dewlemendî û zindîbûna xwe wenda dike. Jin li gel me bi jiyanê re wekhev e. Heke wateya jiyanê jin be wê demê beriya her tiştî jin tê. Helbet jin bingehê jiyanê ye, di her qadê de xwedî risteke diyarker e. Jin parçeyek jiyanê ye. Mirov bi azadiya jinê diçe sosyalîzmê. Heya azadiya jinê nebe, mirov nabe sosyalîst, sosyalîzm nabe. Bi têkoşîna me re jin û jiyan, li ser bingehekî azad ji nû ve digihîje hev. Ji lewra jinên dibin xwedî hêz rûmeta me ne.

Jinên milîtan cewherê jinê ji kûr ve hîs dikin û dijîn.  Ji ber vê em weke jinên dildarê şoreşê û şervanên Apoyî qîmetekî mezin didin azadiya jinê. Di vê wateyê de li cihê jina azad şer dike û têdikoşe hêzbûn, zindîbûn û wêrekî heye. Rêbertî dibêje; “Jina azad dibe, civaka azad dibe ye.” Azadiya mirovan bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Di civakekê de jin çiqas pêş ketibe, civak ewqasî pêş ketiye. Ya di nav civakê de guhertin, pêşketin û dînamîzmê bixe tevgerê wê jina azad û serfiraz be. Bi rastî eger Rêbertî neba wê rewşa jinê çawa ba? Civaka zayendparêz jin ji nirxê wê yê cewherî dûr xistiye û li ser bingehê berjewendiyên xwe şêwe daye jinê. Lê Rêbertiyê ev guhert, bi hezaran jin mil bi mil, dil bi dil têdikoşin. Ji ber vê çendê jin ti carî ji rêya di pêşengiya Rêber Apo de venagerin.

Mirov dikarê welê jî bibêje; her cîhaneke jinê mîna okyanûsekê ye. Cîhana jin, jiyana jin bi qasî cîhana zarokan pîr û pak e.  Azadiya jinê azadiya civakê ye. Azadiya civakê di şikandina zincîrên koletiya jinê re derbas dibe. Êdî ti hêz li pêşiya jina ronîbûyî nabe asteng. Yanî jina bi hêz bûye, bûye sedem ku serweriya mêr nikare weke berê xwe berdewam bike. Rêxistingeriya jin a serbazî ya li ser bingehekî pêşeng,a bîrdozî ya jinê ji bo azadiyê heyatî ye. Tiştên mirov li ser lêhûrbûn bike ewqasî pir in. Ev çi ne? Gelo em gerdûn, mirov û jinê nas dikin? Eger em nas dikin, ev naskirin çawa ye? Li cihê serweriya zayendperestî ser hebe, xwezayîbûn nîne; bi taybet eger tu jinek bî. Mînak, heke pirsgirêka Kurd di çarçoveya statuya siyasî de çareser bibe jî, têkoşîna azadiya jin meşeke têkoşînê ya domdar e. Bila jin azadiya xwe bide axaftin.

Îro dînamîka bîngehîn a rê û xeta bi îstîkrar ya rizgariya jinê li Rojhilata Navîn diyar dike, dînamîka jinên Kurd e. Têkoşîna jina Kurd dimeşîne û asta derxistiye holê, dost û dijmin matmayî hiştiye. Jina Kurd li her qadê îspat kir ku êdî di her mijarê de li dijî dewlet, zilamê serwer û her şêwazê zordestî û desthilatdarî têdikoşe. Hem weke gelê Kurd hem jî jinên Kurd me dema xwe, bi ked û hewldana xwe, bi têkoşîn û berdêlên xwe ava kir. Me bi saya desketiyên têkoşîna bi hezaran hevalên şehîd û gaziyên şer ên leheng bi dest xist. Wê demê ev dema bi rûmet ku me bi berdêlên xwe yên pîroz û keda xwe ava kiriye buhayê wê çi dibe bila bibe heya dawî em ê li wan xwedî derkevin. Tevgera Azadiya Jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo ji hemû jinan re îlham û çavkaniya jiyaneke azad e. Erk û wezîfeya me jî ew e di vê doza pîroz de heya serketinê bêteredut bimeşin, armanc û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button