Ked şitla azadiyê ye
Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Dema rastî, xweşikahî, azadî, qencî, wekhevî û edalet bi ked û hezkirina jiyanê hat strandin, deriyê heqîqetê vedibe. Azadî bê berdêl nabe. Azadî di encama kedê de pêk tê. Li ser vî esasî dixwazim bi girêdan, hezkirin û hestên xwe yên azadiyê biqîrim. Dema min biryara azadbûnê girt min pir êş kişand. Azadbûn bê êş nabe. Lê li hemberî êşkişandinê min her tim hêviya xwe gihandin azadiyê. Mirovên azad tenê dikarin bi keda xwe bijîn. Ev jî bingehê avabûna civaka exlaqî û polîtîk e. Têkoşîna me di heman demê de têkoşîna kedê ye.
Karê me têkoşîna kedê ye. Ev karekî welê ye ku bi keda mezin û keda şoreşgerî yanî bi şoreşa keda sosyalîst pêk tê. Keda şervanên azadiyê li her derê cîhanê belav bûye. Yên em anîn vê rojê hewldanên Rêbertî û keda hevalên şehîd in. Ked her tiştî bedew dike û nirx dide mirov. Bi saya kedê, civak pêş dikeve. Jiyan û rûmeta mirov bilind dibe. Ji lewra civakên kedkar her dem serkeftî ne. Tişta ku bi kedê tê girtin bi qîmet e. Ked ti carî winda nabe. Ked, fêkiyên xwe dide û jiyanek bi rûmet hildiberîne.
Ked, bingehê hebûn, rûmet û pêşveçûna mirovahiyê ye. Her tiştên îro jiyanê hêsan dike, encama keda dest û mejiyê mirovan e. Ked ne tenê xebatek fizîkî, di heman demê de nasname û rûmeta mirov e. Keda herî mezin a dîrokî keda jinê ye ku jin hem derdora xwe rêxistin dike, hem jî pêşenga civakê ye. Pergala serdestiya zilam û modernîteya kapîtalîst, beriya her tiştî li ser talanbûna keda jinê ava bûye. Talankirin û kedxwariya sîstema kapîtalîst li dijî cewhera jin e. Ji ber vê yekê, azadiya civakê bi rizgarkirin û xwedîderketina keda jinê ve girêdayî ye.
Ked hewldana pîroz a xebata dest û hişê mirov e. Bi rêya kedê mirov xwe nas dike, civak ava dibe û jiyan hêşîn dibe. Mafê her kesî heye ku bi qasî keda xwe di civakê de cih bigire. Ked her tim pîroz e. Hem têkoşîna jiyanê ye, hem jî afirandina pêşketinê ye. Wateya kedê gelek mezin e. Weke mînak jî mirov dikare bêje ku bajar, çand, huner û teknolojî hemû bi saya xebat û hewldanên bêhempa yên kedkaran hatine avakirin. Gava ku mirov kedê dide hem xwe nû dike, xwe diparêze, qîmetê dide mirovên cem xwe, bêhtir dadperwer û aştîxwaz e.
Felsefe û nêrînên Rêber Apo li ser kedê, bingehê avakirina civakek azad, exlaqî û polîtîk in. Rêbertî kedê tenê weke xebatek an berhemekî nabîne; peywendiyeke rasterast di navbera ked, azadî, xwebûn û nasnameya mirovî de dide xuyakirin. Ked şîtla azadiyê ye. Kesê ku ne xwediyê keda xwe be, nikare bibe xwedî îrade. Pêwîst e em bi hev re bikarin li hember pirsgirêkan û zehmetiyên jiyanê têbikoşin. Hewce ye em hêza parastina xwe bikin yek. Bi vî awayî wê civakeke li ser kedê, bawerî û hezkirinê were avakirin. Ne civakeke xwe li ser civakên din dide avakirin, civaka neteweya demokratîk a hemû reng û dengan di nav xwe de di hewîne ji bo me esas e. Ji bo vê pêwîst e em xwe bikin yek û pêşeroja xwe bi destê xwe diyar bikin.
Tevgera Azadiyê bi ked, fedakarî, bîrdozî û sekna jiyana di kesayeta kadroyên avabûna yekemîn a tevgerê de nasnameya xwe zelal û şênber kiriye. Bêguman bi saya şehîdan, Rêbertî, keda gel û Tevgera Azadiyê rewşa Kurdan gihiştiye qonaxeke girîng. Parastina nirx û destkeftiyan pir heyatî ye. Dema mirov di ber tiştekî de ked dide û encama wê dibîne pir kêfxweş dibe. Azadî bi keda hezkirinê tê strandin û digihe kamilbûna xwe. Bêguman bi awayekî ji rêzê mirov nikare ti encameke baş bi dest bi bixe. Divê tu berî hemû tiştî xwedî raman û zîhniyeteke bi hêz bî. Her xebatên me bi ked û hewldanan pêk tê. Heta xwêdanê nerijînî û zehmetiyan nejî tu nikarî bigihî azadiyê.




