Şoreşger dilsozên jiyana azad a bi stêrkan hatiye xemilandin in
Cûdî Cizîr

Dema ez zarok bûm min her dizanî ku kêzikên dibiriqin û difirin stêrk in. Min digot qey stêrk piştî saetek şûnve xwe diberdin ser rûyê erdê û ber bi sibehê ve jî ronahiya xwe winda dikin û dimirin. Bi aqilê zaroktî jî min dizanî ku ti tiştek bi saetan wisa li asîman namîne, her tişt û zindî jî wek mirovan bi mirinin. Îro dema ez ji xwe pirs dikim di wî temenê xwe de jî çawa xwedî ferasetek bi vî rengî me. Ez ber bi bîra civakî ve û ev bîr çawa ji nifşekî derbasî nifşekî dibe ve diçim.
Min dizanî ku stêrk xweşikin û mirov bi hêsanî nikare xwe bigihîne xweşikbûna wa. Min ti carî xwe, di hêza ez bikarim destê xwe li stêrka bidim, nedît. Lê, min dizanî yên ji min bi hêztir hene, ew dikarin stêrkan bigirin, destên xwe li stêrkan bidin û ji min re stêrkan kom bikin. Ez ji stêrkan pir hez dikim. Dema em li tabûran bûn, min di wextê xwe yê vala de bi saetan li stêrkan temaşe dikir.
Ji vî alî vî Şoreşa Rojava, bû yek ji stêrkên serkeftinê. Bi bilindbûna hestên neteweyî, xwedîderketina li şoreşa azadiyê û çalakiyên tên kirin re rojavayê welêt li ber çavên hemû cîhanê her diçe zêdetir mîna stêrkeke geş dibiriqe. Li gorî min her mirovekî Apocî stêrkek e. Stêrkên herî bi ronak ên li asîman jî aîdî me ne. Kesên Apocî mîna ji nav stêrkên asîmanan hatine hilbijartin. Ji ber wê çendê li qadên herî zehmet me têkoşîn meşand, me bi stêrkên şevan re rêwîtî kir. Me li enîyê di nav xwe de roj, baran, stêrk û ewr dihewand. Her yek ji me bû stêrkek li asîmanê welat.
Gotina Rêber Apo ya “Hevrêtiya herî rast ew e mirov eniya hevreyên xwe bigihîne stêrkan” ji me re dibe çavkaniya hest û îlhamê. Stêrk, di dilê hevaltiyê de diteyîse. Xwêgihandina stêrkan eşq dixwaze. Stêrka me ya geş û bi pîvan; di nava civaka me de şewq û şemala xwe dida çavên her kesî. Yanî di hembêza asîmanan de, em hevaltiya xwe ya bi stêrkan re bûn sozdarên welat û azadiyê.
Asîman bi stêrkan xweşik dibe. Dema ez li wan temaşe dikim aramî di hundirê min de kom dibe. Tiştên ronahî didin û ronî dikin hemû xweşik û balkêş in. Ji lewra gelek caran roj, heyva bedew, stêrkên dibiriqin, xwezaya bûye bihuşta mirovan, di nava pêlên xwe yên hezkirinê de dide razandin.
Bi qasî stêrk û rojê yên girêdayî jiyana azad û rengînin bi awayekî herî bedew şervanên azadiyê ne. Li welatê me stêrkên azadiyê dibiriqin, di hemû lêgerînên jiyanê de. Stêrkên li asîmanan ronahiyên xwe didin hizrên şoreşgeran. Mînak kes nikare ronahiya şoreşgeran tine bike, ji ber di dilê wan de bi hezaran stêrk hene. Hebûna şoreşgeran stêrkên asîman li hev kom kirin û bedewiya me ji hemû cîhanê re bû mînak. Di dîrokê de mirovên herî qedîm, bi taybetî jî jinan navên stêrkan li xwe kirine. Ronahiya tarîtiyê parçe dike, hêviya ji nav tarîtiyê ji ronahiyê re vedibe ye.




