Alayên Hemîdiye kî ne û çima ew nav li wan hatiye kirin?

Împaratoriya Osmaniyan di pêşengtiya padîşahê navdar Ebdulhemîd de komên eskerî çêkirin û navê wan jî kirin Alayên Hemîdiye. Li ser navê padîşah Ebdulhemîd, ji bo parastina sînorên xwe ciwanên Kurd bi çek kirin.
1891’ê 36 Alayên Hemîdiye hatiye avakirin ev hejmar sala 1895’an bû 57 û paşê jî digihişt 64´an. Wekî tîm, taxim û yekîne dihatin vesazkirin û piraniya wan jî Kurd bûn. Fermandarên wan jî ewladên êlên Kurdan ên xwedî ezmûn û hunera şer bûn. Ew alay ji bo li hemberî hêzên derve yên weke Rûsya û Îranê bidin şerkirin hatibûn tenzîmkirin.
Di roja me ya niha de hîn jî cahş û cerdewan di bin navê parêzvanên gundan de tên bikaranîn. Dewleta Tirk ew cehş li hemberî hêzên gerîla bi kar anîn û ji artêşê zêdetir jî wan cerdevanan şerê gerîla kirin. Her wiha wan kesan weke artêşeke taybet û kontrgerîla di komkujî, revandin, êşkencekirin û êrîşên li hember welatparêzan de jî hatin xebitandin.
Armanca Ebdulhemîd ew bû ku tixûbên xwe yên rojhilat bi destê Kurdan biparêze. Piştî Ebdullhemîd ji text tê daxistin, 1908’an Alayên Hemidiyê tên belavkirin.
Mahmûd Şewket Paşa yê di dûrxistina Ebdulhemîd a ji text de tiliya wî heye, bi navê “Alayên Eşîretan” hin yekîneyan dîsa rêxistin dike lê hejmara wan tenê 3 alay in. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn re alayên Mahmût Şewket Paşa ava kiribûn, bi artêşa sêyemîn a Osmaniyan ve tên girêdan û li dijî Rûsan şer dikin. Piştre ji ber li Rûsyayê şoreşa Bolşevîkan çêdibe, eskerên Rûs xwe ji Bakurê Kurdistanê vedikişînin. Bi piranî Mezopotamya û Anatoliya ji aliyê hêzên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketine tên dagirkirin. Daxwazên gelê Kurd, Ermenî, Asûrî, Pontûs, Grek û hwd zêde dibin. Osmanî ji kerba têkçûnê dest bi tevkujiyan dike. Sala 1914-1915’an rûreşiyeke mezin a di dîroka mirovahiyê de pêk tînin. Komkujiya Ermeniyan dikin. Bi qasî mîlyonek û nîv Ermenî qir dikin, dest didin ser dewlemendiyê wan.
Gotina hin dîroknasên Tirk a bi awayê, “Eşîrên Hemîdiye tevlî komkujiya li hember Ermeniyan bûne” ne rast e. Ji ber sala 1908’an Alayên Hemîdiye hatine belavkirin. Dîsa ew alayên Mehmûd Şewket Paşa ava kiribûn jî bi têkçûna Osmaniyan bi serê xwe mabûn û ji hev belav bibûn. Dewleta Tirk dixwaze vê rûreşiya xwe bike para Kurdan jî. Halbûkî di heman demê de bi sed hezaran Kurdên Êzîdî, Asûrî-Suryanî û Pontûs hatine qirkirin û koçberkirin. Piraniya Kurdên li Sovyeta berê ji ber tevkujiya dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê çûne wir. Dîsa dinya dizane hin eşîrên Kurdan di tevkujiyê de alîkarî dane xelkên Mesihî û ew ji êrîşan parastine. Seyîd Riza sih hezar Ermenî ji tevkujiyê parastine.
Weke me di serî de jî got, hîn jî ew hişmendiya cerdevantiyê berdewam dike. Hinek kesên nezan ji bo berjewendiyên xwe yên maddî dikevin xizmeta dagirkeran. Lê bi saya Rêber Apo, gerîlayên qehreman û gel her diçe hejmara wan cerdevan û cahşan kêm dibe, welatparêz û dilsozên xaka xwe zêde dibin. Ev jî diyar dike bê çiqasî bandora bîrdoziya Rêber Apo li ser gelê Kurd heye.
Ji Pênûsa Lêkolînvanên Têkoşer




