Perwerde weke axeke bi berhem e

Cûdî Cizîr

Destpêkê pêwîst e em hinek pirsan ji xwe bikin. Gelo perwerde çi ye, çima heye û li ser bingehekî çawa ava dibe? Heke perwerde nebe wê çi bibe? Helbet destpêkê ji komikên mirovahiyê heya niha her hatiye pirsîn. Li gor derfet, têgihiştin, armanc û  hêza pêkanînê hewldanên bersivdayînê çebûne.

Belê perwerde bi avabûna jiyana civakî ve dest pê kiriye piştre jî bi awayekî rêzkirî berdewam kiriye. Pêşîderketina perwerde, bi derketina şaxên sosyolojî û biyolojiye ve çêbûye. Mirov dikare wisa jî bibêje. Perwerde giştî ye.  Perwerde, fêrbûn, fêrkirin her yek bandorê li ser ya din dike. Giştî di nav hev de bi rê ve diçe. Pêwîst e gelê me enerjiya xwe bide xebata rast. Perwerde  û rêxistineke hûr û kûr bike û ji her alî ve xwe pêş bixe. Bêguman ji bo vê feraseteke kûr pêwîst dike.

Perwerde û jiyan mirov bi giştî digire nav xwe. Xweperwerdekirin di xwepeşxistinê de xisûseke bingehîn e. Pêdiviya herkesî bi perwerdeyê  heye. Bala xwe bidinê perwerde zanîna têgihiştina rewşa mirov e.  Ezmûna wê jî zanîna derbaskirinê ye. Perwerdeya şoreşgerî qet nebe hinekî ji bo dîtina vê derbaskirinê ye.

Perwerde ji bo mirov weke axeke bi berhem e. Bê perwerde nabe. Mirov di axên bi berhem de çi biçîne şîn dibe. Dema mirov  jî xwe perwerde bike û lêhûrbûn bike weke gulekê şîn dibe û hêz dide derdora xwe.

Dibistana Tevgera Apoyî, dibistana herî bingehîn a perwerdekirina pêşengên şoreşê ne. Di nav Tevgera me de yek ji xebata herî zêde girîngî tê dayîn perwerde ye. Perwerde di jiyana me de bi qasî av û nan cihê xwe digire. Rê û pira bingehîn a me nêzî azadiyê dike perwerde ye. Ji ber vê yekê kesên Apoyî her tim evîndarên pêşketin û zanabûnê ne.

Jixwe rastiya jiyana me ya têkoşînê ji bo xwenûkirin û nûafirandinê bingehê herî baş e. Kesên  li gorî zfikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin, zîhniyeta pergalê li ser wan pir tesîr nake. Ji ber bi zanebûnekê xwe perwerde dikin. Ji lewra em dixwazin milyonan mirovan li ser hizir û ramanên Rêber Apo perwerde bibînin.

Ji bo mirov  şoreşgerek Apoyî û jinek azad biafirîne, divê em girîngiyê bidin perwerdeyê. Her wiha divê tevahî jin û ciwanên Kurd jî xwe ji her alî ve perwerde bikin da ku di meşa azadiyê de karibin astengiyên li pêşiya xwe zûtir rakin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button