Pêngava 15’ê Tebaxê nasnameya azad û dîroka heqîqetê ya gelê Kurd rohnî kir

Gaziya Şer Zarîn Amed

Li vê erdnîgariya ku her geliyên wê bi bedenên bêcan ên mirovên Kurd tijî dibûn û ji çemên wê xwîn diherikîn, Pêngava 15’ê Tebaxê li hember serîtewandin û bêdengiya ji mirinê xerabtir, bû dengekî erd û asîman hejand.

Li hember vê pêngavê dewleta Tirk dest bi operasyon û êrîşên mezin kir. Her cure şerên taybet meşand. Armanca her hikûmet û desthilata Tirkiyeyê ew bû ku vê şoreşa her diçû dengê Kurdan digihand cîhanê ji holê rake.

Bi hezaran gund hatin şewitandin, bi dehhezaran mirov hatin qetilkirin. Lê ti kesî nikarî vê vejîna her cihê digihêjiyê rohnî dike biqedîne.

Her çû tevî hemû êrîş û zextan gel û jin hişyar bûn. Kurd bûn gelekî ku hebûn û realîteya wan hat qebûlkirin. Fermandar û pêşengê 15’ê Tebaxê Egîd ji bo gelê Kurd ê dihat xwestin ji holê bê rakirin bû neynika heqîqetê.

Şoreşa Kurdistanê di pêşengiya Rêber Apo de îro ketiye qonaxeke nû. Li ser vî esasî divê bi hemû hêza xwe em xwedî li Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk derkevin. Gelê Kurd bi rê û rêbazên nû êdî careke din pêşengiyê ji hemû gel û baweriyan re dike.

Xwişk û biratiya gelan tevî hemû astengiyan û xêrnexwazan wê li vê erdnîgariya Rojhilata Navîn pêş bikeve û tesîra xwe li ser hemû  cîhanê jî bike.

Ev têkoşîna di şoreşên cîhanê de pir kêm tê dîtin, terîfa xwe bi xwe awayê herî xweşik kiriye. lewma pêwîstiyawê bi pesndayînê nîne. Rol û mîsyona xwe ya dîrokî bi awayê herî xweşik û pîroz bi cih aniye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button