Dîroka ku ji sêdareyê vegeriya

DERYA ARSLAN 

Li Deriyê Çiyê yê Amedê di 29’ê Hezîrana 1925’an de ji bo 47 kesan sêdare hatin danîn. Dema ku Şêx Seîd li Dadgeha Îstîklalê dihat darizandin herî dawiyê ev yek anîn ziman: ‘’Tirsa min ji van sêdareyan tune ye.’’

Seyîd Riza piştî 12 salan şeva 15’ê Mijdara 1937’an li Qada Genim a Xarpêtê ji bo Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê karmendê dewletê yê wê şevê wezîfedar bû ev yek anîn ziman: ‘’Min bi deq û dolabên we nekarî, ev yek ji min re bû derd lê belê min li hemberî we çok nedanî bila ev yek jî ji we re bibe derd.’’ Seyîd Riza piştî van gotinên xwe kursîka sêdareyê bi piyên xwe avêt.

Du sehne, piştî 12 salan heman hevok tê bilêvkirin. Serhildan, tenkîl û sêdare… Peyamên dawîn ên Rêber Abdullah Ocalan bi israr nîşan didin ku xala derketina çarçoveya dîrokî ya xêz kiriye ev hevok e û ev hevok di dawiyê de hatiye hilweşandin.

ISRARA SEROK ABDULLAH OCALAN A LI SER VÊ DÎROKÊ

Serok Abdullah Ocalan çîrokê ne ji 1925’an, ji 1806’an; ne ji Şêx Seîd ji Babanzade Abdurahman Paşa dide destpêkirin. Ev ne tercîheke tesadûfî ye. Mîrektiya Baban ku navenda wê li Silêmaniyê bû, yek ji bihêztirîn avaniyeke xweser a Kurdan a Împaratoriya Osmaniyan bû; jixwe bajar ji aliyê Babanan ve hatibû avakirin. Serhildana ku di sala 1806’an de li gel destwerdana Waliyê Bexdayê ya li ser hevsengiyên navxweyî yên mîrektiyê dest pê kir, di navbera împaratoriya navendî û kevneşopiyên xweseriya Kurdan de yekem perdeya hesabpirsîna du sedsalan vekir. Israra Serok Ocalan a li ser vê dîrokê jiber vê yekê ye: Meseleya Kurd a nûjen, ne bi serhildana Kurdan a li dijî dewletê li gel tasfiyeya xweseriya Kurdan a bi destê dewletê derket holê. Serhildan ne sedem bû, encam bû.

TEŞHÎSA XANÎ YA BI AWAYEKÎ BIÊŞ HATE TEYÎDKIRIN

Piştre zîncîra tê zanîn e. Di 1847’an de Mîrê Botanê Bedirxan Beg têk çû û ew sirgûnî Girîtê kirin. Di 1880’yan de Şêx Ubeydullah di dîrokê de cara ewil bi awayekî eşkere li ser navê Kurdistanê daxwazeke siyasî kir; di sirgûna Hîcazê de jiyana xwe ji dest da. Koçgirî di sala 1921’an de, Şêx Seîd di sala 1925’an de û Dêrsim jî di sala 1937’an de hatin çewisandin. Her tasfiyeyekê serhildanek, her serhildanekê tenkîlek, her tenkîlekê yan sirgûn yan jî sêdare afirand. Teşhîsa Ehmedê Xanî ya di sala 1695’an de ya di Mem û Zînê de; “ger dê hebûya me îttîfaqek” yanî gotinên ger yekîtiya me hebûya di tevahiya du sedsalan de bi awayekî biêş hate teyîdkirin. Bîra têkçûnan ne ji arşîvan ji dengbêjan re hate emanetkirin; kilam veguherîn kuliyata zêmaran. Li ser sehneya siyasetê jî hemû caran heman cih nîşanî Kurdan dan; ‘’Kursiya sûcdaran’’…

BEŞA DIN A FETLÊ DI NAVA SÎNORÊN NAVXWEYÎ DE VEŞARTÎ YE

Tundiya dewletê, niviya vê fetlê dide der, lê belê niviya din di nava sînorên navxweyî yên serhildanan de veşartî ye. Serok Ocalan di vê xwendina xwe ya dîrokê de dibêje ku bi qasî ku rêbertî li gel mîrektî, şêxan, seyîdan yanî li gel otorîteyên kevneşopî bimîne wê alîgir kêm bin, bername nediyar be û hêvî tim li derve be. Baweriya xwe dan nexşerêyên ku di Sevrê de hatin xêzkirin û di Lozanê de hatin jêbirin; Ji Xoybûnê heya Mahabadê li ser maseya hêzên mezin rola dane Kurdan ji objektîfbûnê derbas nebû. Ev damara ku Serok Ocalan weke ‘’netewperestiya kevnare’’ pênase dike, dewletê teqlîd dike û hewl da bibe dewlet; di encamê de ne dewlet hate avakirin ne jî civak hate parastin. Di tevahiya xetên eşîr û xanedanan de êşa hemû tevgeran li Zîlanê, Dêrsimê û li ser rêyên sirgûnê ji aliyê gel ve hate kişandin. Netewperestiya dewletbûnê armanc dike, ji Kurdan re dewlet neanî, berovajî wê sêdareyên mezintir anîn; bi ser de gel di nava xwe de zêdetir perçe kir û teşhîsa Xanî ya 400 salan beriya niha bi awayekî eşkeretir raxist ber çavan.

RASTIYA DAMEZRÎNER A NETEWPERESTIYÊ VEŞARTIYE

Rewşeke ku divê em li ser bisekin ew e ku li aliyê din netewperstiya Tirkan di heman sedsalê de dîwarê xwe lê kir. Lê belê tekstên damezrîner ên avakirinê îşaret bi derfetên din dikirin. Li Amasyayê hiqûqa Kurdan hatibû naskirin; li Erzirom û Sêwasê fikra welatê hevpar xwe dispart tifaqa her du gelan; Qanûna Bingehîn a 1921’an xweseriya herêmî bi temînata nivîskî ve hatibû girêdan. Piştî sala 1924’an ev derî hate girtin. Plana Reforma Şerqê, Tatkrîrî Sukûn, Qanûna Îskanê ya 1934’an, Qanûna Dêrsimê ya 1935’an… Yasa di tevahiya sedsalekê de tim û tim derbarê Kurdan de bi zimanê cezabirînê hatin nivîsandin. Înkarê teqlîd mezin kir; teqlîdê înkar rewa kir; her du netewperestiyan weke egera hevdu dubare şer û pevçûn afirandin. Gotina; ‘’Kurd bêyî Tirk, Tirk jî bêyî Kurd nabin’’ ji bo vê yekê hatiye gotin. Yanî jiyana hevpar a ji Milazgîrê heya salên destpêkê yên sedsala 21’emîn, jinûve nîşandana rastiya damezrîner e ku her du netewperestiyan veşartiye.

Avabûna PKK’ê di vê dîrokê de veqetîna yekem e. Rêbertî cara ewil ji mîr û şêxan derket û derbasî zarokên gel ên xizan bû; berxwedan ji pîvana eşîran derket derbasî pîvana civakî bû; gotina ‘’Kurd tune ne’’ li qadê pûç bû. Plana rizgariya neteweyî ya klasîk a dewleteke ku bi rêya çekan were avakirin armanc dikir jî, hem xwe spart rastiya herêmî hem jî xwe spart dîwarê rexneya navxweyî ya Serok Ocalan.

HEYA NÎŞANDANA AVAKIRINA MASEYÊ JÎ

Veqetîna duyemîn, li Îmraliyê çêbû. Li rûdana dîrokê binêrin; cezayê darvekirinê di 29’ê Hezîrana 1999’an de li Serok Ocalan hate birîn. Di 74’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd de, hem jî di heman rojê de. Dewletê xwe amade dikir ku hevoka du sedsalî dubare bilêv bike. Lê belê nekarî. Di sala 2002’yan de îdam hate rakirin û ji siya sêdareyê paradîgmayek derket. Ev paradîgma, ew perspektîf bû ku neteweyê ji dewletê cuda dike, çareseriyê ne di avakirina dewletê de di demokratîkkirina civakê de digere û ya neteweya demokratîk û komara demokratîk bû. Nameya ku di Newroza 2013’an de li Amedê hate xwendin, ji serdema têkoşîna çekdarî deriyên serdema siyaseta demokratîk vekir; li Dolmabahçeyê mase hate avakirin û hilweşiya. Nîşandana avakirina maseyê jî ji bo wan rojan destkeftiyek bû; nemayîndebûna wê jî bû dersa kêmasiya aliyê sazîbûna pêvajoyê.

NE HEVOKEKE RETORÎK E, BÎLANÇOYEK E

Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibata 2025’an de piştî vê dersê hate dayîn. PKK’ê di kongreya xwe ya Gulana 2025’an de biryarên xwe yên xwefesixkirin û danîna çekan ragihand; di 11’ê Tîrmeha 2025’an de koma yekem a gerîlayan li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Dîrokê li cihê ku kevanek vekiribû, dubare girt. Fetla çekdarî ya 200 salan a li bajarê ji aliyê Babanan ve hatibû avakirin, dest pê kiribû, li heman deverê li gel çekên hatin şewitandin, bi dawî bû.

Hevoka Serok Ocalan a ‘’Me pirsgirêka Kurd ji sêdareyê anî ser maseyê’’ ji ber vê yekê ne hevokeke retorîk e; bîlançoyek e û xwedî giraniyeke pir mezin e.

Ji aliyê Kurdan ve divê wateya vê bîlançoyê bi awayekî eşkere were nivîsandin. Gelekî ku di tevahiya du sedsalan de hemû caran ji ber têkçûnê, sirgûnkirinê û darvekirinê xwe ji dîrokê dûr xistine, cara ewil bêyî ku têk biçe, bi îradeya xwe û weke muxatab rûnişt ser maseyê. Babanzade li gel sirgûnê, ŞêxSeîd û Seyîd Riza li gel sêdareyê tên bibîranîn; wê navê vê nifşî jî bi muzakereyê, yasaya û damezrînerê were bibîranîn. Rêbertiya Serok Ocalan jî tam li vê derê xwe nîşan dide. Kesê ku rûmeta serhildanên kevneşopî dewr stand û fetlên wê şikandin; hebûna Kurdan ji qonaxa parastinê (bi têgehên wî bi xwe ji qonaxa negatîf) ber bi qonaxa avakirina civaka demokratîk ve biriye û avakirina pozîtîf pêk aniye. Gotina bêwatebûna çekan, ne îlana teslîmiyetê ye, tespîta qonaxê ye. Di qonaxa heyî de wê hebûn ne bi çekê bi siyaset, hiqûq û birêxistinbûna civakî were parastin.

ÎADEKIRINA DERFETA HATÎ GIRTIN YA PIŞTÎ SED SALAN

Masa, li gel Komîsyona ku sala borî li Meclîsê hate avakirin, cara ewil bi zemîna qanûnçêkirinê ve hate girêdan; li gel ‘qanûna çarçoveyê’ ya di destpêka Tebaxê de hate qebûlkirin berhemên xwe yên ewil dan. Dikare kêmasiyên yasayê werin rêzkirin ku divê wisa jî be. Kêmasiyên weke çarçoveya wê, mekanîzmayên wê yên temînatê û entegrasyonê hene lê belê fonksiyona wê li ser zemîneke din disekine. Yasayên ku di tevahiya sedsalekê de têkildarî Kurdan hatine derxistin, hiqûa tehcîr, îskan û qedexeyê bûn. Cara ewil yasayekê ne şer, çareserî; ne tasfiye yekbûn esas girt û wisa hate nivîsandin. ‘Qanûna kok’ weke navê xwe kok e. Gilale, çiqil û fêqiyan nade lê belê binê axê diguherîne. Gilale, weke mafê zimanê dayikê, demokrasiya herêmî, berfirehkirina tevlîbûna siyasî, hiqûqa serdema derbasbûnê û sererastkirinên têkildarî înfazê di serdemên li pêşiya me de karên yasayên demokratîkbûnê ne. Divê berawirdkirina Serok Ocalan a vê qonaxê ya li gel avakirina Komarê li ber çavan bê girtin, ji ber ku tişta berbehs ew e ku hemwelatîbûn bêyî ferzkirina ziman, ol û netewê girêdayî hemwelatîbûna wekhev ji nû ve bi peymanê ve were girêdan; îadeya derfeta ku di sala 1921’an de vebûye û di sala 1924’an de hatiye girtin e.

AVAKIRINA HEVKÊŞEYÊ YA LI HUNDIR PÊKAN E

Heman aqil, xwe di pîvana herêmî de jî nîşan dide. Di navbera lerzên şerê Îran û DYE-Îsraîlê, perçebûyîna Sûriyeyê û arezûya emperyal a veguheriye endazyariya nexşerêyan de aşitiya Kurd-Tirkan tê wateya têkbirina hevkêşeya ku her du gelan tîne li hemberî hev. Çawa ku bêyî Kurdan Tirk nabin û bêyî Tirkan jî Kurd nabin, pêşerojeke ku pergala Rojhilata Navîn a xwe ji şerê van her du gelan mezin dike, jî tune ye. Sed salan beriya niha nexşerê ji aliyê hin kesên din ve hatibû xêzkirin; vê carê avakirina vê hevkêşeyê ya li hundir pêkan e.

Dîrokê têkildarî fikirîna pêkve, tevgera pêkve û wateya siyasî ya giştî di dawiyê de pêşnumeyeke bersivê dinivîse. Em pir baş dizanin ku mayîndebûna bersivê bi tekstên qanûnan re sînordar nîne; qebûlkirina civakî, îradeya siyasî û berpirsiyariya beramber hewce ye. Aşitî ne îmzayek e, avakirinek e û girantirîn barê avakirinê wê ji niha û pêve were hilgirtin. Yanî serdema dijwar bi dawî bû, serdemeke dijwartir li benda me ye lê belê ev serdem serdema me ye.

DÎROKEK E KU JI SÊDAREYÊ VEGERIYAYE

Dîsa jî divê em navê qonaxê rast lê bikin. Divê em ji bîr nekin ku sêdare jî mase jî ji daran tên çêkirin. Di tevahiya du sed salan de dar tim bûn sêdare. A niha cara ewil vediguhere maseyê û qanûna li ser maseyê. Xeta ji rêyên sirgûna Babanzade heya Deriyê Çiyê yê Şêx Seîd, ji Meydana Genim a Seyîd Riza heya hucreya Îmraliyê, roja îroyîn li kursiyên Meclîsê û bi xalên yasayan ve tê girêdan. Ev dîrokek e ku ji sêdareyê vegeriyaye. Temambûna vegerê êdî ne girêdayî wan kesên ku sêdare danîn, girêdayî hunera wan kesan e ku mase ava kirine. Em bi xwediyê vê hunerê jî û bi xwe jî bawer dikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button