Leheng û berxwedêrê çiyayî: Argeş Serhed

Leyla Amûdê

Li welatê me mirovên jîr û jêhatî her tim ji bo doza xwe têkoşiyane. Ji bo rizgariya gel û welatê xwe can dane û bûne ronahî ji şoreşa Kurdistanê. Wan şoreşgeran cihê xwe di nav fikir, hest û wijdanê miletê xwe de hêşîn kirine. Em jî sozdarên wan qehreman û egîdan e. Em ê bi bîr û bawerî têkoşîna wan berdewam bikin. Wê her tim ji me re meşale û çiraya di rêya ber bi serfiraziyê bin.

Em weke Tevger û gel bi şehîdên xwe yên giranbiha û zêrîn serbilind in. Em ê her tim sozdar û şopdarên wan bin. Wê  timî ji me re pêşeng û serkêş bin.

Yek ji wan leheng û pêşengan jî heval Argeş Serhed e. Di serî de di yekemîn salvegera şehadeta wî de ez heval û hevrêyê me yê hêja Argeş bi rêzdarî bi bîr tînim. Li hemberî mezinahî û pîroziya wî bejna xwe ditewînim.

Şehîd Argeş hevalekî xebatkar û kedkarê çapemeniya gerîla bû. Bi salan weke ciwanekî Kurd û xebatkarekî doza azadiyê têkoşiya, bû ziman û fikra doza gelê xwe. Hevrê Argeş rastiya şoreşê bi gel û raya giştî da naskirin.

Qehreman û çelengê me yê nemir Argeş Serhed weke gulekê geş dibû. Reng û bêhna xwe dida her cihî. Bû zimanê heqîqetê. Weke rewşenbîrekî her tim dixwest gelê xwe serwext û zana bike.

Dema hevrê Argeş birîndar dibe, hevrêyên wî hewl didin wî tedawî bikin. Dema rewşa wî giran dibe dişînin Rojavayê Kurdistanê. Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî me nikarîbû em ji hevrê û pêşengê xwe re dermanekî peyda bikin. Her roj rewşa wî girantir bûn. Me heval û hevrêyê xwe Argeş 10’ê Tebaxa 2025’an winda kir.

Şehadeta heval Argeş ji bo tevahî hevalan û bi taybet ji bo hevrêyên gaziyên şer pir giran bû. Tevî ewqas birîn û êşên xwe jî dest ji rûkenî û hêviyên xwe yên welat û gelekî azad berneda.

Hevrê û fermandar Argeş xwedî kedeke bêhempa û pêşengê ragihandina azad bû. Bi salan li çiyayên azad li pey heqîqetê beziya. Canê xwe ji bo doza gelê xwe feda kir. Argeş yek ji pêşengên ku Rêber Apo baş fêm kiribû. Li ser vî esasî ji hevalên xwe re bû pêşeng û mamosteyekî şopdarê xeta Rêbertî.

Wê timî leheng û berxwedêr Argeş Serhed, lawê çiyayê navdar ê Araratê di têkoşîn, fikir û wijdanê me de bijî.

Em ê xewn û xeyalên hevalê xwe Argeş tekez bi serketinê tacîdar bikin.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button