Jineolojî bi saya şehîdên leheng pêş ket

Jineolojî tê wateya “zanista jinê”. Ev zanist wek raman û disîplîneke nû ya civakî ye ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurd ve hatiye pêşxistin da ku zanyariyên heyî ên desthilatdar û mêrsalar biguherîne, dîroka windabûyî ya jinan derxe holê, azadiya civakî li ser bingehê wekheviyê ava bike. Têgîna Jineolojiyê sala 2009’an di pirtûk û parêznameya “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derket pêş. Weke pêdiviyeke bingehîn ji bo zanista jinê pêş bikeve hate vegotin û perspektîfa wê jî hate dayîn. Jinên şoreşger jî li ser vê perspektîfa cewherî ya Rêber Apo, lêhûrbûn kirin û gihiştin biryareke dîrokî da ku ezmûnên xwe derbasî pratîkê bikin. Roj bi roj ew biryar pratîze bû û heya roja me ya îro hat.

Pêşveçûn û rêxistinbûna kar û barên zanista Jineolojî piştî salên 2011-2012’an bi Şoreşa Rojava û pêşveçûna tevgera jinan re ji qada teorîk derbasî qada pratîkî bû. Adara 2014’an li Berlînê yekem konferansa navneteweyî ya Jineolojiyê pêk hat. Paşê li gelek bajaran akademî, navendên lêkolînê û komîteyên Jineolojiyê hatin avakirin.

Jineolojî, zanistên bi hişmendiya desthilatdar û mêrperwer hatine avakirin rexne dike. Mafê jinan diparêze, li hemberî tundûtûjî, şer û pergala serdest jin û civakê diparêze. Jineolojî di qadên weke aborî, tenduristî, perwerde, ekolojî û dîrokê de lêkolînan dike da ku jiyana nûjen û azad ava bike. Jineolojî zanisteke nû û pir dewlemend e. Di nav zanistên civakî de jî zanista herî demokrat û adil e.

Jineolojî li ser heqîqetê lêkolîn dike. Ji ber pir bi hunerî û hostatî hatiye hûnandin hemû xebatên xwe bi dewlemendî pêk tîne. Ji jin û civakê re çavkaniya guhertin û veguhertinê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl daye deriyekî nû li pêşiya zanisteke wiha dewlemend veke da ku bi hişmendiya jina azad were teşegirtin. Ji bo pêşveçûna civakê herikbar bibe, civak karibe xencera di pişta xwe de derxe û xwe bi xwe birînên xwe derman bike, Rêbertî ev merhele da destpêkirin. Tevgera Azadiya Jinên Kurd jî xwe li ser çavkaniya vê fikra dewlemend a Rêber Apo rêxistin kir, Jineolojî roj bi roj pêşde bir, gihand her deverê, kir malê jin û civakê.

Her çiqasî têkoşîna jinên azadîxwaz li çiyayên Kurdistanê dest pê kir jî belavî hemû beşên Kurdistanê Rojhilata Navîn û cîhanê bû. Zanista jinên azadîxwaz Jineolojî bi demê re xebata xwe berfirehtir kir, têkildarî dîroka jinên cîhanê û Kurdistanê jî ket nav tevgerê. Niha jî gihiştiye asteke pir girîng.

Weke tê zanîn dîroka jin nehatiye nivîsandin. Tiştên ji hêla serweran hatine xêzkirin jî berevajî rastiyê ne. Jinên çalakvan û kedkar zanista Jineolojiyê pêş xistin û anîn rewşeke berhemdar. Jinên têkoşer her hewl dane ku zanista xwe Jineolojiyê, pêş de bibin, bikin malê hemû jinan û civakê.

Helbet ev tevahî destketî û zanebûn bi saya têkoşîna şehîdên me çêbûye. Pêwîst e em şehîdên xwe yên pêşeng û qehreman bi bîr bînin û li keda wan xwedî derkevin. Hewce ye em timî bibin şopdarên wan. Şehîdên me yên pêşeng Leyla Agirî, Zîlan Konya, Malda Hesekê û her wiha gelek jinên kedkar û fedayî di vê rêya pîroz de canê xwe feda kirin, ji bo me bûn çira û ronahî. Ez careke din bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Soza xwe ji wan re nû dikim û dibêjim şehîd namirin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button