`Tecrîda li Ser Rêber Apo, Bûye Binkeftina Devleta Tirk`

  • Endamî Federesyona Gaziyên Bakur û Rojhelatî Suriyî Mizgîn Idrîs derbarî tecrîda li ser Rêber Apo de axiviya û diyar kir ku pêngava dem dema azadiyê heye, ew pêngav wî bibe pêngava şikandina tecrîda li ser Rêbertî û wî bibe azadiya Reber Apo ya fiziki, wî bibe azadkirina gelê Kurd û Kurdistan.

Mizgin Idrîs di axaftina xwe de wiha dibîje “Ez ji bo tecrîda ku li ser Rêbertî hatiye dayîn, hinek tiştan dixazim bibîjim. Ew tecrîd ne tenî tecrîdek ji bo Rêbertî ye. Tecrîdek giran ji bo gelê Kurd û Rojhelata Navîne. Ji ber ku ew êrişên devleta Tirk dike, ew tecrîda ku daniye, hemû hevdûre girîdayî ye.

Pêngava Dem Dema Azadiyê Wî Bibe Pêngava Azadiya Rêber Apo

Devleta Tirk waya dizane ku heger, wî tecritê rabike û bihîle hevdîtin bi Rêbertî re were çêkirin, wî demê devleta Tirk binkeftina xwe qebûl dike, sitatûya Kurdistan qebûl dike, gelê Kurd qebûl dike. Ji ber wî yekî ye tecrîtek ew qas giran daniye li ser Rêbertî û nahîle hevdîtin çêbibe. Ew tecrîdê mirov dikare wisa binav bike, wekî binkeftina devleta tirk. Ji ber wî, qebûl nake hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe.  Di wî çarçeveyîde hevalên me yên zindanan de greva birçîbûnê de ne, dest bi çalakiya greva birçîbûnî kirine. Ji bo bikaribin tecrîta li ser Rêbertî rabikin. Pêngava dem dema azadiyê heye, ew pêngav wî bibe pêngava azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, wî bibe pêngava şikandina tecrîda li ser Rêbertî, wî bibe azadkirina gelê Kurd û Kurdistan.

Wek Hevalên Gazî Emê Heta Dawiyî Piştgiriya Gelê Xwe Bikin

Li bakurî Kurdistanê rojê herî kêm 150 jin têne qetilkirin. Bi awayekî hovana jin tên qetilkirin. Bi taybetî êrişeke mezin li ser jinê heye. Dizanin ku Jin rêberiya jiyanî dike, li jiyanî xwedî derdikeve, ji Rêbertî xwedî derdikeve, li axa xwe xwedî derdikeve, rola xwedavendî dileyze. Ji ber wî yekî êrişî herî zîde li ser jinê tê kirin. Ji bo ku karibin berxwedana Kurdan bişkînin, berxwedana milet bişkînin. Lê bila devleta Tirk bizanibe ew çiqas êrişî li ser me bike emê daha bêtir bi îradeyek hên xortir , bi moralek hîn mestir emê li hember wan bisekinin. Bila bizanibe ku êrişa wî a li ser Efrin, Girîsipî , Serikaniye û Eyn Îsa ew ê îradeya me neşkîne. Berovajî wî wî hûn xortir bike hîn zîdetir emê îrada xwe xort bikin. Li bajarê xwe, li miletê xwe , li axa xwe, li Rêberê xwe xwedî derbikevin. Em tu car rê nadin ku devleta Tirk li ser axa welatî me de bimîne. Wek hevalên gazî emê heta dawiyî piştgiriya gelê xwe bikin . Emê piştgiriya şervanên YPG û YPJ ê yê ku niha di çeperên pêşiyî de niha berxwedidin û berxwedanî didine meşandin bikin. Emê heta dawiyî li kêlaka wan bin. Piştgirî ji wan re bikin. Çi ji destî me emê bikin idi. Emê pişta serhildana miletî xwe bigrin. Wek hevalên gazî emê piştgriya gelê me yê Avrupa, yê Bakur, Basur, Rojava û Rojhelat ji bo rêbertî serhildan dikin, heya daviyî piştgiriya wan bikin”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button