Kovara gaziyên şer bi sernavê “Şehîd sembola berxwedanê ne” derket

Kovara gaziyên şer ‘Berxwedan Jiyan e’ bi hejmareke nû ya bi sernavê “Şehîd sembola berxwedanê ne” derket.
Kovara ‘Berxwedana Jiyan e’ ya gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya her du mehan carekê derdikeve bi hejmara nehemîn gihişt ber destê xwendevanan.
Di kovara weke “Bultena Leşkerî, Bîrdozî û Siyasî ya Du Mehan” derdikeve de kar û xebatên gaziyên şer, hevdîtin û nûçeyên gaziyan ên têkildarî rewşa heyî cih digirin.
Di beşê ji xwendevanan ên kovarê ya hejmara nehemîn de wiha tê gotin:
“Tevahî gavêtin, pêngav û şoreşên bîrdozî û polîtîk ên derketine holê û bandorên girîng li ser jiyana mirovatiyê kirine bi saya kadro, şervan û pêşengên wan ên bi wêrekî û fedakarî têkoşîn kirine pêş ketine û gihiştine serketinê. Asta herî bilind û pîroz a evqas wêrekî, fedakarî û fedaîtiyê bêguman şehadet e. Gotinên herî xweş û bedew ên ji bo başî, rastî û pêşketina mirovan hatine gotin, heke bi jiyaneke azad re bûbin yek, ango gihiştibin şehîdên xwe êdî ew doz pîroz e û tiştekî mirov li ser bêje nîne.”




