Gaziyê şer Ferhad û 7 leheng li Kobanê hatin oxirkirin

Gelê Kobanê îro li Pakrewangeha Şehîd Dicle di nav wan de gaziyê şer Ferhad Kobanê jî ku hebû 8 şehîdên 2024’ bi merasîmekê heybet oxirkirin.

Şehîd Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi amadebûna malbatên şehîdan, gaziyên şer û xelkê Kobanê hatin oxirkirin.

Gîvara (Macid Hemede), Sîdar (Elî Hemîd Derwîş), Zagros Reqa ( Ebdulah Ebdulah) di 16`ê Kanûna 2024`an de li Qereqozaqê, Sîpan Tebqa (Macid Ehmed) 8’Ê Kanûna 2024`an li Minbic, Reşo Boraz (Mistefa Mehmûd ) 8`ê Kanûna 2024`an li Qereqozaqê, Nesrîn Çiya (Dunya Henan) 8’ê Kanûna 2024`an li Minbicê, Siwar Mahsum (Aydin Reşîd) 7’ê Kanûna 2024`an li Minbicê û gaziyê şer Ferhad Kobanê (Mistefa El Hiso) 8’ê Kanûna 2024`an li Minbicê, şehîd bûn.

Şehîd duh bi merasimekê li Pakrewangeha Şehîd Dîclê hatin oxirkirin. Piştî rêzgirtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê bajarê Kobanê Hesen Mûş axivî. Hesen destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Maf û zimanê me li me qedexe bû, lê bi saya şervanên me niha em bi azadî di nava Sûriyeyê de dijîn. Me ax û welatê xwe parast, dê dîrok vê egîdiyê wê ji bîr neke.”

Dûra Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî li ser navê dayikên şehîdan axivî û anî ziman ku ew dîrokeke nû dinivîsin û got: “Me got dîrok bi xwîna zarokên me bi tîpên zêrîn tê nivîsandin û me ji tinebûnê hebûn afirand. Bi berxwedana gel û van şervanan, bi saya fikra Rêber Apo em hatin vê rojê. Îro em dîroka xwe li cîhanê careke din îspat dikin û me gotiye em hene.”

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button