Xayîn û revok ji kesî re nabin mal

Bêrîvan Muhemed Suleyman

Gelekî zehmet e ku mirovên revok ên xiyanet li welat û hevrêyên xwe kirine baş bibin û werin islehkirin. Kesên xayîn îfleh nabin û wê ji welat û gelê xwe re nebin mal. Ji ber wan di serdemên herî zor û zehmet de bi erzanî xwe firotin neyaran. Ew kes çûne xiyanetê û dev diavêjin şoreşê. Ma em ê çawa wan efû bikin û ji wan re bêjin mirov û Kurd?

Jixwe navê xiyanetê li ser wan kesan e. Hinek şexsên demekê di nav Tevgera Azadiyê de man, piştî şaştî û sûcê wan derket, ji Tevgerê veqetiyan. Niha jî hin ji wan dev diavêjin Tevgerê û Rêber Apo. Ji dijminan jî zêdetir xiyanet û qirêjiya herî xerab dikin. Herî zêde jî hewl didin pêşengên Tevgerê reş bikin, keda wan a bi salan înkar bikin. Ew mirovên bêbext û bêwijdan, tevî xiyanet û rûreşiya xwe, lawazî û ketîbûna xwe dertên ser ekranên televîzyonan û xeber didin? Jixwe diyar dibe ku mirovên bêrû ne. Eger bêrû û bêşeref, nebana wê ji bo jinekê yan jî zilamekî xiyanet nekirana. Xiyanetkar jî jixwe derew, bêbextî û rûreşiyê dikin.

Gelo çima kanalên televîzyonên Kurd li Başûrê Kurdistanê, wan xerab, xayîn û revokan dertînin ser ekranan? Çawa ji wan pirs nakin bê kî ne û çi kirine? Ma gelo pîvan û rêgezên van kanalan nînin? Ma qey ew jî ne Kurd in? Gelo bi Tevgera azadiyê re dijminayetiya wan heye? Ez gelekî matmayî dimînin û wiha dihizirim ku yan ew kanalên xayîn û revokan tînin ser ekranên televîzyonên xwe bê rêgez in yan jî tevî xayînan êrîşî Kurdan dikin û di encam de jî wek wan dibin. Eger dijmintiyeke wan bi Tevgera Apoyî re hebe bila ew bi xwe bêjin û qet pêdivî nîne ku revok û xayînên bêrûmet û rûreş derxînin ser ekranên televîzyonên xwe. Xwe jî bi wan re di çavên gelê Kurd û mirovên bi rûmet de dadixînin.

Divê were zanîn ku gelê Kurd nezan û cahil nîne ku xayîn, revok û rezîlan û kesên baş ji hev dernaxe. Ez dibêjim qet pêdivî nîne ku ew kanalên televîzyonên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, wan xayînan derxînin ser ekranan û bixwazin ku pêşengên Tevgera Apoyî bi wan gotinên mirovên xwefiroş lawaz bidin nîşandan. Ji ber her kes şoreşgerên Apoyî nas dike.

Ez Rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê rexne dikim. Hinek kesên ji nav refên PKK’ê reviyane di ragihandin û medyayên Başûr de dixebitin, timî bêbextî û derewan dkin. Ew kes ne bi kêrî xwe, ne jî bi kêrî kesî tên. Li ser ekranên televîzyonên di bin kontrola rêveberiya Başûrê Kurdistanê de li hember nirxên bi xwîna şehîdan, berdêlên giran ên gaziyan û keda gel li Rojava û Bakur ava bûne zimandirêjiyan dikin. Tevgera Azadiyê li hember dijminê xwe jî zimanê xwe guhert, lê mixabin hinek kanalên li Başûr ên girêdayî partî û hizban e li hember Tevgera Azadiyê û dilsozên wê nikarin zimanekî erênî û rê li ber xweşiya di nav Kurdan de veke pêş bixin. Ew zimanê neyînî yên li hember Tevgera Apoyî bi kar tînin, qet nikarîbûn li hember dijmin û kujerên Kurdan bi kar bînin.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku ragihandin, fikir û hişmendiya rêveberiyê ye. Çend xayîn û revok li wir kar dikin. Ev kes ji bilî zimandirêjî û xerabiyê tiştekî din nakin. Li gorî nêrîna min eger rexneyên partî û komên Başûrî hebin, bila yekser bikin ne ku bi rêya xayîn û revokan. Vaye Rêber Apo banga yekîtiya neteweyî dike û dibêje divê Kurdên çar parçeyên Kurdistanê kongreya xwe ya neteweyî li dar bixin û bibin yek da ku hebûna xwe biparêzin. Jixwe bi salan e ew bang ji hêla Rêber Apo û rêveberiya tevgera Apoyî tê kirin.

Lê mixabin me ti gav ji hêla rêveberiya Kurd a li Başûr nedît. Diyar dike ku em ê wer zû jî nebînin. Lê divê were zanîn ku yekîtiya Kurdan bi esasî bi gel pêk tê. Heke em weke gel xwe li her deverê bikin yek wê serok û pêşengên me jî li me guhdar bikin. Divê em weke neteweya Kurd hemû xwe bikin yek. Xwe bi rêbazên komîn rêxistin bikin, yekîtiya xwe çebikin. Jixwe êrîş li ser me hene. Ji her wextê zêdetir divê em xwe bikin yek û komînên xwe çêbikin da ku em têkoşîna li dijî desthilatdaran, kujeran û xayînan mezintir bikin.

Jixwe eger weke gel em xwe bikin yek wê her kes li pey me were û dê xwe ji me re bike qurban û heyran. Lê mixabin em hîn jî di nav şaştiyan de ne. Em yekîtiya xwe xurt nakin, xwe li gor fikir û felsefeya Rêbertî pêş naxin. Ev jî me lawaz dike. Tekez divê ku em çavên xwe vekin, xwe zana bikin da ku em vîna xwe temsîl bikin û ji xwe bawer bin. Ji bo em jî weke xelkê serbilind û bi rûmet bin divê em têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Jixwe ti dewlet û desthilatdar ji bo me serkeftinê nayînin. Tenê weke gel û jin em dikarin xwedî li xwe derkevin, mafê xwe bi dest bixin. Yekîtiya me jî wê dermanê herî baş û bi feyde ye.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button