Civak hebûnên dîrokî ne

Cûdî Cizîr

Belê xoşewîstên hêja ev car  beşa me  li ser civakên hebûnên dîrokê ne. Naxwe em dest bi pirsên xwe bikin. Hebûna dîrokê çi ye? Em ê civak û hebûna dîrokê çawa fêm bikin, rêbazên behskirina dîrokê çi ne? Ji bo bersivdana wan pirsan divê em hinek tiştan tevlî hev nekin. Em dibêjin, dîrok deshilatdaran nivîsandiye û qet behsa Kurdan nake. Lê îro em dibînin ku li gelek cihan de behsa Kurdan hatiye kirin. Hemû merhele, ne weke hev in. Rêber Apo dibêje, “Dîrok û civaknasî pêkve ne. Hevdu temam dikin.” Eger civak hebûnên dîrokî bin, naxwe  maneyên wan jî dîrokî ne. Mane jî cewherê jiyana civakî ye; ango mirov dikare weke armanca jiyana civakî, ruh û zîhnê wê bide naskirin, terîfkirin. Komên mirovan bi milyonan salan, li mekanên zor û zehmet di encama hewldanên têkoşînên mezin, bi êş û elem de di pêşengtîya  jin de civak pêk anîne. Di dîrokê de di civaka xwezayî de pêşengtiya çêbûye pêşengtiya jinê ye. Her tiştek li dorberê jinê çêdibe. Ev pêşengtî, pêşengtiyeke komînal e. Bi temamî otorîteyeke xwezayî ye. Ji bo wê jî klanê ew jidil qebûl kiriye. Têde zor, hiyerarşî û desthilatî nîne. Biyekbûna jin û axê berhem pêş dikeve.

Di pêkhatina civaka komelgerî ya seretayî de, ya di dîroka mirovatiyê de tê zanîn û hatiye peyitandin Mezopotamya ye. Yanî di navbera çemên Dîcle û Firatê de, bi teşeyeke ku bi çav tê dîtin şekil girtiye.  Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne. Bi vê wateyê Mezopotamya welat û dîroka azadiyan e. Ji Kawayê Hesinkar heya Mazlûman; ji  Berîvanan, Sarayan Zîlanan Bêrîtanan  gelek şervanên azadiyê yên esîl hene. Her wiha yek ji heqîqetên zanista civakî ya derketiye holê, dîrokbûna civakê ye.

Ji bo zanista civakî şoreşa bi sazîbûnê, bi gotineke din ji nû ve  avabûn şert e. Ji ber ku zanist civakan vedikole, dîroka wê dîroknas vedikolin, siyaseta wê siyasetmedar û zanistên siyasî vedikolin. Di têkoşîna me de zemînê dîrokî, civakî û rewşenbîrî pir xurt e. Dîrokeke mezin, pakrewanên pîroz û di nava şoreşa  me de nirxên mezin hene. Mirov  dibîne ku di dîrokê de li dijî sîstema desthilatdar derketinên cur bi cur çêbûne. Yanî hemû berxwedan li ser esasê xweparastinê  çêbûne. Civakan hebûna xwe bi komînalbûnê dane destpêkirin. Rêber Apo dibêje‚ “Em bi dîrokê hene.” Ango eger dîrok niha be û ez jî weke parçeyeke dîrokê bim, tiştên min dîtîn û nas kirine hene. Ji bo vê yekê jî ez dîrok bi xwe me. Ji bo her yek ji me jî ev wisa ye. Naxwe em bêjin eger ferd weke kêlî gihiştina hev a dîrok û civakê be, xwerastîfadekirin û parastin jî wê gavavêtina azad a dîrok û civakê be.

Dîrok çawa û bi kîjan rêbazê were îfadekirin bila bê kirin, bi awayekî  mohra çîn û dewletê hilgire, hat avakirin, nivîsandin. Rastiya civakî ango wexta qelş li heqîqeta civakî dikeve, bingehê her cure xerîbketinê tê danîn. Qelşa mezin a pêşî bi hiyerarşiyê li forma jiyanê ya vê civaka dîrokî ketiye. Di vir de pêwîst e mirov dîrokê rast bigire dest. Niha der barê dîrokê de jî hişmendiyek şaş hatiye avakirin. Divê dema dîrok hate gotin tenê di aliye kronolojîk de hinek bûyerên hatine jiyîn neyê bîra mirov. Ev jî di nav de ye, bes ev tenê têra pênaseya dîrokê nake. Ji ber wê jî, dema dîrok hate gotin pêwîst e rasterast zîhniyet were hişê mirov. Mirov dibîne ku di dîrokê de li dijî sîstema desthilatdar derketinên cur bi cur çêbûne. Hemû berxwedan li ser esasê zîhniyetê çêbûne. Ji hişmendiyê dest pê kirine. Em ji fîlozofan bigirin, heya mirovên mezin tevahî xwediyê vê rastiyê ne. Hemû bi zîhniyetê re mijûlbûne û li ser wê xebitîne. Hemûyan hişmendî ji xwe re esas girtine. Ji bo wê jî, gelek fîlozof bi kuştin û cezayên cuda re rû bi rû mane.

Em dinêrin, di dîroka mirovahiyê de der barê vê çewtkirina zîhnî de gelek lêgerîn, tevger û têkoşîn pêş ketine. Lê bi rastî, em çiqas ji van tevgerên di çarçoveya pergala civaka demokratîk de têkoşîn dane meşandin haydar in? Rastiya li holê mirov diêşîne. Pergala hiyerarşîk û dewletparêz, bi taybet jî zanista pozîtîvîst zêdeyî bi du şêwazan xwe daye meşandin. Yek, parçekirin û belavkirina nirx û rastiyên civakê. Du, berevajîkirina dîrokê, li gor xwe nirxandin û şîrovekirina dîrokê û dîrokek di der barê berjewendiyên xwe de derxistina holê. Ji ber wê jî em dibêjin dîrok zîhniyet bi xwe ye. Dîrok pênasekirin, rasterast zîhniyet pênasekirin e. Dîrok berevajîkirin zîhniyet berevajîkirin e. Civak ji dîrokê qutkirin, dûrxistin e; civak ji zîhniyet qutkirin û dûrxistin e. Ji ber wê jî perwerdeya civaka dîrokî avakirin tişta herî girîng e.

Dîrok û jiyan tiştên zindî ne. Bi qasî ku zindî ne ewqas têkoşîn tê de heye. Wê demê divê ev hişmendiya têkoşînê bê rûniştandin. Em bêjin der barê dîrokê de hinek şaşîtiyên derketine holê hene. Feraseta me ya dîrokê xeta şaristaniya demokratîk dibîne û wê weke dîroka gelan bi nav dike. Ev dinyaya nû Moderniteya Demokratîk e. Rast e Modernîteya Demokratîk ji jorê de daneketiye, ne bêbingeh e, xwe dispêre kokeke pir kûr û dîrokî, lê di encamê de divê xwe ji nû ve li ser pîvanên xwe yên xwezayî ava bike. Ev avakirin jî bêyî perwerdeyê nabe. Ji ber ku perwerde weke Rêber Apo bi nav dike navenda mêjiyê civakê ye. Perwerde ‘biryargehên’ civaka dîrokî ne. Bi navekî din, perwerde biryargehên pergala civaka demokratîk in.

Em baş dizanin ku dîrok tenê bi çîrokên qralên leheng, ji şeran û têkoşînên di navbera dewletan de pêk nayê. Li ser vê wateyê ji dîrokê re rast nêzîkbûn bingehê avahiya agahiyê jî dide pêşxistin. Ji bo em karibin avahiya xwe ya agahiyê ya alternatîf bidin avakirin û pêş bixin, mîrat e û çavkaniyên me yên dîrokî hene. Pêwîst e em vê mijarê baş lêkolîn bikin, derxin holê û rojane li ser bisekinin. Ev xisuseke pir girîng e. Di dîrokê de qiblegeh û perestgehên pîroz û di hundirê wan de xweda ango xwedawend hene. Dema mirov dibêje civaka dîrokî, divê pergala şaristaniya demokratîk were hişê me. Di xebatên jinûve avakirina yekeyên modernîteya demokratîk de alîkariya zanistî û entelektuel şert e. Eger îro em dixwazin civaka demokratîk ava bikin, divê em di serî de zîhniyetê pêş bixin. Tişta pêwîst zîhniyeta li derveyî desthilatdariyê pêşxistin e. Baş e, em ê vê bi kîjan rêyê pêş bixin? Bersiva vê li gorî zîhniyeta xwezaya civakê, avakirina saziyan e. Nêzîkbûneke Rêber Apo ji bo dîrokê heye,  dibêje “Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button