Hevsengiyên nû yên Rojhilata Navîn û Sînorê nazik ê Kurdan
Hozan Serhed

Di jeopolîtîkaya modern de Rojhilata Navîn ew erdnîgarî ye ku rûbirûbûna berjewendiyên stratejîk ên lîstikvanên gerdûnî û herêmî, herî zêde têde tên jiyîn. Texmînên analîtîk û modeleyên daneyan ên ji qadê nîşan didin ku herêm wê di demeke kurt de di qonaxeke şikestinê ya cidî re derbas bibe. Di vê analîzê de hevbendiyên li herêmê, îdîayên li ser rêyên enerjiyê, korîdorên bazirganiyê û bi taybetî li ser dînamîkên herêmî yên di bin rîskê de (gelê Kurd), texmînên rasyonel û tecrûbeyên qadê yên ji bo pêşerojê hatine nirxandin.
Di nav “sê paytextan” de hevbendiyên herêmî û stratejiya Derya Spî
Hêmana “sê paytextan” ku di modelên texmînên herêmî de derdikevin pêş, blokên bingehîn ên hevbendiyê yên qedera Rojhilata Navîn diyar dikin, temsîl dike. Navenda van blokan jî xeta Lubnan û paytexta wê Beyrûd e. Xeta Beyrûd-Şam-Tehran, ev xeta ku ji aliyê lojîstîka siyasî û leşkerî ve korîdoreke bêqutbûn ava dike. Ji ber deriyê xwe yê vedibe ser Derya Spî (Beyrûd), di heman demê de di hedefa hêzên gerdûnî de ye.
Jeopolîtîkaya Deryayê: Di texmînên stratejîk de îfadeya “herêmên yek li ser avê û ya din di bin avê de ye” qadên rayeya deryayî yên li Derya Spî (Herêmên aborî yên taybet) û xetên boriyên gaza xwezayî yên binê avê sembolîze dike. Lîstikvanên gerdûnî yên xwedî sînorên deryayî, dixwazin xetên bazirganiyê yên li Derya Spî û Kendava Besrayê li gor berjewendiyên xwe kontrol bikin.
Hevpeymaniya nazik û rîskên asîmetrîk: Rîska herî mezin a li herêmê, bingehê hewaz (liserhevşimîtî) ya hevparî û tifaqên siyasî û bazirganî ye. Tecrûbeyên qadê nîşan didin ku dema zext û mûeyîdeyên gerdûnî zêde dibin, aliyên sêyemîn ên weke mutefîq tên dîtin, ji bo parastina berjewendiyên xwe dikarin pişta xwe bidin hevkarên xwe yên stratejîk.
Senaryoyên demkurt û rêjeya rîskê ya krîtîk (ji sedî 30): Modelên daneyên analîtîk pêşbînî dikin ku di pêvajoya demkurt de du senaryoyên bingehîn li ser maseyê ne. Senaryoya yekem, şer û alozî ye. Bilindbûna nakokiyên berjewendiyan ên di navbera hêzên herêmî de ye. Senaryoya duyem hevsengî û îstiqrar e. Eger polîtîkayên provokatîf werin pûçkirin û ji ber alî hevdu asteng dikin, hevsengiya tirsê, statuko û îstiqrarek wê pêk were.
Di analîzên daneyên stratejîk de şansê serkeftina senaryoyên kaos û şer di asta ji sedî 30 de ye. Yanî di asteke nizm de hatiye girtin. Ev rewş eşkere nîşan dide ku dewletên herêmê û hêzên gerdûnî nikarin şerekî giştî bidin çavan. Li şûna gurkirina rêbazên leşkerî, yên zexta dîplomatîk û aborî (stratejiya dûrxistinê) tercîh dikin.
Bandora krîza gaza xwezayî ya Derya Spî: Li herêmê çavkaniyên hîdrokarbonê yên dewlemend ên li Derya Spî hatine dîtin, sedema bingehîn a têkoşîna “binê avê” ye. Ev rewş bi du awayan bandorê li ser siyaseta li ser erdê û herêmên Kurdan dike. Pêwîstiya xetên alternatîf ên enerjiyê, krîzeke welê ye dibe ku di xetên deryayî yên Derya Spî de rû bide. Mînak şerekî ku bikeve nav para rîskê ya ji sedî 30, wê hêzên gerdûnî neçar bike ku di ser erdê re li korîdorên ewle yên enerjiyê bigerin.
Herêmên Kurdan ( Herêma Kurdistanê ya Iraqê û Rojava), di senaryoyên gihandina xetên neft û gazê de ji bo Derya Spî, her tim xwedî potansiyeleke derbaskirina jeostratejîk e. Girtina deriyê Derya Spî, hevrikiya gerdûnî ya li ser kontrolkirina benderên weke Beyrûd û Lazqiyeyê îhtîmala vebûna herêmên Kurdan ber bi deryayê yan jî entegrebûna wan a bi cîhanê re bi rêya Derya Spî, bi temamî sînordar dike. Ev alozî rêveberiyên Kurd zêdetir girêdayî cîranên xwe yên li ser erdê (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) dike.
Projeya Rêya Geşepêdanê û rîska bypasskirina aboriyê: Projeya Rêya Geşepêdanê ya armanc dike Kendava Besrayê (Bendava Fao), di ser Iraqê re bigihîne Tirkiyeyê û ji wir jî ji bo Ewropayê, destûra bingehîn a bazirganiya nû ya herêmê ye. Lê belê gava nexşerêya vê projeya mezin tê lêkolînkirin, ji bo gelê Kurd rîskên aboriyê yên cidî derdikevin holê. Ev proje bi zanebûn hatiye plankirin. Tê xwestin ji hêla lojîstîkî ve li dora Herêma Kurdistanê (Hewlêr-Silêmaniyê) re bizivire û Rojavayê Kurdistanê bypass bike. Ev rewş tê wateya qebareya bazirganiyê ya bi milyaran dolaran bêyî bikeve herêmên Kurdan rasterast derbasî sînorên Tirkiyeyê bibe.
Deriyên sînoran ên nû yên di çarçoveya projeyê de tên plankirin vebin, rîska kêmkirina girîngiya bazirganiya deriyên sînor ên heyî yên weke Xabûr, Îbrahîm Xelîl, Fîşxabûr, Sêmalka yên di bin kontrola Kurdan de hildigire. Ev rewş dikare dahatên gumrik û lojîstîkê yên mezintirîn çavkaniya herêmê ne xerab bike.
Metirsiyên jeopolîtîk ên hember gelê Kurd, di navenda gavên mezin ên stratejîk, şerên enerjiyê û rêje yên rîskê yên ji sedî 30 de, lîstikvanên di pozîsyona herî qels û nazik de cih digirin di serî de gelê Kurd e.
Li gor rêveçûnan metirsiyên herî mezin ev in: Gûşara “lihevkirinê” ya dewletên herêmî, dabînkirina îstîqrarê li ser maseyê (îhtîmala ji sedî 70), her dem nayê wateya aştiyeke adil. Tecrûbeyên qadê nîşan didin ku dema dewletên herêmê ji bo çareserkirina krîzên di navbera xwe de li hev dikin, bi piranî faturayê ji lîstikvanên herêmî yên statuya wan tam qanûnî nebûye dibirin. Veguherandina destkeftiyên heyî yên Kurdan ji bo amûreke bazirganiyê di pakêtên lihevkirina herêmî ya dewletên mezin de, metirsiyeke germ e.
Rîska vekişîna hêzên gerdûnî ji qadê: Piştgiriya lojîstîkî ya herî mezin a hêzên Kurd li bakurê Sûriyeyê di serî DYA, hêzên gerdûnî ne. Heke ev hêz ji ber berjewendiyên xwe yên makro bazirganî û dîplomatîk biryara vekişîneke ji nişka ve bidin, wê valahiyeke ewlehiyê ya pir cidî çêbibe. Ev rewş dikare gelê Kurd rûbirûyî dorpêça leşkerî û siyasî ya rasterast a dewletên herêmî bike.
Para rîskê ya nizm (ji sedî 30), modelên texmînên stratejîk pêşkeş dikin. Deriyekî rasyonel û vekirî dihêle ku mirov bibîne rûdana karesateke mezin li Rojhilata Navîn dikare were astengkirin. Lê belê siyaseta Kurd a dixwaze di vê pêvajoyê de cihekî mayînde bigire, li şûna tenê pişta xwe bide tifaqên leşkerî yên demkî û sozên hêzên gerdûnî, divê hesab bike ka wê çawa di warê aborî de bibe parçeyek ji projeyên mîna Rêya Geşepêdanê. Divê bi gelên din ên herêmê (Ereb, Suryanî, Tirkmen) re, bingehên aborî û demokratîk ên hevpar bên avakirin.
Di pêvajoya pêşiya me de li şûna hêza leşkerî, pêwîst e lêgerînên statuya qanûnî û destûra bingehîn li ser esasê hiqûqa navneteweyî werin pêşxistin. Wekî din bazirganî û lihevkirinên siyasî yên nû yên di navbera “sê paytextan” de werin kirin, dikarin fatûraya krîzê ji nû ve li qadê vegerînin.




