“Şerê Ku Li Kobanê Dihate Meşandin, Şerekê Bîrdozî Bû”

Arjîn Denîz:

“Ez di sala 2014 an de derbazî Rojava bûm. Piştî ku şoreş hate ava kirin dijmin êrîşên pir dijwar birin li ser Rojava. Şoreşa Rojava mîsoger kirina felsefeya Rêber APO ye, di heman demê de tune kirina hişmendiya desthilatdar û qapîtalîzmê ye.  Li ser axa Rojava destpêkî êrîşên El Nusra û paşê jî êrîşên DAÎŞ’ê dest pê kir. Her roja ku şoreş bi ser ket, wa hêzên dagîrker jî êrîşên xwe diwartir kirin û xwestin ku Kurdan di Rojava de bifetisînin û xeyalên azadiyê li Rojava têk bibin. Dema ku êrîşên li ser Şengalê çê bûn, vîjdana min qebûl nekir ku di cihê xwe de rûnim û çalak tevlî şer nebim. Ji ber wê jî min di şerê Til Koçer û Cezaa de cî girt û di dema şerê dijwar yê Kobanê de bi pêşniyara xwe derbasî Kobanê bûm. Pêngava destpêkê ya şoreşa Kurdistanê bi hatina Rêbertî ya Kobanê re destpê kiribû. Ji ber wê jî têkoşîn û berxwedana li Kobanê wateyek xwe yê cuda hebû û bi rûmet bû. Şerê Kobanê û Cizîrê nedişibî ya hev. Li Kobanê derfetên me di her warî de kêm bûn. Beriya ku em biçin Kobanê, me şerek weke şerê Kobanê nedîtibû. Çawa ku em gihîştin Kobanê, em derbasî eniya şer bûn. Bombeyên me qet tune bûn. Qilêşên di dest me de jî tev zingar girtibûn. Di şer de tengasiya ku herî zêde me jiyan kir di warê cebilxanê de bû. Ji ber di dest dijmin de cebilxaneya herî pêşketî û çekên giran hebûn û di destê me de jî tenê qilêş, BKC,B7 û çend Doçka hebûn.

Di niyê de di navber me û dijmin de 50 metre hebû. Dema ku pevçûn derket û heval li kêlek me birîndar bûn, ez di çeperekê de bi tenê mam. Min wê demê bi xwe ji xwe re got pêwîste ez biirîndarî nekevim dest dijmin û heya ku ji dest min bê pêwîste ez xwe biparêzim û li ber xwe bidim. Di pevçûnê de çeka min sekinî. Min hem şer dikir û hem jî ji bo ku hevalan bibînim, li hevalan digeriyam. Dema ku min heval dîtin û min got çeka min sekiniye, hevalan ez şandim çeperekdin ji bo ku çekek ku bişuxile bigrim. Em bi şev hatibûn wê çeperê. Ji ber wê jî min rê nas nedikir. Dema ku ez dimeşiyam, min di rê de heval Dilgêş dît. Min li wir heval Dilgêş nas kir. Paşê heval Dilgêş weke fermandarê tabûrê hate cem me. Dema ku heval Dilgêş hat, piraniya hevalên di tabûrê de şehîd ketibûn. Ez mehekê di nava şerê Kobanê de mam. Lê ev meha şerê Kobanê di jiyana min de dema herî zehmet û bi wate ye ku tu carî nikarim ji bîr bikim. Gelek hevalên ku em bi hev re derbasî Kobanê bibûn, me bi hev re jiyan kiribû, bi hev re berxwedanî kiribû, di wî şerî de yek bi yek şehîd diketin. Êşa wan şehadetan di me de kîn û hêrs dida ava kirin.

Li kêlek wî şerê giran dijmin hî bi şerê pîsîkolojîk dixwest ku hêvî û berxwedana me bişikîne. Lê ev hezkirin û ruhê hevaltiya ku hatibû ava kirin, dijmin nedikarî bişikîne. Hevaltiya ku Rêber APO dabû çandin, li Kobanê di asta herî jor de xwe dida nîşandan. Yek B7 a me hebû. Heval Dilgêş Mûş di hemû eniyên şer yên Kobanê de B7 ra dikir. Piştî demekê em ketin yekîneya hereketlî. Li kîjan eniyê pêdivî hebuya em diçûn wê derê. Şehîd dilgêş tevî ku fermandarê tabûrê bû erka fermanark eniyê pêk dianî. Hem di şer, hem jî di jiyanê de pir bi hêz bû. Ji xwe ji bo Tevgera Azadiyê li kêlek xuliqkariya taxtîkên nû di şer de hevaltî û çanda APOGERIYÊ parastin e. Heval Dilgêş di 20 Cotmehê de şehîd ket. Şehadeta heval Dilgêş tesîrek pir mezin di me de da ava kirin. Heval Dilgêş destpêkê birîndar bû. Ciyê ku em lê diman, kesî nedikarî bê wê derê. Heya ku wesayit hat ji bo ku bibin nexweşxanê heval Dilgêş şehîd ket. Tevî ku 10 – 15 roj bûn ku min nas kiribû, şehadeta heval Dilgêş di min de jî tesîrek mezin ava kir. Heval Dilgêş di dest û lingê xwe de birîndar bibû l dîsa jî timî li eniya herî pêş yê şer bû. Tu carî xwe ji şer û têkoşînê nedabû paş. Di nava tabûrê de yê ku herî zêde fedakartî kir heval Digêş bû. Heval Dilgêş di riya heqîqet û azadiyê de jiyan kir û di wê riyê de jî gihîşt şehadetê.

Hefteyek piştî şehadeta heval Dilgêş ez jî birîndar bûm. Ev birîndarî ji bo min nîşaneya berxwedanî û rûmetê ye. Ji ber milîtanek APOGER li kuderê be û di kîjan karê de ciyê xwe bigre, ger ku serkeftinê ji xwe re esas bigre wê erka xwe ya miltantî û şoreşgertiyê bi cî bîne. Ez ê jî li ser wê bingehê ji vir û şûnde tevlî têkoşînê bibim. Di Kobanê de ji şerê çekan zêdetir şerê ku dihate meşandin, şerê bîrdozî bû, û di wî şerî de felsefe û bîrdoziya Rêber APO bi ser ket. Keda şehîdan bi serket. Ya ku ji me tê xwestin ji vir û şunde parastina wan nirxane ku bi xwîna bi sedan şehîdan hatine ava kirin e.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button