Asya Weşûkanî: Rohnîkirina hin rastiyan
Asya Weşûkanî

Bêguman ti tiştek weke mirov dixwaze timî çênabe. Nexasim jî di mijara dîrokê de. Bi gotina “Ez wiha dixwazim” jî qet çênabe. Jixwe pirsgirêka mirov jî ev bi xwe ye. Herî zêde jî mirovên ferdperest her tiştî li gorî xwe dixwazin. Dema li gorî wan jî nebe her tiştî xerab dikin û qiyametê li serê xelkê radikin. Heya roja me ya îro jî wiha li serê civakê hatiye. Her dem hinekan xwestiye her kesî li gorî xwe bimeşînin. Bi demê re jî tenê bi xwe dihizirin, li ser rê û rêbazên wê çawa mirovan ji xwe re bi kar bînin û xwe li ser wan serwer bikin difikirin.
Ew serweriya ji hêla zilam dest pê kiriye li ser jin û zarokan yan jî klanan, ji hesûdî û xasûkiya wî tê. Jixwe zilam her bi nêçîrvaniyê re mijûl dibe. Ji bo nêçîra xwe taktîkan pêş dixe, li ser dihizire û zekaya xwe ya bîrbirinê bi kar tine. Li gorî pêdiviyan çekan pêş dixe û hewl dide xwe di ser komê re bibîne. Ji ber derfetên di destên xwe de dibîne, xwe ji wan cuda dike. Di nav koma zilaman de hinek di aliyê fizîkî de xurt in yan jî hîn bêhtir xwedî hunera nêçîrê ne. Ew kes hewl didin serweriya xwe di nav komê de çêbikin. Dema hinek kesên weke xwe dibînin ji wan aciz dibin. Vê care jî dikevin pey hewldana wan bidin hêlekê.
Ew kesên ketine derdê serweriya xwe her xwe virde û wirde didin, hincetan çêdikin. Wiha dikin ku heya kom serweriya wan qebûl dikin. Diyar e hemû kom wiha nînin. Hinek şexs di nav wê komê de xwedî taybetmendiyên wiha ne û ew jî hewl didin kesên weke xwe di nav komê de çêbikin. Vê ji bo destekê bidin wan û bi tenê nemînin dikin. Koma zilamê nêçîrvan û şerker bi vî rengî çêdibe û serweriya xwe li ser jinê ferz dike. Li wir diyar dibe ku klana li dora jinê jî zarok, keç, bira û xaltîk in. Xwe diparêzin û têr dikin.
Zilamê xwe di nav komê de rêxistin kiriye, hewl dide xwe li ser wan jî serwer bike. Lê jin dayik vê qebûl nake û bertekê raber dike! Dema dayika klanê bi rê ve dibe rastî hurmeta ferdên klanê tê. Vê care jî zilamê koma nêçîrvan dikeve pey hesûdiya xwe û hewl dide wan têxe bin serweriya xwe. Êrîşî dayika parêzvana klanê ye dike. Di nav wan de şer dertê. Ji ber zilam çek afirandiye û xwedî ezmûna şer û rêbazê nêçîrê ye, hêza jinê dişikîne û klanê jî dike bin serweriya xwe. Zilam ne tenê fêrî qetilkirina sewalan dibe, bi demê re fêrî qetilkirina mirovan jî dibe.
Bêguman jinan hema wiha bi hesanî rêveberiya xwe nedane destê zilam. Di nav wan de şerên giran dertên, lê bi şikestin û kuştina jinê re zilam serweriya xwe îlan dike, çavên ferdên komê jî ditirsînin, wan dikin bin serwerî û fermana xwe. Jixwe li wir yanî di wê serdemê de ku tê gotin 30 hezar sal e, gelek tişt hene em ji wan biyanî ne. Bi demê re û bi lêkolîneke pir zirav û xurt re dibe ku rastî bêhtir derkevin holê. Jixwe erdkolan jî tên kirin. Bermahiyên mirovan di van mijaran de bêhtir serwext dikin jî tên dîtin. Her roj tiştekî nû tê keşifkirin. Lê tişta li wir diyar dibe ew e ku di wê dema mijara gotinê de hişmendiya desthilatdariyê pêş dikeve û weke nexweşiyeke vegirtî di nava mirovan de belav dibe. Tekez divê were zanîn ku ev ne tiştekî xwezayî ye. Hemû xerabî ji wê hişmendiya tundrew û xweferzkirinê çêdibin.
Mirov wiha ji hev fêr dibin û ezezîtiya wan dest pê dike. Ev egoîzm di nav mirovan de belav dibe û niha li vir em têdigihêjin ku serwerî û tehekumiyet ne tiştekî xwezayî ye. Ev fikar ji derve ji mirovan re tên. Ya din jî mirov teqlîda hev dikin û wiha fêrî serweriya hişk dibin. Ji bo serwerkirina xwe, tundiyê bi kar tînin û heya hovîtiyê jî diçe. Li vir xuya dibe ku ew taybetmendî di zilam de dest pê kiriye û aîdî zilam e. Lê mixabin em îro raserî gelek jinên serwer jî tên. Mirov li gelekan ji wan dinêre û matmayî dimîne. Jixwe xisletên serweriyê, ne yên jinê ne. Wê jî ji zilamên -weke me li jor jî behs kir- bi nêçîrvanî û hesûdiyê dejenere bûne û ji rê derketine girtiye.
Niha tişta divê were fêmkirin ew e ku em di beriya 30 hezar salan de najîn û qet pêdiviya me weke civaka mirovahiyê bi serweriyê nîne. Weke civak, nexasim jî weke jin pêdiviya me bi wekhevî, edalet, hevgirtin, parastin, pêşxistina fikir, wijdan û hestê mirovbûnê hene. Weke civak pêwîstiya me qet bi şer û tundiyê nîne. Jixwe 30 hezar sal e ku em şer dikin, dikujin û tên kuştin. Kurd jî her ji bo xelkê şer kirine, hatine kuştin û hîn jî tên kuştin. Niha jî em dibêjin, “Bes e kuştin, talan, înkar û koçberkirin.” Dem dema aştî, biratî û wekheviyê ye.




