Divê mirov bi zimanê dayika xwe jî biaxive û binivîsîne
Viyan Botan

Bêguman hemû ziman û zaravên li dinyayê xwedî wate û rol in. Her ziman jî bi kêr hatiye û zêrîn e, ji xwediyê xwe re û girîng in. Mirov ji ber xwe bi zimanê xwe îfade dikin, dibin xwedî çand û nasname. Mirovên ziman û çanda wan serbest be, xwedî kelecan û coş in. Bi serbestî û azad xwe dijîn û têgihiştî ne. Zarokên xwe jî perwerde dikin. Bi serbilindî û serfirazî fikrên xwe îfade dikin. Ji bo vê yekê mirov bi coş û dilxweşî dinivîsînin, dixwînin û diaxivin.
Mirovên bi zimanê dayika xwe biaxivin, dikarin nêrîn, bawerî û ramanên xwe bigihînin miletê xwe. Dikarin ji bo civaka xwe xebat û têkoşîn bikin. Her wiha dikarin wan zana bikin û bigihînin şaristaniya demokratîk. Kesên bi du zimanan zanibin dikarin nêrîn, bawerî û ramanên xwe bigihînin du miletan, têkoşîna xwe ji bo pêşveçûna wan berdewam bikin. Lê ya ez dixwazim bêjim ew e ku hin nivîskarên me yên Kurd bi zimanê Erebî, Tirkî û Farsî dinivîsînin. Gelo çima bi Kurdî nanivisînin?
Dema bi zimanê Kurdî helbestek yan çîrokek ji wan re tê xwendin dibêjin, “Em fêm nakin.” Ziman ji bo berdewamiya ji hev fêmkirinê ye. Ya girîng ew e mirov bi zimanê xwe yê dayikê binivisîne û bixwîne. Lê mixabin kesên Kurd in û bi zimanên biyanî dinivîsînin, li pey madiyetê ne. Ev jî tê wateya qîmet nadin zimanê dayika xwe û dane pey berjewendiyên xwe yên şexsî.
Bêguman divê were zanîn ku berhem û wêje, bi dana pey madiyet û navê xwe çênabe. Tenê bi ked, têkoşîna mezin û watedayîna çand û zimanê dayikê çêdibe. Jixwe tekez wê bi zimanê biyanî çênebe. Eger çêbibe jî wê bê hîs û bê wate be. Xwediyê vê hişmendiyê jî wê wenda bike û hemû hewldanên wî jî wê badilhewa biçin.
Ew kes di nav xelkê de dibêjin, ‘Min nivisek Erebî, Tirkî, yan jî Farsî nivîsand. Ji min re dolar şandin’ û xwe pê dinepixîne. Ma kî dikare di vê demê de li ser medya civakî bijî? Ma wiha dibe gelo? Ma qey tu ne Kurd î? Tu tenê bi bêrîka xwe difikirî û dijî? Jixwe hinek ji wan kesan jî hene ku bi Kurdî nizanin, nivîskarên Kurd û berhemên wan rexne dikin. Ma wiha dibe? Ma jiyan tenê ji bo çend dolaran e?
Mebesta min jî ew nîne ku ez wan reş bikim. Jixwe her kes dikare bi zimanên cuda jî binivisîne. Lê divê destpêkê mirov bi zimanê dayika xwe biaxive û binivîsîne. Hêviya min ji we ew e hûn xwe fêrî Kurdî bikin. Bi xwe re rast û durist bin. Ji bo mirovatiyê binivîsin, ne ji bo madiyetê. Gelek nivîskarên Kurd jî hene ku canê xwe fedaî ziman û çanda Kurdî kirin. Serê xwe li hemberî çandên biyanî netewandin, ji dil û can têkoşîn kirin. Mirov dikare ji wan re hurmet raber bike û wan weke nimûneyên mirovên welatperwer îlan bike. Bi berhem û keda wan zimanê Kurdî xurt dibe û pêş dikeve.




