“Li Kurdistanê Hezkirin Hatiye Qetilkirin”-2

  • Rêber APO dibîje, em, dixwazin di aliyê pênasekirina pirsgirêkê de bersîvan bidin. Em, pir rexnedar nêzîk dibin. Yekcarê em ve napejirînin; malbat, divê a-wiha be, têkiliyên jin-zilam wiha tê avakirin, zayendîtî wiha tê derbirandin û têrbûnî peyda dike. Ez, naxwazim bi pirsên wisa re qîma xwe bînim.

Rêber APO:

“Di teşeyê têkiliya destpêkê ya min de, her tişt hebûn. Bandora taybetmendiyên pergal û gundîtiyê hebûn. Dîsa pir seranserî hebû. Tebî bi gor nêzîkatiya têkiliya hevalên me jî, kesayetek min tunebû. Vê, mîna çarenûsekê dîtin û weke pirsgirêkeke ku li zincirê hatiye xistin fêmkirin, ne guncaw bû. Lê, bi rengekî erzanî berdan jî, ne guncaw bû. Nêzîkatiya ku wê piştre hesab bipirse hebû. Bi rengê felişandina felişandiner û hevkarmendan, vegerandina felişandina KTyê tolwergirtin hebû. Di bingeh de bi wateyekê klasîk nêzîkê gelşê nabim. Heta ne di wateya klasîk de, ne di wateya nûjen de. Di têkiliyên min ê jinê de puxte girîng e.

Em, dixwazin di aliyê pênasekirina pirsgirêkê de bersîvan bidin. Em, pir rexnedar nêzîk dibin. Yekcarê em ve napejirînin; malbat, divê a-wiha be, têkiliyên jin-zilam wiha tê avakirin, zayendîtî wiha tê derbirandin û têrbûnî peyda dike. Ez, naxwazim bi pirsên wisa re qîma xwe bînim. Tam berevajî em pir rasteqînî nêzîk dibin. Em, hem astên wê yên zanistî, hem giyanî, hem jî siyasî hemû aliyan di nava hev de dibînin û xwe digihînin şêwaza nirxandinê. Heta yê azad çi ye? Pêwendiya di navbeyna hezkirin û azadiyê de çawa tê avakirin? Pêwendî bi xweşikbûnê re çawa tê avakirin? Ez dixwazim wê bidim û wê didim gotûbêjkirin.

Ger bal bê dayîn, di nava milîtanên binkeya me de nêzîkatiyeke wiha zêde pêş neketiye. Her yek ji wan ya înkar dike, ya jî bi koletiya xwe tê girêdan; pir xweperestî heye. Heta ku serbest bên berdan wê hev û dî bînin kijan rewşê, bi rastî jî tebatkirina mirov zor e. Eşkereye ku ev tekilî wê pir hindik azadiyê esas bigire. Heta wê aliyan bîne rewşa nenaskirinê. Bi hêsanî hatina aliyekê rewşa pîrejinokekê zêde zehmet nîn e. Ev rewş di şoreşê de, wê ber bi jê xwarinê û felişandina mezintirîn a şoreşê ve rê vebike. Disîplîn nîn e, pergal nîn e. Tebî her kes ji ber egera têkiliyên nas û dostan wê par bixwaze, ev jî, wê ber bi rawestandina şoreşê ve bibe. Tekiliyek bi serê xwe jî, dikare bi felişandineriyê ve encam bigire.

Di aliyê din de şêwaza serokatiyê kû tê xwestîn pêşkeve û di azadiyê de bixwebawer e, pêşî hemû têkiliyan qut û perçe dike. Ji mijara mulkiyetê derdixe. Dixwaze zilam ji nêvenga zilamê serdest derbixe. Dixwaze jinê û zayendîtiyê ji rewşa bûyîna hêmana bikaranînê di bingehê mulkiyetê de derbixe. Bi çemka serdestiya zilam re ditêkoşe û hewl dide ku bipirse ka jin çi ye. Mînak, di rasteqîna civakê de ji bo zewacê dikarim bibêjim çi? Mamoste Yalçin, di nirxandina bi navê “Li Bexçeyê Kurd Soz û Peyman’’ de ramanên xwe hindek pêş dixe. Min, pêwîstî dîtibû ku di derbarê zewacê de nirxandinan pêş bixim. Pir balkêş in û nirxandinên wisa ne ku bi baldariyekê hindek encam dikare jê were derxistin. Tebî tevî ku ne li hember pevrebûna me jî, tê fêmkirin ku ew curbecur bîçimên jiyanê dixwaze zewaca ku di şêweya têkiliya taybet de be, dixwaze ya îro li Tirkiyê ku tê xwestin bi rengekî belavî bê kirin be, gelek tiştan bi xwe re dibe, heta diqedîne. Ji bo nimûne, hinek encam derketine, dibêje, “malbat li ser navê hezkirinê tê avakirin û ev encameke xwezayî yê hezkerinê ye!’’ Heta dibêje, “Ev diqedîne!’’ Ji nêzîkatiya me vê yekê derxistiye; hindek jî dikare were vê wateyê. Kartêkerên ku di bin bûyera zewacê de peyda dibin, pê dihese ku xeniqandiner in. wekî din jî, ji nêzîkatiyên me hinek xalên bingehîn selimandiye: Bûyera zewacê dîtiye; zewace dê-bav, ezmûneya zewaca min a puxteyî û di hundirê civakê de zewaca Kurd a ku pir ziwakar e, xeniqandiner e, bandora wê ferq kiriye. Va, di vê derê de ji bo şoreşa me dibêje, “Dikare bibe çalakiyeke mezin a hezkirinê!’’

A ku dixwazim bibêjim, dibîne. Ew beş, ji bo lêkolînkirinê pir nirxdar e. Naxwazim wê beşê zêde dubare bikim. Dibêje “Li ser malbata pîroz çalakiya Abdullah Ocelan sisê ne. Yekemîn, dibîne ku zewaca dê-bav, bav diqedîne. Bavê wî di pergala malbata pîroz de mîna yekî dînbûyî ye. Duyemîn, ezmûneya zewaca wî bi xwe êdî bûye cendereyek. Sêyemîn, malbatên Kurd. Herî hindik di pêşiya 1992yan de li hember metirsiya bûyîna şervanên PKKê malbat zarokên xwe direvînin, dibine Ewrûpa û didin zewicandin. Tirsa wê bireve gerîla, dixwazin bi zewacê bin bixin. Ev çalaktiyên komî ne.’’ Dîsa dibêje “Bi çalakiya azadkirinê di encama wê bersîva ku tê dayîn de, di nav alîgirên mulkiyetê de tirs heye. Di civakên ku tirsê ji nava radikin de, mulkiyeta taybetî ya çikûs nabe. Tirs mitleqa çikûs e. Mulkiyeta taybet, çikûsiya berhevkirî ye. Zewac, mulkiyeta taybet a herî veşartî ye.’’ Dîqat bikin, vana di hevdîtina me de ji bo ku zelalî peyda bibe dinivisîne. Wiha didomîne, “Dixwaze bila mara mele be, dixwaze bila bi nasîna dêrê be, dixwaze bila ji hêla rayedarên taxî yên laîk ve bê îmzekirin, mar, peymaneke hiquqa deyndariyê ye. Di bingehê wê de, ne ji bo destpêkirina pevrebûnê, hesta berdewamiyê têxe bin ewlayiyê heye. Mar, tirsa ku wê hezkirin biqede ye. Ji ber vê egerê hezkirinê qedandin e. Yekbûyîna her du zayendan, tenê ku di nêzîkatiyê de bêdawîbûn hebe, layiqê mirov e. Bi hev re jiyîn serûwenek e. Dilwêrekiya her qas hev û dî ji nû ve keşifkirinê ye. Ku her qas nû be, pevrebûyîn jî, bêdawî ye. Hezkirin, tenê bi dilwêrekiyê guncaw e. Evîn, tenê mafê wî/ê yê/a ku ji hezkarê/a xwe re dikare asîmanan zevt bike ye. Gel ji bin zincira koletiyê ango kedkaran ji bin zincîra mulkiyeta taybet rizgarkirin, bi zevtkirina asîmanan ve wekhev e. Zevtkirina asîmanan, qezenckirina bawerdêriyê ye. Ê ku ne bawerdêr e, hêza hezkirina wî nîn e.’’ Mînak, di derbarê sîstema Sovyetê ya hilweşiyayî de dibêje, “Ez bawer dikim ku berteka Abdullah Ocelan li hember çavbirçitiya zayendî ku wek azadiyê tê dîtin di reel Sosyalîzmê de, mezin e.’’ , “Serok APO, bawer nake ku beriya rûxandina malbata pîroz a feodalîzmê, Kurdistan azad bibe. Malbata pîroz, tê wateya têkiliyên dîl û jina dîl. Ev dahûrandin, çalakiyê azadkirin e. Ji malbata pîroz re bersîvdayîna APO, çalakiya azadkirina jinê ye. Di pêvajoya jin a gerîla de jî, weke ji cendera jinê tolwergirtina xwe ramiyaye. Rahavêj e.’’

Soz û peyman, di vê beşê de li ser van disekine. Yanî li ciyekî tiştên ku têgihîştiye daye kurtekirin. Tebi di van dahûrînan de wergirtina azadiyê guncaw e. Hunê ji bo gotûbêjkirinê zîrek bin.

A ku ez dibînim, qada ez jê hatime weke ku gotûbêjên wêrekanê nîn in, rev heye. Hin têkiliyên ku we jiyaye, we terkeserê qeyranê kiriye. Ev yek li ba min çiqas hatiye jiyandin û çawa encam wergirtiye da ku we ronî bike pêşwazî kirim. Yanî min, di ciyekî de her kes ji vê para herî mezin û lewma wêrekî bigire vegot. Tebî gelek ji wan ne azweriya xwe, ne koletiya xwe, ne jî hestên xwe tînin ziman; ser vedişêrin, dixine nava qeyranê. Niha min jî jiya, lê ya min, va ye bi tevgereke azadiya mezin bersîvdayîn e. Ez, di bingeh de taybetmendiya zewac ango têkiliyên kolekirinê dikarim bêtir kûr û dahûrîn bikim; dikarim çalakiya azadiyê rapelikînim.”

 

Dê berdewam bike

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button