`Komploya 9`ê Cotmehê Binkeftina Dewleta Tirke`

 

  • Gaziyê şer yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nucan Rêvan komploya 9`ê cotmehê ya li ser Rêber Apo nirxand û got, Rêber Apo li hember vê dagirkeriyê mecbur ma ku berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Dema Rêber Apo berê xwe da Rojavayê Kurdistanê li Kobanê û heya Libnanê Rêber Apo tekoşînek bê hempa da meşandin. Rêber Apo ev tekoşîn xist malê mirovahiyê.

Nirxandina Nucan Rêvan;

“Beriya ku Rêber Apo dest bi tekoşînê bike hebun û tunebuna gelê Kurd berbiçaw bu. Gelê me bi salan li ser wê axê jiyan kirin, gelê me di Rojhilata Navîn de xwedî rol û mîsyon bu. Lê piştî parçekirina 4 parçê Kurdistanê hebun û tunebuna wî ketibû nava nîqaşê. Hebuna gelê me biher awayê ketibû nava metîngeriyê. Çanda wî, zimanê wî ser erd û bin erd dihat nîqaşkirin ku çawa were parçekirin û çawa were dagirkirin.  Di milê zîhnê de civaka Kurd dihate dagirkirin. Ji ber ku wekî darekê hişk bibe êdî rihê wî ber bi tunebunê we diço. Rêber Apo ew dar ji no de zindî kir, no de rih da wî darê, no de şîn kir, ji no de ew dar rêxistin kir.

Gelê Me Rastî Qirkirina Fîzîkî, Çandî û Ziman Hatiye

Tekoşîna Rêber Apo daye meşandin di şexsî gelê Kurd de tekoşîneke ji bo mirovahiyê bu. Gelê me rastî qirkirina fîzîkî, çandî û ziman hatiye. Kevok eger hêlîna wî nebe nikare jiyan bike. Eger ku gelek çanda wî nebe, zimanê wî nebe nikare jiyan bike û nikare nefes bigre. Ji bo ku gel bibe xwedî hebun û îradeyek ji bo ku nefes bigre û bikaribe ew dar ji no de şîn bibe Rêber Apo pêşengtiya wî darî kir. Rêber Apo ew civaka ku dihat tune kirin di milê zîhnê de, ew civaka ku li ser hebun û tunebuna wî siyaset dihat kirin û polîtîqayek qirij didan meşandin li hember wî Rêber Apo tekoşînek bê hemba da meşandin. Ji bo bikaribe vê civakê li hemberî rastiya dagirkeriyê û li hemberî desthilatdariya heyî node rêxistin bike, no de zindî bike li Bakurê Kurdistanê Rêber Apo dest bi tekoşînê kir, weke civanek Kurd û weke rêvebereke mirovahiyê. Ji ber ku dema Rêber Apo xeteriyek li ser civaka Kurd dît di şexsî gelê Kurd de Rêbertî ew xeterî li ser hemu mirovahiyê dît. Eger ew xeterî îro li ser civakek were meşandin vê sibê di şexsî vê civakê de vê ser hemu mirovahiyê were meşandin. Rêber Apo ji bo bikaribe vê tekoşînê daha bêtir mezin bike, ji bo bikaribe zêdetir gerdonî bike, zêdetir bixe malê mirovahiyê, ji ber ku mirovahê ji bo azadiyê têye, ji bo azadiyê hêviyek vê heye, ji ber ku mirovahê tê perçiqandin û tê tunekirin ji bo bikaribe xwedî helwest be, ji bo bikaribe xwedî hebun be mirovahê û civak di şexsî gelê Kurd de Rêber Apo xwest tekoşînek wisa bide meşandin.

Rêber Apo Li Hember Dagirkeriyê Berê Xwe Da Rojavayê Kurdistanê

Rêber Apo li hember vê dagirkeriyê mecbur ma berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.  Dema Rêber Apo berê xwe da Rojavayê Kurdistanê li Kobanê û heya Libnanê Rêber Apo tekoşînek bê hempa da meşandin. Rêber Apo ev tekoşîn xist malê mirovahiyê. Li Rojavayê Kurdistanê dewleta Suriyê civaka me milê fîzîkê de, mile çandî de, mile hebun de milê îrade de wek mêvan lê mêze dikir. Dewleta Suriyê digote civaka me ew ne mêvanin.  Ji ber wî jî mafek wisa bixazîn di Rojavayê Kurdistan de çênedibu. Rêber Apo ew xeterî li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dît. Rêber Apo bi civanên Rojavayê Kurdistanê, dayikên Rojavayê Kurdistanê, ji heft salê bigre heya heftê salê Rêber Apo pêwîstiyek dît ku tekoşînek vê astê de were meşandin.

Rêber Apo Ev Civak Xist Xwedî Bîr û Bawerî

Di aliyê dewleta Sûriyê we êrîşek hertim mêvane, ev gel ne xwediyê vê axê ye, ev gel ne xwediyê hebuna îro li ser vê axê tê meşandinê ye, her tim mêvane û hatine Sûriyê vê demek kin de biçin wisa êrîşek mezin li ser civaka me ve dihat kirin. Rêber Apo ji bo vê rastiyê zêdetir bide naskirin, di warî birdozî de, di warî zîhnê de, di warî çandî de û warî ziman de bi rêya aqademiyan û civînan û bi rêya nîqaşan civak rêxistin kir. Rêber Apo ev civak xist xwedî bîr û bawerî. Dijmin digot gel nikare bihewre jiyan bikin, gel tim bi hew didan şerkirin ji bo ku imrê xwe bide dirîj kirin û deshildatdariya xwe bidine meşandin.  Rêber Apo ew tişte xeteriyek mezin li ser mirovahiyê û gelê Rojhilata Navîn dît.

Rêber Apo Bi Fikir û Felsefeya Xwe Gel Rêxistin Kir

Rêber Apo sala 1983 yan de di şexsî hevalê Ezîz Erep de yekitiya gelan çawa dibe, yekitiya gelan çawa tê jiyan kirin di heman demê de li bakur jî di şexsî hevalê Heqî de detpê kir. Biratiya gelan û rastiya gelan vê çawa were meşandin û vê çawa were pêkanîn Rêber Apo gelê Rojavayê Kurdistanê wisa perwerde û rêxistin kir. Rêber Apo pêşbiniya sedsala 21 emîn gel çawa dikare hemberî wan deshilatdariyan, hemberî êrîşên heyî bisekine Rêber Apo di wê astê de nîqaşên berfireh dan destpêkirin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe gel rêxistin kir. Gel xist xwedî îrade. Ji bo wî jî gelê Rojavayê Kurdistanê li hember keda Rêber Apo zarokên xwe diyarê şoreşê kirin. Gelê me bê qaygê li hember hemu deshilatdaran, li hember rejîma baas tekoşîn kirin.

Hêzên Deshilatdar Fikre Rêber Apo Tirsiyan, Ji Ber Wî Komploya 9 ê Cotmehê Pêşxwistin

Paradîgmaya Rêber Apo pêşbiniya rizgariya hebuna mirovahiyê ye. Şoreşa Kurdîstanê jî perçeyek tekoşîna gerdonê ya mirovahiyê ye. Tewlîbuna wî pêwîste bibe mirovahê. Dema ku Rêber Apo sosyalist, demokrat, azadîxwaz wane hemu rêxistin kirin, hemu civanên ku rastî didîtin bi wan tekoşînek dihat kirin asta navnetewî de êdî hêzên desthilatdar ew rastî didîtin. Tekoşîna Rêber Apo bibo gerdonê. Di heman demê de beşdariya jinên Erep, jinên Tirk, jinên Alman, jinên Kurd, jinên Suryan çêdibo. Waya jî ji bo hêzên deshilatdar xeteriyeke. Ji ber wî jî komployeke wisa a 9 cotmehê bi pêş xistin. Hêzên deshilatdar fikre Rêber Apo tirsiyan ji ber wî komploya 9 cotmehê bi pêş xistin.  Dolaysiyla fikre Rêber Apo li dijê modernîteya kapîtalîste. Komploya ku a 9 ê cotmehê buye binkeftina hêzên hegemon.

Rêbertê Bi Hezaran Şoreşger Wir Perwerde Kirin

Hêzên desthilatdar û hêzên modernîteya kapîtalîst ew tişte li hember xwe metirsiyek gelek mezin dît. Eger civak bi vê fikre were perwerde kirin û were rêxistin kirin û civak li hember desthilatdariya heyî hişyar bibe, ew dara hişk buye xwe zane bike hêzên deshilatdar kete nava liv û tewgerî. Wê çawa pêşîya fikir û ramanên Rêber Apo bigrin, wê çawa ew fikir gerdonê nebe û nebe malê civakê, civak nebe xwedî îrade, nebe xwedî bîr û bawerî hêzên navnetewî û hêzên qomploger, hêzên bi navê Kurdîbunê mala Barzanê qomloyek li hember Rêber Apo pêkanîn. Rêber Apo xwe li Sûriyê rêxistin dikir Rêbertê bi hezaran şoreşger wir perwerde kirin, welatparêz perwerde kirin, jin perwerde kirin, ciwan perwerde kirin di encam de cihek Rêbertê li Sûriyê avakiribu û bibo cihê pêşbiniya azadiya mirovahiyê. Bibo cihê ronakbiriyê. Ji bo bikarin pêşiya wan tiştan bigrin Rêber Apo tengav bikin, ji bo bikarin Rêber Apo bixin tengasiyekê, ji bo ew ronahiya ji bo azadiyê û ji bo mirovahiyê tê jiyan kirin bifetisînin gihiştin encamekê ku komployek li hember Rêber Apo pêkbênin. Hêzên qomploger ji bo fikrê Rêber Apo nebe gerdonê, ji bo gerdonê neyê jiyan kirin, ji bo tekoşîna heyî bifetisînin wisa bi hewre ketin îtîfaqekê wisa Sûriye tehdît kirin. Wê demê gotin emê ser behra reş de êrîş Suriye bikin, teknîka xwe anîn nêzî bajarê Hatayê. Di wan deman de hewdîtinên Tirkan bi hêzên deshilatdar re û hêzên ku xwera dibîjin em kurdin wisa hewdîtin bi hewre çêkirin. Di encam de ew qomlo navnetewe yê bu. Ruyê pêşî dewleta Tirk bu lê ruyê piştî hêzên deshilatdar bun. Dema tehdîtek wisa hat kirin Rêber Apo ji bo ku nebîjin Rêber Apo li Sûriyê bu êrîş ji bo wî li ser Sûriyê çêbo wisa pêşbîniyê Rêber Apo ya sedsalan hebu. Ji bo ku Rêber Apo nebe sebebî ku êrîşek li ser Sûriyê wisa Rêber Apo biryar girt ku derkeve derwayê welat. Ji ber wî jî Qomploya 9 cotmehê binkeftina dewleta tirke.

Şoreşa Rêber Apo Çêkir Şoreşa Konfederalîzm e

Şoreşa biratiya gelan ya ku niha em tê de jiyan dikin di axa Rojavayê Kurdîstanê de. Cara yekem jin, ciwan hemu kes dikarin xwe tê de îfade bikin. Hemu gelên ku di axa Bakur û Rojhilatê Suriyê de jiyan dikin bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi îrada xwe tewlî vê sîstemê dibin. Rastiya wî bi pratîk tê jiyan kirin. Waya mile jin mêze bike, milê ciwanan de mêze bike, milê gelê Erep de mêze bike, gelê Çerkez  de mêze bike, gelê Êzîdê de mêze bike, gelê Kurd de mêze bike her kes bi çanda xwe bi hebuna xwe di nava komîn, meclîs, aborî, siyasî û leşkerî de cihê xwe bigre. Ew şoreşe bi pêşengîya fikrê Rêber Apo hat çêkirin. Şoreşa Rêber Apo çêkir şoreşa Konfederalîzm e.

Tecrîda Ku Li Ser Rêber Apo Tecrîda Li Ser Mirovahiyê Ye

Niha hêzên navnetewî bi pêşengiya dewleta tirk we tecrîdek giran li ser Rêber Apo didin meşandin. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye. Heya tecrîda ku li ser Rêber Apo ranebe qirîza ku niha mirovahê pêra rup ruye xilas nabe. Pêwîste ji bo azadkirina Rêber Apo û tecrîda ku niha ser Rêber Apo tê meşandin tekoşînek asta cîhanê de were meşandin. Pêwîste her kes heft sale heya heftê salê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkeve nava tekoşînekê. Tekoşîna ku ji bo Rêber Apo tê dayîn tekoşînek ji bo mirovahiyê tê dayîn. Ji ber ku Rêber Apo ji bo mirovahiyê tekoşîn kir. Rêber Apo ji bo mirovahiyê li hemberî deshilatdariyê 25 salin berxwe dide. Ji bo wî jî berpirsyartiyê me her kesê heye jin, ciwan ji bo em bikaribin xwedî Rêber Apo derkevin û azadiya wî mîsoger bikin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button