Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Gaziyên şer ên herêma Cizîrê bi rêzecivînan şehîdan meha Gulanê bi bîr anîn.
Li Qamişlo, Çilaxa, Rimêlan, Girkêlegê û Dêrikê bi wesîleya meha şehîdan ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê ji bo gaziyên şer rêzecivîn hatin lidarxistin.
Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kirin. Li dû rêzgirtinê destpêkê tehlîl û nirxandinên Rêber Apo hatin xwendin.
Piştre li ser navê gaziyên şer Ebû Cûdî Çilaxa li ser wate û girîngiya meha şehîdan nirxandin kir.
Ebû Cûdî diyar kir ku destketiyên îro gelên herêmê bi dest xistine bi saya şehîdan pêk hatine û got, “Em bi saya şehîdên xwe îro dikarin bi azadî xwe îfade bikin. Hevalên me bi ruhekî fedayî li hember her cure êrîş û hovîtiyan li ber xwe dan. Rêber Apo Tevgera Azadiyê ji bo bîranîna şehîdê me yê nemir Hakî Karer ava kir.”
Gaziyê şer Ebû Cûdî bal kişand ser rola gaziyan a di nav şoreşê de wiha domand, “Rêbertiya me pir qîmet dide şehîdan. Weke gaziyên şer divê em di her şert û mercî de karibin pêşengiyê ji gelên herêmê re bikin. Îro li vir bi sedan hevalên me yên Kurd û Ereb ên ji bo parastina rûmet û kerameta xwe berdêl dane, ji bedena xwe parçe winda kirine hene. Heya dawiyê divê em xwedî li nirx û destketiyên xwe derkevin.”
Gaziyên şer ên mafên axaftinê wergirtin, dilsoziya xwe ya bi şehîdan û Rêber Apo re anîn ziman. Gaziyan destnîşan kirin ku ew ê heya dawiyê di şopa şehîdan de bimeşin.
Civîn bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, Bijî Serok Apo” bi dawî bûn.




