Çiya Mabeta: Heval Ziyad fermandarê hemdem ê gelê xwe bû

Gaziyê şer Çiya Mabeta yê di berxwedana Şêxmeqsûd li gel fermandar Ziyad cih girt got, “Mirov timî dixwest ligel be. Ew yek ji fermandarê hemdem ê gelê xwe bû.”
6`ê Çileya îsal, komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriye bi piştgiriya dewleta Tirk, êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kirin. Çeteyan çekên giran û balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê dijî sivîlên li wan taxan bi kar anîn, di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn. Li hember van êrîşan di pêşengiya fermandar Ziyad Heleb de berxwedaneke dîrokî hat pêşxistin.
Gaziyê şer Çiya Mabeta yê di vê berxwedanê de cih girtibû, behsa jiyana xwe, wan rojan û berxwedana di pêşengiya fermandar Ziyad Heleb de kir.
Çiya Mabeta yê 2011’an li Helebê tevlî nav refên şoreşê dibe, heya sala 2014’an li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd di nav xebatên têkoşînê de cih digire. Çiya li wir di şerekî li hember çeteyan de birîndar dibe.
Çiya Mabeta diyar kir ku di wan salan de fermandar Ziyad nas kiriye û got, “Me bi hevalên weke Ziyad fêm kir bê em kî ne û ji bo çi şer dikin. Piştî demekê ji Helebê derbasî Efrînê bûm. Min li wir xebat meşand. Paşê dîsa çûmTaxa Şêxmeqsûd. Dema 2018’an êrîş li ser Efrînê çêbûn, li ser pêşniyara xwe ez tevlî Berxwedana Serdemê bûm.”
Çiyayê di berxwedana Serdemê de li lingê xwe birîndar dibe ev anî ziman, “Piştî ez birîndar bûm û bûm gazî moralê min pir xerab bû. Lê wexta min hevalên din ên gazî dîtin, min got, ‘Birîndariya min ne tişt e.’”
Gaziyê şer Çiya di pêvajoya li hember taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd êrîş dest pêdikin, cihê xwe di nav berxwedanê de digire. Çiya têkildarî vê mijarê jî wiha dibêje, “Piştî demeke dirêj min heval Ziyad li Helebê dît. Me bi heval Ziyad re di berxwedana Şêxmeqsûd de cih girt. heval Ziyad xwedî manewiyateke pir xurt bû. Mirov li cem qet bêmoral nedima. Di nav jiyanê û civakê de timî hêz û moral dida. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Ferq û cudatî nedikir navbera jin û xortan. Mirov timî dixwest ligel be. Ew yek ji fermandarê hemdem ê gelê xwe bû.”
Çiya Mabeta axaftina xwe wiha domand, “Heval Ziyad li Şêxmeqsûd berxwedaneke bêhempa pêş xist. Dem hat bihîstin ku şehîd bûye, zarok, dayik her kes digiriyan. Piştre em çar rojan li nexweşxaneya Şêxmeqsûd hatin dorpêçkirin. Tevî em birîndar bûn jî bi hewan, û balafirên keşfê êrîşî me dikirin. Em bê av û xwarin bû. Tevî vê jî me digot, ‘Em teslîm nabin. Em ê heya dawiyê weke fermandarê xwe Ziyad li ber xwe bidin.’ Di bin wan hemû êrîşan de jî hevalên birîndar dirûşmên serketinê qîr dikirin. Helbet me ev hêz ji heval û fermandarên xwe yên weke Ziyad û Denîz ên heya kêliya dawî şer kirin û çûn şehadetê digirt.”




