Îro ez serfiraz im
Gaziyê Şer Laleş Êzidî

Di siberoja tîrêjên welatê min de
Lêveger û hevgirtina bi wate heye
Rast e girîngiyê didim fedakariyeke bêdawî
Ji ber şervanên li welat û asîmanekî azad digerin
Bi tîna evîneke bedew û bêdawî hezarên salan
Navê li dîrokê nivîsîbû û di roja me de hatiye berevajîkirin heye
Erê rast e em berdêl didin
Ji ber em lêgerînvanên rêya rast û dilsozên vê axê ne
Yadê ez ê jî biçim
Ez dizanim tê rêya min bişopînî
Eger şehîd jî bûm tu negirî
Û bi serbilindî ala min di destê xwe de rake
Bila pêlên bayê azad lê bide û bihejîne
Ji ber me destana azadiyê
bi tîna rojê li xêznivîsa asîmanên welatê xwe nivîsandibû
û xistibû nava rêznivîsa dîrokê
Îro ez serfiraz im ku min bi ramanên Rêberê xwe
Xwe perwerde û zana kiriye
Mîna mirovekî ku rastiyan
Di nav têlên hest û bedena xwe de parastî be dijî




