STAR
Helbest-Huseyîn Şawîş

Ez digeriyam,
Li deşt, newal û zinaran,
Hate guhê min…..
Dengê fîxan, qêrîn û hewaran,
Xwîn ji dilan vedizê….
Mîna cuh û cobaran.
Piştî şevên tarî….
Bê dengî, seqem û sarî….
Li me geşkir tave heyvek.
Ji serê çiyayê berz û bilind,
Derket xemlek mîna find,
Ew keçek ciwan bû,
Ji wê de tê….
Bi çek û rext bû,
Bi pênûs, çenk û per bû,
Ew şox, şemal û ronahî bû,
Bi şal, şapik û lewendî bû,
Rengekî xwedawendî bû,
Dilobek ji ava zelal û berfîn bû.
Xwedana serpêhtiya ….
Xem û xeyal û hêviyan bû.
Me jê pirsî bi aramî,
Bersiv da me bi sergiranî,
Avête me yek awirek….
Mîna tîrên med û persan
Kezep dane ber xedengan.
Gote me bi dil germî,
Gelo ma çiye şermî ?
Heger hûn bi tac û textin,
Dûrî min herin…..
Hûn bê bextin,
Na,heger hûn bi tol û bextin,
Mîna min bi çek û rextin,
Emê bi hev re bibin rêheval,
Nabin aşiqê dirav û mal,
Werin meydanê….
Mil bidin milê min.
Dayîka min û we ye,
Ev stêrk, çiya û zozan,
Kelat û birc û eywan.
Ewê bi van gotinan,
Dilê me sotand û kewand,
Perçek kezebê bû agir,
Perçê dî jî bû pêt.
Me got bêje tu kîyî?
Bi dengekî azadperest….
Ji xwe bawer û mest,
Bersiv da ……
Got ez im sitar,
keçka bi kezî me,
bi eslê xwe xwezayî me ,
ji dîroka dirêj hati me .
Ez ne tenê zînim û şêrînim,
evîna siwarê baskê şînim….
ji min re dibêjin Leyla Qasim,
Binefş û Bêrîtan û Şîlan im ,
keça medya me…..
hêvî û evîna Kurda me,
eşqa çiya me,
ew eşqeke bi rastiye,
lêdigerim ew azadiye,
heger hûnê bi min re bibin heval,
berdin qesr û sera û mal,
nepirsin li xweşiya jiyan,
Da nemînin êş û jan.
Were em berê xwe bidin rojê,
Bilind bikin vê dozê.
Bi hevre vejînin Mem û Zînan,
Ferhad û Şêrînan.
Me destê xwe dayê,
Bi hev re siwarbûn….
Li ser baskê bahoz û bayê,
Ketin nava deryayê ,
Beramberî pêlan ….
Em ketin ceng û şîlan,
Ber bi sitêrka sor û zer ….
Bi lez em çûn û gihane ber.
Silav û Rêz
29. 3. 2009




