jiyan bi azadiyê tê xamlandin ….

jiyan bi azadiyê tê xamlandin ….

azadî bi jinê tê xamlandin ….

hey…hun dizanin ez kîme

ezim neviyê aştar

ezim dayîka mirovahiyê

ez sonda hezar salan

bûm dayik , bûm xwedavand

navê min kirin îştar , înana , afrodît

dî dêrimê de zîlan û sara

di agiriyê de bûn sama

bûm bêrîvan , ronahî , zekiye

bî agirê laşê xwe newroz pîroz kirin

û maskeyên zaliman halandin

di hêvî û xayalên xwe de

layla , qasim , zerîfa

mezin kirin û xelata herî mezin diyariyê wan kirin

ezim jina înîqama dîrokê û xwenên veşartî

di xwîna pekrawanan de azadiyê dixemilandin

bi tilîliyên xwe ronahiyê didin axa mezobotamiya yê

dibim çîrok dibim helbest û diherikim

nava jiyana keziyên hunandî

dibim qêrîna mizginiya didim jinên cîhanê

dibêjim vaye ypj ê

bi neqişandina

roja me

tînin welatê azadî  û şerefê

 

sorxwîn çîçek tekoşîn

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button