Ya me bigihîne serketinê yekîtî ye

Gaziya şer Rojda Dêrik...

Rêber Apo bi salan e ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşîneke bêhempa pêş dixe. Bi rastî em hemû jî nikarin bi qasî Rêber Apo kar û xebat bikin. Em di fikir û veguherîna pratîkî de gelekî zehmetiyê dikişînin. Ji lêhûrbûn, kar û barên rêxistinî zêdetir em teknîkî nêz dibin.

Em dibêjin, “Divê ti kes me rexne neke. Her tim jî bila qala ked û xebata min bikin û ji min re spas bikin.” Dema rexneyek ji bo me tê hêrsa me pir mezin dibe. Gelek caran jî em dixeyidin, beşdarî nava kar û xebatê nabin. Em dibêjin ku tekez divê kar û xebata min were dîtin, qîmet jî ji bo min were dayîn.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk rojeva me tijî kir. Lê dîsa jî me hemû barê xwe da ser milên Rêbertî û her em li benda hevdîtinan man. Halbûkî Rêber Apo her tişt danî holê, erk da her kesî û got, “Divê her kes xwe berpirsiyar bibîne .” Lê hîn jî gelek kesan fêm nekiriye û destê wan li ber rûyê wan, li benda çareseriyê ne.

Tekez divê were zanîn ku bendewarî ji hişmendiya berê tê. Hewce ye em xwe ji wê bendewariyê rizgar bikin û her kesek divê xwe weke cihê bawerî û çavkaniya hêza çareseriyê bibîne. Pêwîst e, em li gor banga Rêber Apo, bi rola xwe ya dîrokî ya di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin rabin.

Jixwe bawerî bi dewletan qet nayê. Ji ber dewlet li ser derew û xapandinan hatine avakirin. Dewlet çavkaniya her tişta neyinî ye. Naxwe divê em weke netewe baweriya xwe bi yekîtî û hevgirtina xwe bînin. Me li Rojava dît bê çawa gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li hevdû xwedî derketin.

Kurdan li her deverê  berê xwe dan Rojava û tevlî seferberiya parastina xaka xwe bûn. Bi zanebûn û aqlê selîm divê em kar û xebata xwe bimeşînin û ji bo avakirina yekîtiya neteweyî,  ji her demê zêdetir bixebitin. Rêber Apo ji bo yekîtiya neteweyî bênavber têkoşîn dike. Li ser vî bingehî divê em jî erka dikeve ser milên me bêteredut pêk bînin. Ya me bigihîne serketinê yekîtî ye. Her wiha ji bo em Rojhilata Navîn ji şer û pevçûnan rizgar bikin jî divê em têkiliyên xwe yên bi gelan re pêş bixin. Neteweya demokratîk a Rêbertiya me pêş xistiye ji bo pêkve jiyana gelan çavkaniya hemû çareseriyan e. Ji lewra ligel yekîtiya di nav Kurdan de, tifaq, xwişk û biratiya gelan jî wê ji bo her kesî bi feyde be. Li hember dewletên netewe û desthilatdariyên xwîna gelan dirijînin, pêşxistina paradîgmaya Rêber Apo wê jiyaneke em hemû bi hesreta wê ne ji me re ava bike.

Ji bo xwegihandina jiyaneke wiha jî têkoşîn û berxwedan pêwîst e. Di vê de jî rola esasî dikeve ser milên jin û ciwanan.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button