Qîrîna Azadiyê

Gaziyê Şer Hozan Serhed

Li Amedê di bin siya dîwarên reş û giran de

Zindan dilerizî ji tirsa berxwedana dîrokî

Keleha hovîtiyê hilweşiya di dilê wan de

Gava we bi rûmeta gelê re sond xwar bi serkeftinê

Gava we got, “Em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin”

Kemalê Laz, egîdê Deryaya Reş û kûr

Bû birayê çiyayên Kurdistanê

Bû tîrêjeke pîroz

Wî ne tenê zindan, dîroka bindestiyê parçe kir

Bi vîna Rêbertiyê banga azadiyê gihand her pîrozgehê

Destên we bûn yek

Dilên we bûn pira agir û polat

We di nav tarîtiya herî tarî de ronahî afirand

Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî…

Çar fenerên rêya azadiya gelê Kurd ronî kirin

Zilmê xwest we bixapîne, we bêdeng bike bi hezaran caran

Lê canê we bû keleha şoreşê

We nedanî serê xwe qet!

Ev ne mirinek bû,  bû xeta azadiyê

Ev bû dildariya herî mezin a ji bo mafê gelê me û rûmetê

Mirin çi ye li ber hezkirina we ya pîroz û azad?

We tîbûn û birçîbûn kir xelata serkeftina sedsalan

Ev qîrîna ji Hucreyên Hejmar 5 derket

Îro bûye doza milyonan

Ev pêtên agir îro di dilê her ciwanî de guregur dişewite

Li ser şopa we agirê azadiyê ti carî kêm nabe û venamire

Niha her çiya, her kolan û her dilê Kurd

Bi cesareta we ya dîrokî dimeşe

Ber bi rojên geş û azad

We fêrî me kir bê mirov çawa xaka xwe

Azadiya xwe diparêze

Hûn ketin bin axê

Lê hûn bûn koka jiyaneke nû

Her dem û her gav

Bilind bikin alê

Raperînin dilan

Her bijî berxwedan

Her bijî jiyana azad

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button