Çend kêlî ji rojnivîsa min a demên bihurî

Ridwan Nesrî Silêman

Ji Şerê Kendavê û heya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn gelek bûyer qewimîn. Jixwe pir zelal diyar dike ku ji Şerê Kendavê ve dest bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kiribûn. Ew şer roj bi roj ket meriyetê. Jixwe herêma Rojhilata Navîn her dikeliya. Siyaseta wan hêzên desthilatdar û navendî ya li ser hemû cîhanê roj bi roj li ber çavan dihate raxistin û pir baş derdiket meydanê bê ka çawa serwerî cîhanê dibin. Kêlî bi kêlî hênaseyê li gelan diçikînin, wan dibin ber deriyê dojehê û wiha li wan dikin ku hew karibin bertekê raber bikin.

Her çiqasî dewletên dirinde û hov ketine nav hewldana xwe li herêma Rojhilata Navîn serwer bikin jî ew pergal bi xwe di nav agirê dojeha xwe de wê bisojin û têk biçin. Her ew çiqasî hewl bidin xwe bi şer, tundî û dîzayneke nû ji tengezariyê rizgar bikin jî tekez wê ew jî di dojeha ku wan agirê wê dadaye de bişewitin û bibin xwelî. Bi taybetî jî dixwazin Rojhilata Navîn li gor xwe ji nû ve dîzayn bikin û ji bo berjewendiyên xwe xetên petrol û xazê ji Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Rûsya bikişînin Ewropa.

Ji bo xwe û cîhana xwe bikin hevparên dewlemendiya herêma Rojhilata Navîn û xelkên herêmê jê bêpar bimînin di nav feqîrî û xizaniya xwe de bifetisin, serê xwe ji wan re bitewînin û bibin kolên wan wer tevdigerin. Li ser vê şekildayînê nakokî di nava dewletên statûkoparêz û hêzên hegemonîk de dertên. Nakokî di nav hêzên serwer bi xwe de jî dertên û roj bi roj kûr dibûn. Dewleta Tirk a dagirker jî feyde ji van nakokiyên di nava hêzên desthilatdar de digire û êrîşî Şoreşa Rojava dike. Ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne û dolabê dîroka Kurdan dîsa berevajî bizîvirîne, di nav hewldanan de ye. Ji lewra êrîşî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dike. Ew dever ji destê gelê Kurd derdikevin jî li hember vê êrîşa dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan û şervanên dilêr ên gelê Kurd bi qehremanî şer kirin.

Ewladên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dîrokeke berxwedêr û qehremaniyê nivîsand, yekîtiya xwe çêkir da ku hew bi destê neyar û xayînan werin şikandin. Gelek mêrxas û şêrejinan destanên dilêriyê xêz kirin, navên xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê neqişandin. Em careke din roja 9’ê Cotmehê dijîn. Roja li ser Rêberê me Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî hate pêk anîn. Wan dewletên dirinde xwestin bi rêbazên komployê yên li hember Rêberê Neteweyî Rêber Apo, Şoreşa Kurdistanê bi temamî têk bibin. Ji ber leşkerên Tirk hêzên xwe li ser sînorê Rojava bi cih kiribûn. Jixwe Erdogan jî gef li Şoreşa Rojava û gelê Kurd dixwarin. Diyar bû bê çawa xwe amade kiribûn. Dîsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê leşkerên xwe ji baregehên Serê Kaniyê û Girê Spî kişandibûn.

Em weke Girtiyên Azadiyê li hêviyê bûn ku dewleta Tirk di vê rojê de êrîşî Rojava bike. Ji ber ku dewleta Tirk girîngiyê dide van rojên sembolîk. Yanî peyamên qirkirin û kolandina koka Kurdan dide gelê Kurd û pêşengên wî. Serê sibehê (roja çarşemê) çeteyên DAÎŞ’ê li bajarê Reqayê bi erebeyên bombebarkirî êrîşî hêzê ewlehiyê û gelê sivîl kirin. Lê dewleta mêtînger ya Tirk heta saet 4’ê êvarî jî êrîş nekiribû. Vê yekê hem em şaşwaz dikirin, hem jî em kêfxweş dikirin. Lê di saet 4 û nîvan de me di televizyona Tirkan de dît ku dewleta Tirk dest bi êrîşa dagirkeriyê kiriye. Naxwe nêrîn û hisên me di cih de bûn. Di navbera dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên DAÎŞ`ê de tifaqeke qirêj hebû. Lewra bi hev re di heman rojê de êrîşî ser gel û welatiyên van herêman kiribûn. Bi me Girtiyên Azadiyê re hestên tolhildanê bi pêş dixistin û em hêrs dikirin, Lê ew di hundirê me de hepskirî dima.

Tê digot qey agirê volqanekê har û sincirî ketiye nav hestên me, bi tevahî me di nava xwe de disojîne û dike nav agirê dojehê. Ewqasî germahiyeke dijwar xwe weke mîna ewrekî reş girtibû ser canê min ku weke mirov bixwaze cilê xwe bidirîne. Eger min ew cilên xwe ji ser bedena xwe dirandibana, dibe ku ew kirasê dojehê ji ser bedena min bihata avêtin û bêhna min bi hesanî çûba û bihata. Min digot qey ez tenê wisa bûme, lê dema min ji hevalan pirsî. Min dît ku heval jî di nav heman hestan de ne. Min ji wan re got, “Hevalino min germ e yan jî hewa germ e?” Hema bi bersiva hevalan jî ez hîn bûm ku ev agirê tolhildanê ye, kelecan û kîna li hember kiryarê neyarê tundrew e.

Dema mirov bûyerên wiha sosret, hovîtiya neyar û çeteyan dibine, mirov gelekî hêrs dibe. Dinya jî li mirovan teng dibe. Jixwe dema ez hêrs dibim weke ku ez di nava dojehê de bim. Neyarên me jî ewqasî pir in ku me di nav xwe de çember dikin. Gelek caran jî li ser berhemên me li hev didin û welatê me jî talan dikin. Germahiya bedena hevalan jî nêzîkî germahiya bedena min bû. Lê mixabin dest û piyên me girêdayî bûn. Me nikarîbû vê kînê li hember wan tundrewan derînin û tola xwe ji wan rakin. Lê pir tiştên di têkoşîn û şoreşa me de pêk tên, ji yên di şoreş û têkoşîna gelên cîhanê de pir cûda ne. Bi awayekî gelemperî di şoreşên cîhanê de rizgarkirin ji bakurê welat, herêmên rizgarkirî çêdibûn. Lê di şoreşa me de xuya dike ji başûr û rojavayê welat wê herêmên rizgarkirî dest pê bikin.

Ji bo gelê me ev şerê hebûn û tinebûnê ye. Wê ev şer bi ser keve. Hebûn, azadî û statuya gelê me wê misoger û mayinde bike. Dîsa ev şer xuya dike ku weke komployekê ye di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran, Amerîka de li hember me pêk tînin. Dibe hin hêzên din yên navneteweyî di nav de hebin. Lê dewletên ku ji vê komployê ne razî jî hene. Hin dewletên Ewropa jî hene lê dengê xwe nakin û bêdengî jî razîbûn e. Di dîroka me Kurdan de ev cara duyemîn e Netewên Yekbûyî ji bo me Kurdan kom dibin. Dîsa ji bo gelê me helwesta gelên cîhanê, mirovahiyê û hin dewletan jî erênî dibe. Li hember dewleta Tirk ya dagirker jî cara yekê disekinin û şermezar dikin. Ev tiştekî erênî ye. Hê di seatên ewil de helwestên van hêzên cîhanî û gelê Kurd bilind derdikeve.

Jixwe berxwedana hêzên YPG ê YPJ ê û QSD ê jî derket lûtkeyê. Em bawer in wê gelê xwe û gelên herêmê biparêzin û li wan xwedî derkevin. Em careke din dildariya xwe bi gelê Kurd û gelên herêmê re tînin ser ziman. Em kêlî bi kêlî berxwedana şervanên azadiyê dişopînin û wan destek dikin. Careke din em di nava xwe de dilsozin û li benda serkeftinê ne. Em ê bi fikir, hest û wijdanê xwe bi şervanên rizgariya gelê Kurd re bin û di nav xwe de şoreşê çêbikin. Em jî weke komîna girtiyên azadiyê kêlî bi kêlî şoreşê çêdikin û wê serkeftin ya me be.

09.10.2019

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button