Senaryoya parvekirina axê û metirsiya muxtemel
Gaziyê Şer Hozan Serhed

Dîroka nûjen a Rojhilata Navîn, dîroka sînorên çêkirî yên hêzên mezin bi cetwelan çêkirine û dîroka lêgerîna statuyê ya gelên di navbera van sînoran de asê mane ye. Gelê Kurd ku di navenda vê hevkêşeya trajîk û dînamîk de cih digire, qedera xwe ya cografî ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi Peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê dibe çar parçe, di çaryek sedsala dawî de, bi federalbûna Iraqê û valahiya desthilatdariyê ya ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê derketiye holê, ji bingeh de hejandiye.
Bi taybetî li Bakurê Sûriyeyê, rewşa defakto ya di tewereya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de derketiye holê, bûye sedem ku aktorên gerdûnî hemû hesabên xwe yên li ser herêmê ji nû ve binirxînin. Parîs ku yek ji van cihan bû, ev hesabên gerdûnî bi awayê herî rafîne li ser maseyê hatin danîn, navnîşana lihevkirineke statuya zimanî (bêdeng) bû ku bi rêya kanalên îstixbaratî û dîplomatîk qadên gewr pêşkeşî aliyan dikir.
Ev mêzîna hesas a di hevdîtinên Parîsê de şêwaz girtibû, li ser sîwana leşkerî ya DYA’yê, hamiya dîplomatîk a Fransayê fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, stratejiya Rûsyayê ya ji bo ser piyan hiştina Şamê û bendava ku HSD’ê li qadê li dijî DAÎŞ’ê çêkiribû, hatibû avakirin.
Lê belê li Rojhilata Navîn ku xetên şikestina jeopolîtîk her dem di tevgerê de ne, ti hevsengî ne mayînde ye. Weke faktor, şikestinên dawî yên di asta gerdûnî û herêmî de pêk hatine, bi eşkereyî nîşan didin ku ev mîkro-hevsengiya li Parîsê li ser Kurdan hatibû avakirin, ji aliyê pêkhateyî ve xerab bûye û ketiye qonaxeke ne mayînde.
Bi xerabbûna vê hevsengiyê re dînamîkên herêmî ji qadên gewr ên şerên wekîliyê derdikevin û vediguherin şerekî makro-parvekirinê yê hov ku têde navendên hêzê yên bingehîn rasterast dadikevin qadê û rûpêçên wan dikevin. Şerê hêzê yê rastî yê li qadê, herêm ji nû ve daniye ser maseya parvekirinê.
Di vê hevkêşeya jeopolîtîk a nû û radîkal de, guhertineke hêzê ya ezberan xerab bike û têde Komara Tirkiyeyê û Îsraîlê dikarin qadên bandora xwe yên stratejîk di pîvanên pir mezin de berfireh bikin ketiye qonaxê. Li ser bingehê texmînên rasyonel û tund ên ber bi pêşerojê ve mirov dikare bêje ku di heyama li pêşiya me de Tirkiye dikare giraniya xwe ya jeopolîtîk a li Deryaya Spî bi tevlîkirina tevahiya Qibrisê û xetên giravên krîtîk di nav xwe tescîl bike.
Di vê senaryoyê de ji ber felcbûna hevsengiyên gerdûnî îhtimaleke mezin e ku Yewnanistan ji aliyê leşkerî yan jî dîplomatîk ve bikeve rewşeke bêçaretiyê ku ti tiştî nikaribe bike. Weke berdêla hemdem a vê berfirehbûna mezin, Îsraîl di heman demê de wexta li ser tevahiya Filistîn û Libnanê serdestiyeke mutleq ava dike, dikare dorhêla Şamê ya weke dilê Sûriyeyê tê hesibandin û heta bajarên bendergehê yên jiyanî yên ku vedibin, Derya Spî, mîna Laziqiye, Tartûs û Banyasê bixe bin hamiya xwe û sînorên xwe heta kûrahiya xeta Sûriyeyê dirêj bike. Di ser de jî di vê lîstika parvekirina hov de, şaşwazî nabe ku hêzên mîna Erebistana Siûdî ku aktorên kevneşopî yên herêmê ne, ji bo berjewendiyên xwe yên teng û ewlehiya rejîma xwe, xiyanetê li hevpeymaniyên xwe yên dîrokî-olî bikin û derbasî aliyê ku ba jê tê, ango li pişt mîhwera Îsraîl û Rojava bin.
Di vê bafûna mezin de, du aktorên din ên mezin ên herêmê, ango Îran û Misir jî dê neçar bimînin ku nexşeyên rêya xwe yên hebûnê xêz bikin. Îran ku di avakirina dîrokê de îdîaya avakirina hegemonya li herêmê dike, di vê hevkêşeya nû de, wekî aktora ku derbeya herî mezin xwariye, wê bi tevahî derbasî qonaxa parastin û girtina nav xwe bibe. Tehrana ku hêzên xwe yên wekîl ên li Sûriye û Libnanê û xeta lojîstîk a Derya Spî ji parvekirina Îsraîl-Tirkiyeyê re winda kiriye, bi reflekseke aqilmend, ji bo parastina yekparçetiya rejîma xwe ya teokratîk û sînorên xwe yên herêmî wê vekişîne xeta Kendava Basrayê. Bi giranîdana li ser parastina bandora xwe ya li Iraqê wê hewl bide rê li ber hilweşînek rasterast bigire. Li hember vê yekê her çend Misir vê guhertina statuyê ya mezin a li xeta Derya Spî û Levantê bi fikar bişopîne jî.
Ji ber xwedî hêza aborî nîne ku bikeve serpêhatiyeke leşkerî wê stratejiya “bêalîbûna çekdarî û hevsengkirina dîplomatîk” hilbijêre. Qahîre ji bo hevsengkirina mezinbûna zêde ya Tirkiyeyê ya li Qibrisê û Egeyê û ya Îsraîlê ya li nêzî Kanala Sûweyşê wê giranî bide ser ewlehiya Derya Sor û bi nûkirina têkiliyên xwe yên bi Rojava re wê hewl bide statuya xwe biparêze.
Di vê nexşeya parvekirinê ya nû de, serdema şerên wekîliyê bi dawî bûye û dewlet rasterast bi artêşên xwe qadê bi rê ve dibin, metirsiya herî mezin a hebûnê ji bo tevgera Kurd ew e ku li dijî bayê rûtûrût were girtin. Di vê nîzama nû de ku Îran lawaz bûye, Misir ketiye derdê xwe û dewletên mezin ên Ereb li pişt Îsraîlê rêz bûne, tenê sipartina pişta xwe bi sîwana leşkerî ya DYA’yê yan jî sempatiya demkî ya Rojava, mîna xwekuştinê ye.
Gava ku dorhêla cografî ya hebûna Kurd, nebûna gihiştina wê ya deryayê û girêdayîbûna wê ya bi cîranên xwe re ji bo xetên enerjiyê were fikirîn, divê neyê jibîrkirin ku dema berjewendiyên demkî yên hêzên mezin bi dawî bibin, an jî qadeke wisa mezin were parvekirin, aktorên nedewlet dikarin bi hêsanî werin qurbanîkirin. Tişta ku vê dorhêla derveyî hîn bêhtir metirsîdar dike, parçebûna kronîk a hişê siyasî ya Kurd di nav xwe de ye. Cûdahî dîtina vîzyonê ya di navbera Hewlêr û Qamişloyê de dema zevî ji stratejiyên “parve bike û bi rê ve bibe” yên hêzên herêmî re amade dike, bikaranîna karta Kurd ji aliyê navendên hêzê yên gerdûnî ve weke amûrekî li dijî hev hêsantir dike.
Tam di vê qonaxa kaotîk û hov de, revîna gelê Kurd aktorên wî yên siyasî ji hilweşînê û rabûna wan ji ser maseyê wekî aktora herî bêzerar û biqezenc, tenê bi “Stratejiya Rêya Sêyemîn” a wêrek û hejandî gengaz e. Hişê Kurd li şûna ku bibe aliyekî rasterast ji vî şerê mezin re ku amade ye herêmê bixwe yan jî veguhere seriyekî beranî yê leşkerî yê hêzên gerdûnî bere bi bere diajon, divê zanibe ku vekişe nav xwe, nav singa xwe.
Ev vekişîna stratejîk û bihêzkirina kûr, di ser girtina zemînekî lihevkirinê yê rasyonel, mayînde û dîrokî bi Komara Tirkiyeyê re, derbas dibe ku hêza herî mezin a leşkerî û saziyî ya herêmê ye. Avakirina hevsengiyeke li ser bingehê tawîzên dualî di navbera hebûna defakto ya Kurdan li xeta Sûriye û Iraqê, dîsa fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê de wê her du aliyan jî ji manîpulasyona lîstikvanên gerdûnî biparêze.
Tevgera Kurd, gava ku bi Tirkiyeyê re bigihîje lihevkirineke jeopolîtîk û bi parastina hêza xwe ya resen vekişe bendereke parastî, dema hesabê bi xwîn û xaka Rojhilata Navîn a di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de tê parvekirin bi dawî bibe wê bibe yekane hêza ku ji qadê bi kêmtirîn zerar û bi herî mezin qezenca siyasî-saziyî derkeve.
Weke encam, hilweşîna hevsengiya Parîsê û bahoza serê dewletan a mezin li dû wê tê, ji bo Kurdan ne felaketeke mutleq û ne jî tinebûneke jêneveger e. Berevajî wê bi gava rast re firsendeke dîrokî ya sazîbûyînê ye. Pêşeroj li şûna asêbûna di dogmayên îdeolojîk de, wê bi avakirina hişekî dîplomatîk ê kolektîf û aqilmend şêwaz bigire ku ev serûbinbûna mezin a li qadê nêzî dibe, ji berê ve his dike û li ser zemînekî lihevkirinê yê rasyonel bi Tirkiyeyê re bi serkeftî vedikişe nav singa xwe, li benda derbasbûna bahozê dimîne.




