Me heqîqet keşf kir û em bûn xwediyê heqîqetê
Cûdî Cizîr

Gelo heqîqet, çiqas ji bo mirov hewce ye? Divê mirov li ser rêya heqîqetê li pirsên, “Divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku dest pê bike?” bigere. Gihiştina van pirsan tenê bi tenê bi aqlê mirov pêkan e. Fikir çiqas kûr bi tenzîm û yekpare be xwegihandina jiyana rast jî ewqas nêz dibe. Ya jiyanê azad bike nirxên mirovbûnê ne. Ji ber mirov gerdûna biçûk e. Mirovê tê dahûrandin, gerdûna tê dahûrandin e. Gerdûn bi xwe, ji koma her tiştî pêk tê. Divê mirov bawer bike ku di gerdûnê de prensîbeke edalet û mahkemeyî heye.
Eger mirov baş were analîzkirin wê gerdûn jî baş bê fêmkirin. Naxwe şoreşa gelan şoreşeke şêwazê zîhniyet û jiyanê ye. Di vê çarçoveyê de gihiştina zanebûna rast û heqîqetê, di fikirandinê re derbas dibe. Em şoreşgerên Apoyî dibin mirovên bi keramet ên hêjayî mirovbûnê. Mînak Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya îro di pêşengiya Rêber Apo de tê meşandin li ber çavan e. Ev têkoşîna pêkhatî weke mûcîzeyekê derketiye ser dika dîrokê. Weke gelê Kurd û şoreşgerên Apoyî keşifkirina heqîqetê ji bo me pir girîng e.
Ji lewra lêgera me heq, edalet, zanist û azadî ye. Divê ev beriya her tiştî bê fêmkirin. Tevgera me di dîrokê de her tim rêya rast diyar kiriye. Em şoreşger û mirovên dil dane azadiyê, her tim di lêgerîna jiyanek rast de ne. Li hemberî tiştên li pêşiya azadiyê dibin asteng em hêrs dibin. Ji lewra şoreşgerên Apoyî heta dawî wê afirandina jiyana nû bidin berdewamkirin. Lêgerîna me domdar û bêdawî ye. Wexta çanda Rojhilata Navîn xwe nû bike, divê zanibe ku rêya vê di şoreşa heqîqetê re derbas dibe. Her kêliya raboriya têkoşîna me ya tijî destan ji bo vegotina heqîqeta wê û hinek rastiyên hatine jiyîn bêguman têr neke. Divê mirov hinek caran bi xwe re bimîne. Ji bo xweşikbûn û paşverûtiyên xwe bibîne. Mirov bi qasî ku ronahiya di hindurê xwe de derxe holê, ewqasî dikare bigihije heqîqetê.
Armanca me lêgerîneke nipînû ya jiyana azad e. Di nav Têkoşîna Azadiyê de li gelek qadan mirov bi sekna xwe weke milîtanek azadiyê bi serbilindî têdikoşe. Mebesta têkoşînê di aliyê maddî û manewî de civak xistina nav nîzameke nû ya azad û wekhev e. Di dîrokê de hemû lêgerînvanê heqîqetê yên neketine qada pergalê bi hezaran zehmetiyan re rû bi rû mane. Ji lewra em dixwazin hemû mirovahiyê rizgar bikin. Di jiyana mirovan de demokrasî, azadî, edalet, wekhevî, heqîqet, aştî û hwd. xwedî vê mîsyonê ne. Xweza û jiyan, mirov û jiyan, dem û mirov bûyerên enerjiyê ne yên her tim hev xwedî dikin. Qet tiştek bi tena serê xwe çênebûye û nemiriye. Her tim bi diyardeyên hevxwedîkirinê pêş ketine.
Xaleke jiyanê ya herî girîng jî gihiştina heqîqetê ye. Mirov bi mirovbûnê re di lêgerîna jiyana azad de hebûneke ku li dijî xerabiyê û koletiyê serî hildaye. Çiqasî mirov ji hovîtiyê bireve, ewqasî nêzikî heqîqetê dibe. Ya li vir hewce dike nirxê rêya mirov daye ber xwe û hêza îradeya vîna azadiyê ye. Wê demê em qala eşqa heqîqetê ya nêzî jiyana azad dibe dikin. Gotina Rêber Apo jî ev e, “Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e!” Ji lewra ti hêz nikare meşa me ya ber bi heqîqet û azadiyê ve asteng bike. Heke em îro bi gihiştina heqîqetê bawer bin û ji bo azadiyê têdikoşin, gelo sedema vê çi ye? Sedem ew e ku me ji doza xwe bawer kiriye.
Em êdî dizanin dagirkerî, mêtingerî, kedxwarî, desthilatdarî tiştekî çewt e. Divê ev çewtî bê mehkûmkirin û alternatîfên wê derkevin. Li şûna wê pêwîst e sîstema azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê serwer bibe. Wê demê têkiliyên di navbera gelan û însanan de wê serwer bibin. Em van tiştan bi rengekî utopîk û xeyalî naynin ziman. Em kengî tînin ziman? Dema em dibînin ku bi rastî jî sîstema kevn û desthilatdarî êdî bersivê nade pêdiviyên mirovan em demê tînin ziman. Wexta civak lawaz dibe, krîzê dijî û dikeve rewşeke xerab, em bi vê pêdiviyê dihesin. Em bi vê çiqasî bihesin, lêgerînên me yên peydakirina alternatîfê jî ewqas çêdibin. Divê were zanîn dem û cihê her tiştekî heye. Ev dahûrîn an jî rastî ji bo teşeyên civakî û xwezayî jî derbas dibe.
Bê dem û cih nayê jiyîn. Çawa mirov nikare wextê tê windakirin paşve vegerîne, vegotina tiştên mirov dijî jî pir zehmet e. Dem bêrawestîn mîna robarekê rêya xwe dibîne, tê û diçe. Mirov dikare prensîba xwe hîn zêdetir xurt bike. Bêguman organîzasyonek mîna cureyê însan û civak nebe, hebûnek xwedî agahî pêş nakeve. Weke kesên entelektûel ji bo siberojên azad me pala xwe da heqîqetê. Şîrovekirina zanistên civakî û navenda me çavkaniya heqîqetê Rêber Apo ye. Ji bo me çavkaniyên keşifkirina heqîqetê Rêbertiya me ye. Ji lewra rûyê me her tim li Îmraliyê ye.




