Ya wenda kir darbeya faşîst a 12’ê Îlonê bû
Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê li hember pêla şoreşgerî ya bilind bibû, berjewendiyên modernîteya kapîtalîst, hêzên ku dunya bi rê ve dibirin û yên dewleta Tirk ketibûn nav tengasiyeke mezin. Partiyên siyasî êdî ketibûn rewşeke xeternak. Lewma bi alîkariya NATO’yê darbeyeke leşkerî ya faşîst pêk hat.
Di encama wê darbeyê de tevgerên çepgir û yên qaşo ji bo mafê gelê Kurd tevdigeriyan di carekê de hilweşiyan. Ketin rewşeke wisa ku ti carî nikarîbin pişta xwe rast bikin. Bermayên wan jî rêya Ewropayê girtin û ketin rewşeke penabertiyê de.
Lê belê Partiya Karkerên Kurdistanê ku beriya darbeyê bi du salan hatibû damezirandin û her çi qas gelek kadroyên wê di zindanê jî de bûn bi pêşbîniyên Rêber Apo li hemberî vê darbeyê bê ku zerarekê bibîne xwe pêş xist.
Darbeya Faşîst a 12’ê Îlonê bi armanca dagirtina valatiya otorîteyê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê teroreke dijwar meşand. Bi hezaran ciwanên şoreşger hatin qetilkirin, di zindanan de bi êşkenceyeke hov re rû bi rû man. Her tişt li ser şikandina îradeyê hatibû tenzîmkirin.
Lê belê hedef û armanca herî girîng a vê darbeya faşîst ev bû ku Tevgera Azadiyê ji holê rake; ji ber ku PKK, bi pêşengiya ciwanên Kurd, Ereb û Tirk bêyî ku ferqa çîn, tebeqe, eşîret, herêm û şexsan esas bigire ji tebeqeya feqîr û karker a civakan rêxistinbûyinek ava dikir; di heman demê de her bûyer û diyarde di zanistê re derbas dikir. Ev xusûsa girîng dewleta dagirker kiribû nav tirseke mezin. Pêşketina rexistineke bi rengî ji bo xwe mirin dihesiband.
Hezên serwer bi darbeya Faşîst a 12’ê Îlonê re li Tirkiyeyê feraseta Tirkperestiyê hakim kirin. Destûra bingehîn bi darê zorê bi gelên Tirkiyeyê dan qebûlkirin. Pêkanînên ku li ser rûyê dunyayê nehatine dîtin kirin meriyetê.
Bêguman rayedarên dewletê yên zîhniyeta wan bi faşîzmê dagirtî li gorî xwe wer difikirîn ku çawa tevayî tevger û rêxistin parçekirin û careke din nikarin xwe kom bikin; wê Tevgera Azadiyê jî bi heman rengî bibe. Lewma Zindana Amed wek navend hat hilbijartin. Gelek pêşengên Tevgera Azadiyê bi pêkanîn û kiryarên pir dijwar û dijmirovatiyê re rû bi rû man. Lê belê van berxwedêran bi sekneke bi heybet li hember van pêkanîn û kiryaran serî netewandin. Ji Rêber Apo bi hêvî bûn. Tevgera Azadiyê li ser zemîneke saxlem hatibû avakirin. Serbixwe û her tişt bi îradeya xwe pêk dianî.
Di şerê li Zindana Amedê de berxwedêrên Tevgera Azadiyê bi ser ketin. Bi fedakirina canê xwe zilm û zexta darbeya faşîst têk birin û ji bo hevalên xwe yên derve bûn sonda tolhildanê.
Di roja me de jî hikûmeta AKP’ê ku çêlîka hilberîna darbeya faşîst e, bi heman pêkanîn û kiryarên darbeyê êrîşî Tevgera Azadiyê dike. Her roj ji devê serokwezîr, wezîr û rayedarên dewletê agir dibare, heqaretan li nirx û destketiyên me dikin. Ev hemû rewşa wan a ku ketinê de bi awayekî eşkere derdixe holê. Êdî ketine rewşeke xerab û ew bi xwe jî zanin ku mehkûmî têkçûnê ne.
Gelê Kurd bi hişmendî û zanebûneke bilind ber bi azadiya xwe ve diçe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasên Xweseriya Demokratîk şoreşa gelan hat pêşxistin. Ev ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê jî ronahî, hêvî û serketin e.