Komîn xeleka herî biçûk û bingehîn a civaka demokratîk e

Gaziya şer Zozan Kobanê…

Komîn ji koma ji çend mirovan pêk tê. Armanca wê jî ew e, ku mirovan bicivîne da ruhê yekbûnê li cem wan bide çêkirin. Ew jî karibin bi vîna xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê divê were zanîn ku kom û komîn nayê wateya mirov bi hejmareke pir mezin werin cem hev. Komîn xeleka herî biçûk û bingehîn a civaka demokratîk e

Di komînê de tişta bingehîn jî ew e mirov, di vîn, fikir û ruhê xwe de yek bin, ji bo feydeya komê çareseriyan peyda bikin û yekîtiya xwe timî biparêzin.

Yekîtiya gelan bi yekbûna vîn, fikir û rêxistiniya wan ve girêdayî ye. Tişta herî bingehîn jî xwe timî li, hember her şert û mercan amade dikin û pêş bixin. Cara yekem civakbûna mirovan li ser sê lingan hatiye çêkirin. Yek ji wan xwe xweparastin e. Yên din jî  xwetêrkirin û xwezêdekirin e.

Naxwe mirov wer xweber û ji rêzê nehatine cem hev. Yanî mirov pir bi bername û tenzîm bûne civak. Ew civakbûn jî bi pêşengiya jin-dayikê pêk hatiye. Jinê her tişt ji bo civakê kiriye. Gelek caran jî ji bo parastina jiyana komê xwe feda kiriye. Pêşveçûna civakê wiha berdewam kiriye û heya roja me ya niha hatiye.

Dema dibêjin, “Komîna jinên azad” tê wateya komîna ku hîn siyaseta zilamê qurnaz û xasûk li ser nehatiye pêkanîn, pak û parastî maye. Tekez divê jin li keda xwe xwedî derkeve û têkoşîner be. Li ser vî esasî wê karibe zilam jî bikişîne nav têkoşînê û wî bike xwedî taybetmendiyên komînar. Bi vî rengî wê her du zayend bi awayekî hevpar kar û xebata xwe bi serkeftî pêk bînin.

Heya zilam jî rêbazê xwe neguhere û nebe demokratîk, wê komînên tam demokratîk pêk neyên. Hewce ye zilam jî bibin xwedî hewldanên xurt da ku civaka xwe ya bi tendurist pêkan bikin. Hewce ye zilam, jinê ji xwe re bike mînak, timî li hember kêmasiyên xwe têkoşîna bike û xwe biguhere da ku serketî be. Komîn xeleka herî biçûk û bingehîn a civaka demokratîk e. Ji bo komînê di serî de jî divê em bi xwe xwedî rêbazên jiyana komînal bin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button